Peyva ‘dem’ çendî razdar e li beramberî rûmeta mirovahî û azadiyê… Ew, di nava xwe de gelek sirên nehatine keşifkirin, ezmûn û danehevên bêhempa dihewîne. Dem ji bo me hemûyan carinan dibe êş, carinan derman; carinan dibe hesreta veqetîna ji heval û hogiran, carinan jî dibe hêza tolhildanê ya li dijî taritî û jibîrkirinê.
Niha ev dem, di şergeha hiş û rûpelên dîrokê de, bi bîranîna fermandara pêşeng Mîhrîban Saran – bi navê tevgerî Ezîme– dibe şerkeriyeke bi rûmet. Bîranîna wê, weke xêzkirina xeteke tûj a ronahiyê ye di nava tarîtiya şevreşiyê de. Ji ber vê yekê, vegotinên hevreyên wê çi şev û çi roj bi dawî nedibûn. Ew bi tevna şoreşgertiya hemdemî; bi pênûs, bi hiş û bi dil dihat hûnandin. Digotin ku dem mîna deşta pênûsê dizîvire; ew pênûsa ku mirov bi xwe dikare demê pê bide sekinandin, rabirdûyê pê bibîne û paşerojê pê xeyal bike.
JINEK JI ŞANEYÊN XWE HETA DILÊ XWE ŞOREŞGER
Ezîme… Jinek ku bi hemû şaneyên xwe ve şoreşger û pêşeng bû. Dema ku navê wê şoreşgera Serhedî, wê mamosteya jiyan û hevrêtiyê dihat hildan, mij û moranek diket ser awirên çavan. Ew kêliyên giranbuha û kûrahiya bîranînan, teyisîna dilê hevreyên wê bi rengekî pir zindî nîşan dida. Bi gotineke din; vegotina Ezîme, hewceyî naskirina civakekê, meşeke ber bi heqîqetê û têgihîştineke dîrokî bû.
Ew di nava koma jinên Starî de bû. Di vê komê de hevrêtî ji bo Ezîme bû zimanê herî pîroz ê şoreşê; zimanê ku bê gotin jî di rûniştinekê de, di awirekê de an jî di parvekirina nanekî hişk de dihat fêmkirin. Ew ji bo hevreyên xwe wateya hemû hestên bedew û bi rûmet, şewqa dayika pîroz û zanaya Kurdistanî bû.
DI DÎROKA ARTÊŞBÛNA JINÊ DE XETEKE RESEN
Fermandar Ezîme, di wan demên herî teng û asê yên gerîlatiyê de cih girt û li xaka Botanê kar kir. Carinan weke jin, şoreşger û hevreyek, di nava koma hevalên mêr de bi tenê dima; lê belê bi rêgez û pîvanên doza azadiyê, tevna hevalbendiyeke bi kok ava dikir. Her ku hevreyên wê qala wê dikirin, mohra ku wê li dîroka tevgera azadiyê û artêşa Starên Azadiyê xistiye, hîn bêhtir berçav dibû.
Di hemû vegotinan de Hevrê Ezîme di dîroka artêşbûna jinê de xwedî cihekî taybet û resen e. Ew bi pîvanên xwe yên fermandariyê, bi nêzîkatiya xwe ya şer û sekna xwe ya leşkerî, xwedî roleke pir girîng û dîrokî ye. Gelek hevalên mêr ku bawer nedikirin jin bikaribin vî karî bikin, di kesayetiya wê de rastiya şerkerî û jiyana jina Kurd qebûl kirin. Di şexsê wê jina lêheng de rêzdariya têkoşînê dihat dîtin. Ji ber sekna wê ya biryardar, xwedî înîsiyatîf û berpirsiyar, fermandariya wê bi dilxwazî dihat qebûlkirin; tewra gelek hevalan tercîh dikirin ku di bin fermandariya wê de şer bikin.
ŞOPÊN KU BI ‘AŞÊ AVÊ’ RE
Em bi bîranînên fermandara Staran Ezîme ketibûn rêwitiya nava demê… Dem dibû aşê avê û bê navber dizivirî. Her ku dem derbas dibû jî şopên wê lêhenga nemir li çiyayên Botanê, di dilê hevretiyê û dîroka Starên Azadiyê de hîn bêtir şîn dibûn. Di hembeza wan çiyayên Kurdistanê û rêzeçiyayên Zagrosê de kamîra û penûsa ku dibû şahid dîrokê re ew kêlî zindî dikir di hişê me de. Tevî hin demên westandinê jî kêliya guhdarkirina lêhengiyekê dibû danehevek ji bo yekîneya me.
Eger mirov bixwaze rastiya fermandariya jina Kurd û hevretiya bi pîvan a jin û mêr nas bike, pêwîst e guh bide her du xelekên Starên Azadiyê yên li ser dîrok û demên Fermandar Ezîme. Ji ber ku ew kesên ku Ezîme vedibêjin, îro jî tevna dîroka zindî bi nasnameya sosyalîst û hevretiya komînalîst dewam dikin. Bernameya Starên Azadiyê bi şopên dîrok, lêkolîna heqîqetê, nasîna mîmarên azadiyê û pêşêngên Arteşa Starên Azadiyê her heftê radixe berçavan. Ger gotin di cih de be dibe pira dinavbera doh, îro û sibe de.
Çavkanî: JIN TV – Starên Azadiyê

