Sêşem, 11 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Partiya Kedê: Divê dest ji gotina ‘Tirkiyeya bê teror’ bê berdan, gav bê avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Êrişa li ser Kurdên Serêkaniyê êrişeke plankirî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolombiyayê ‘serweriya’ Îsraîlê ya li ser girên Golanê nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Birêz Ocalan her tim aştî xwestiye û gihiştiye van rojan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kêmasiyeke girîng e ku di Qanûna Çarçoveyê de statuya Birêz Ocalan nehatiye diyarkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qanûn gava destpêkê ya pêvajoyê ye, ji bo çareseriyê divê dewlet hîn bi berpirsyariyê rabe’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê fuze avêt baregeha Komele

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê ragihand ku cehşekî destê wî di xwîna şehîdan de hebû hate cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê bang li Iraqê kir: Hêzên leşkerî vekişîne, dest ji kiryarên nedostane berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji HPG’ê daxuyaniya têkildarî Selahattîn Gungen û Îzzet Batmaz

    Ji aliyê Stêrk TV

    Huseyîn Denîz di salvegera 34’emîn a qetilkirina xwe de hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Civak & Ekolojî > Dayika Emîne: Dema ez destarî digerînim serpêhatiyên dema berê tên bîra min
Civak & Ekolojî

Dayika Emîne: Dema ez destarî digerînim serpêhatiyên dema berê tên bîra min

Destar ango du kevirên ku jiyan têre diçe û bereket jê diherike. Bi destê dayikan gelek jê tên hilberîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Destar yek ji wan amûrên kevnar e ku di çanda Kurdî de xwedî cihekî taybet e. Ev amûr bi tenê amûreke teknîkî ya ji bo hêrandina genim nîne li gel vê yekê ew sembola têkoşîn, bêhnfirehî, bereket û berxwedana jina Kurd e.

Destar (bi Zazakî: distar), peyveke pêkhatî ye ji du gotinan: “dest” û “ar” (ard, arvan an jî “ar” ji bo ‘er’ ariq) pêk tê. Ango “tiştê ku bi destan tê hêrandin”. Ew amûreke ku ji du kevirên gilover ên giran ên li ser hevûdê pêk tê. Yê jêrîn sabît e û li ser rûyekî tê danîn, yê jorîn jî li ser yê jêrîn dizivire.

Li Kurdistanê bi berdewamî şer û bindestî hebû, lê belê jin ne hatine şikandin. Destar sembola berxwedana jinên Kurd bû. Li vir sê girêdanên sereke hene. Bêhnfirehî û sebr. Genim bi tenê bi hêza merivan nayê hêrandin, nabe ku mirov destarê zû bizivirîne, divê mirov hêdî hêdî “tiq tiq” bizivirîne. Mîna ku dayîka Kurd di nava felaketan de bi dilhêşînî li bendê dimînin.

Bereket. Li gor baweriya Kurdan ard (ar) weke “tovê jiyanê” tê dîtin. Jin çi qasî xwe li nava destarî bixîne, ardê wê çi qasî xweş be, nanê wê jî wê xweştir be. Hevkarî. Di nava malbatên kevnar de, destar “mala jinan” bû. Mêr bi çandinê re eleqedar dibû, lê belê dayîka malê, bûk û keçên malê bi hev re bermalî dikirin.

Di şevên dirêj ên zivistanê de, dema ku berf deriyên gundan digirt, jinan destar dixist ber xwe, genimê ku ji havînê mayî dihêrandin. Li kêleka wê keçên wê yên ciwan bi duhûkê nan dipijandin. Di van şevan de “Stranên Hêrandinê” (Stranên Destarê) dihatin gotin.

Jin yekemîn parêzvan û veguhêzên çandê ne. Di destpêka jiyana civakî de, ji bo pêşxistina hevjiyan û avakirina bingeha çandê, jinan roleke bingehîn lîstiye û ev rol heta roja me ya îno jî berdewam dike. Di dîroka mirovahiyê de destar amûreke jiyanî ya girîng bûye. Tevî ku teknolojî pêş ketiye jî jin her tim bi armanca parastina çanda xwe, mîrasa dayikên xwe diparêzin. Jin bi keda destên xwe, di destaran de genim, nîsk, ceh û genim dihêrinin.

Piştî pêşketina teknolojiyê û alavên nûjen, êdî ev destar bes li hin malan mane, ew jî yan weke muzeyekê li qurzîkeke odeyekê yan jî bi destê dayîkekê heta niha jî ew destar tê gerandin.

Dayîka bi navê Emîne Xelîl Berkel wiha qala serpêhatiyên xwe yên têkildarî destarî dike û dibêje ku ew niha careke din vegeriya wan bîranînên xwe yên ciwantiyê.

Dayîka Emîne Xelîl Berkel ev yek anîn ziman: “ Dema berê li gund em hemû bi rihê komînal û kolektîv bi hev re keçên gund li hevûdu kom dibûn û her roj me ji bo malekê  bi 6 an 7 destaran genim, ceh, nîsk û firîk dihêrand. Em bi hev re bûn heta ku me diqedand û dema ku me diqedand jî wê rojê em ji wî genimê hêrandî li wê malê xwarina gêrm dihat çêkirin.”

Emîne Xelîl Berkel anî ziman ku destar yek ji dîroka resen ya dayîkê ye û got. “Di wê demê de hemû alavên hêrandinê tune bûn, piranî bi destaran hemû tişt dihatin hêrandin. Ew jî ji bo mûneta salê dihat kirin. Tê bîra min ku dayîka min ji ber ku ard tune bû, wê çaxê rabû û ew genim hêrand û ard çêdikir û ji wî ardî jî ji me re nan pejand. Hîna ew bîranînên wê demê di mejiyê min de ne û heta niha jî dema ez destarî digerînim wê demê û wan hevalên xwe hîs dikim.”

Destar ne tenê amûreke ku berheman dihêre, ew bi xwe bîranînek e ku ji dayîkan maye. Bi destê dayîkan her tişt tê hêrandin ku ev yek bi rêya destaran pêk tê. Destar çîroka dayîkan e ku wê heta hetayê jî bimîne.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nehîr Sevîm: Desthilatdariya siyasî ditirse ku têkiliya wê ya bi emperyalîzmê re bê eşkerekirin
Nûçeya Pişt re Du şaredar hatin binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Qasim Engîn: Fermandar, kedkar û fîlozofekî şoreşger

Gerîla Nûdem qala Şehîd Qasim Engîn kir û got, "Hevalê Qasim xwe gelekî bi pêş…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Bursayê Zafer Gungor jina ku pê re zewicî bû, qetil kir

Li Osmangazî ya Bursayê Zafer Gungor, Mujde Gungor ya pê re zewicandî qetil kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Artêşa Tirk êrîş dike, gerîla xwe diparêze

Artêşa Tirk 5 caran bi teqemeniyên xurt, 45 caran bi droneyên bi teqemenî û gazên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Civak & Ekolojî

Asta ava Çemê Renê gelekî kêm bûye: Dibe ku ji hatûçûnê re bê girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Gundî ji bo qadên xwe yên jiyanê di nobedê de ne

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Berxwedana gundî û ekolojîstan karên JES’ê bi demkî sekinand

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

‘Guherîna avûhewayê rîska şewata daristanan a li Kanadayê du qatan zêde kir’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?