Çarşem, 13 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dersim: Şerê taybet ku ji sal 1937’an û vir ve bê navber dewam dike -VII

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yilmaz: Wezaret xwe nade ber lêkolînkirina kuştinên ‘siyasî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yuksel Genç: Kurd pêvajoyê dimeşînin, ne dewlet

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji derhênerê belgefîlma Bakur Koray Kesîk re ceza birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêber Apo bê mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

     2’yemîn Konferansa Komînan a Mexmûrê bi dawî bû 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîtîkaya rizandinê ya li Êlih û Mêrdînê hatiye birêxistinkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê 2’yemîn Konferansa Komînan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Dema ku gav nayê avêtin, entegrasyona demokratîk bê wate dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Maxmûrê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun sipartin axê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyên jin: Hebûna YPJ’ê garantiya jiyana bi hev re ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin hêz û xweşikbûna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî ji bo tedawiyê bi kefalet hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zirganê bi sedan jin ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîrêj Roj: Hozan Mizgîn bû pêşenga tarzeke ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Dema em dibêjin yekîtiya neteweyî, ne tenê Kurdan qesta hemû gelan dikin’
Rojane

‘Dema em dibêjin yekîtiya neteweyî, ne tenê Kurdan qesta hemû gelan dikin’

Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz diyar kir ku taybetmendiya bingehîn a înîsiyatîfê pirengî ye û got, "Dema em dibêjin yekîtiya neteweyî, ne tenê Kurdan qesta hemû gelan dikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 15 dq.
Parvekirin

Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê û Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku têkoşîna ku gelê Kurd li çar parçeyan dimeşîne ji bo demokratîkbûna herêmê pir girîng e.

Gulcan Sayyîgît diyar kir ku paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêber Apo li dijî modernîteya kapîtalîst  çanda jiyana hevbeş a gelan û baweriyan esas digire û anî ziman ku modela Rojava mînaka şênber a vê yekê ye.

Gulcan Sayyîgît bi bîr xist ku têkiliyên di navbera Kurdan de pêş dikevin ji bo yekîtiya neteweyî gaveke girîng e û anî ziman ku Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk armanca wê ew e ku vê pêvajoyê di asta civakî de birêxistin bike. Gulcan Sayyîgît diyar kir ku xebatên bi pêşengiya jin û ciwanan ve têne meşandin, hevgirtina civakî xurt dikin û destnîşan kir ku avakirina civaka demokratîk ji bo aştiyeke mayînde şert e.

Gulcan Sayyîgît diyar kir ku pêkhateya siyasî ya li Tirkiyeyê ji bo aştiya civakî îrade nîşan nedaye û got ku divê pêvajoya çareseriyê ne taktîkî, divê wekî armancek stratejîk were dîtin.

We di axaftina xwe de projeya çareseriya demokratîk a Rêber Apo modelek herêmî destnîşan kir. Gelo vê modelê dikarin çawa bi têkoşîna Kurdan a li çar parçeyan re bînin ba hev? Di vê çarçoveyê de yekîtiya neteweyî dikare çawa şênber bibe?

Li Rojhilata Navîn dîtina çareseriyê di aliyekî de li vê herêmê pêkan e. Ji ber ku Mezopotamya ya ku Kurd û gelek gelên din lê dijîn, yekem sedema bingehîn a têkoşîna dîrokî ye û rastiya jeopolîtîk û jeostratejîk e. Her çiqasî dema ku bûyerên wê gavê vedibêjin dibêjin “Erdnîgarî çarenûs e” jî, lê tişta ku tê gotin heyîna jeostratejîk e. Bêguman, haya hêzên kapîtalîst ji vê yekê heye. Noqteya ku nêzîkatiya hêzên kûrewî ya li hember Rojhilata Navîn destnîşan dike, kapîtal e. Çanda jiyana bi hev re ya di navbera gel û baweriyan de nehate qebûlkirin; zîhniyeta “parve bike û bi rê ve bibe” serdest bû.

Yekem motîvasyona têkoşînê ya li Mezopotamyayê û Kurdistanê ev bû. Hewl dan hegemoniyekê ava bikin û sîwaneya wê jî modernîteya kapîtalîst bû. Ji ber vê yekê hin dewletên herêmî û pêkhatên teng ên neteweperest û cîhadîst sed salan hegemonyaya xwe ava kirin. Yên ku ji vê sîstema ku li Rojhilata Navîn hatiye avakirin qezenc kirin; hêzên kûrewî, komên sermayeyê û hêmanên hevkar ên paşverû bûn. Yên ku winda kirin hemî gel û bawerî bûn. Di rastiyê de Ereb, Faris û Tirk winda kirin; ji ber ku hişmendiya hişk a netewe dewletê qet kêm nebû.

Li Îran û erdnîgariya Ereban nerazîbûnên cidî li dijî vê yekê bilind bûn, lê encam nehat bidestxistin. Sedema sereke ya vê yekê nebûna planeke rizgariya siyasî bû. Heta tevî şoreşa Îranê jî divê li sedemên ku rejîma heyî derxit holê li vir bigerin. Bi heman awayî, Bihara Ereban ne xwedî bernameyeke siyasî û demokratîk bû.

Sedema Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî birêz Abdullah Ocalan di vir de veşartî ye. Ji ber ku birêz Ocalan dahûrandineke siyasî ku bandor li tevahiya herêmê kir û modelek çareseriya demokratîk danî holê, kir. Birêz Ocalan li dijî modernîteya kapîtalîst, modernîteya demokratîk danî holê û perspektîfa neteweya demokratîk li dijî serdestiya netewe-dewletê ya tekparêzî û asîmîlasyonîst bi pêş xist.

Noqteya ku îro em hatinê, eşkere nîşan dide ku komploya navneteweyî hilweşiyaye. Bûyerên li Rojhilata Navîn qewimîn birêz Ocalan mafdar derxist. Êdî modeleke bi navê modela Rojava heye. Hemû gel li wê dinêrin û perspektîfên xwe yên pêşerojê diyar dikin. Ji ber ku hemû gel Kurd, Ereb, Tirkmen, Asûrî, Êzidî, Elewî û Çerkes entegreyî pergalê ne. Ji ber vê modela Rojava veguheriye bihara gel û baweriyan. Bêguman ev yek bandorek girîng li ser yekîtiya neteweyî ya Kurdan kiriye. Ji ber ku ramanên birêz Ocalan li seranserê cîhanê Kurdan bi awayekî ontolojîk da xuyakirin.

Ji ber vê sedemê, birêz Ocalan di peyama dîtbarî ya 9’ê Tîrmehê de gotina “Hebûn hat naskirin, armanca sereke hat bidestxistin” bi kar anî. Mirov dikare ji vê gelek wateyan derxe. Bi rastî naskirina hebûnê tê wateyê ku gelê Kurd dê bêtir li ser rojeva yekîtiya neteweyî hûr dibe.

MODELA ROJAVA Lİ SER YEKÎTİYA NETEWEYÎ BANDOREKE ÇAWA ÇÊKİR?

Helbet, ji Ehmedê Xanî ve ji bo yekîtiya neteweyî hewldanek heye. Ji ber ku parçebûn û dabeşbûn her tim xala herî qels a Kurdan e. Lê sîstema kûrewî û hêzên herêmî herî zêde ji vê tirsiyan. Li vir, yekîtiya neteweyî ya Kurdan di heman demê de demokratîkbûna herêmê jî armanc dike. Îro, têkiliyên di navbera Kurdan de yên li çar parçeyên Kurdistanê zindîtir in. Kurdek li Bakur meraq dike ka li Rojhilat çi diqewime. Rojava ji bo hemû Kurdan xeta sor e.

Yek ji encamên pêvajoya aştî û civaka demokratîk a ku birêz Ocalan pêşengiya wê dike, têkiliyên di navbera Kurdan de zindî kir. Konferansa Yekrêzî û Helwesta Hevpar li Rojava hate lidarxistin, Platforma Yekîtiya Jinên Kurd li Silêmaniyê hate damezrandin û li Başûrê Kurdistanê têkiliyên girîng hatin danîn. Di encamê de, Kurd roj bi roj nêzîkî hev dibin û nakokî kêm be jî daketiye radeyekê. Sedema vê yekê tezên birêz Ocalan bersivên xwe dîtin û di hevsengiya herêmî de rê ji Kurdan re hatiye vekirin. Bi xwezayî her ku Kurd têkevin hevsengiya Rojhilata Navîn, wê diyaloga di navbera wan de pêş bikeve.

Lê dîsa jî rastiyek heye ku hewldanên yekîtiya neteweyî hîn bi tevahî nehatine bicîhanîn. Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk ji bo vê kêmasiyê çareser bike, dixwaze mekanîzmayên civakî yên çawa ava bike? Bi taybetî, rola tevgerên ciwanan û jinan di vê pêvajoyê de çi ye?

Têkoşîna hebûnê ya Kurdan, ji aliyekî ve wekî têkoşîna avakirina yekîtiyê berdewam kiriye. Heta ku yekîtîya neteweyî pêk neyê rizgariya Kurdan ne pêkan e, ev yek sedsalan berê di berhema Ehmedê Xanî “Mem û Zîn” de jî hatiye îfadekirin. Ji ber vê yekê, ne hêsan e ku yekîtiya gelekî ku erdnîgariya wî parçe bûye, nirxên wî yên çandî hatine wêrankirin, yekîtiya wî ya zimanî qels bûye û hebûna wî hatiye înkarkirin, pêk were. Ji ber ku li dijî gelê Kurd polîtîkayeke înkara kategorîk hatiye meşandin.

Berevajî vê yekê Kurdan xwe birêxistin kirin û çarçoveya modernîteya demokratîk wekî modelek jiyanê pêşkêş kirin. Bi taybetî, tê dîtin ku perspektîfa çareseriyê ya birêz Ocalan hewldanên yekîtiya neteweyî vejandiye. Eger îro hemû gelê Kurdistanê bala xwe didin vê yekê, wê pêşveçûn pêkan be.

Eger mebesta yekîtiya neteweyî, kongreyeke neteweyî be, dikare were nîqaşkirin. Eger mebesta wê ew be ku hewldana yekîtiya neteweyî ne di qonaxeke têrker de ye, di vê de mafdariyek heye. Lê di aliyê yekîtiya neteweyî de pêşeketinên girîng hene. Yekîtiya neteweyî ne tenê îro, ji berê ve timî di rojevê de ye.

Bêguman, hewldanên Kurdan a ji bo yekîtiya neteweyî herî zêde hêzên herêmî tirsand. Peymana Sadabadê, Peymana Enqereyê û heta Lihevkirina Edeneyê jî bi esasî têkildarî Kurdan bûn. Armanca van peymanan ew bû ku her dewletek Kurdên xwe di bin kontrolê de bihêle. Lê ev yek çênebû, pirsgirêka Kurd bi awayekî derket zanyariyê. Her çiqasî giran be jî, hişmendiya yekîtiyê ya di nav Kurdan de her gav pêşketiye. Ji ber ku têkoşîna azadiya Kurd di her noqteyê şert û mercên wê yên xweser hebûn. Niha em qonaxa têkoşîna nîv sedsalê me gihandiyê de ne.

EV QONAX Çİ YE?

Di vê qonaxê de, azadiya Kurdan û demokratîkbûna Rojhilata Navîn ketine nava hev. Bêguman, bingehîna azadiyê wê yekîtiya neteweyî be. Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk ji bo mezinkieina hevgirtina navbera gelên Kurdistanê, têgihîştina jiyaneke demokratîk û piralî pêş bixe û bêguman ji bo mezinkirina yekîtiya neteweyî ya navbera Kurdan derket holê. Di vê wateyê de em destnîşan dikin ku pirsgirêka Kurd meseleyeke statuyê ye û teşwîqî çareseriya demokratîk dikin.

Taybetmendiya herî girîng a înîsiyatîfê pirrengiya wê ye. Nûnerên gelek gel û baweriyan di bin vê sîwanê de têne temsîlkirin. Ji ber vê yekê, dema ku em behsa yekîtiya neteweyî dikin, mebesta me ne tenê Kurd e; mebesta me hemû gel e. Ji bilî komeleyan, partiyên siyasî û sendîkayan, ji %60 zêdetir delegasyona gel heye. Armanca me ew e ku em vê yekê bêtir berfireh bikin û fikra yekîtiyê bikin rojeva stratejîk.

Riya serketina vê yekê di têkoşîneke xurt de derbas dibe. Ev bi pêşengiya jin û ciwanan pêkan e; ji ber ku jin û ciwan hêmanên herî dînamîk ên civakê ne. Jixwe pêkanînên şerê taybet ên li Kurdistanê wan hedef digire. Ji ber vê yekê, her ku înîsiyatîf mezin dibe, ew ê wekî hêzek hevsengiyê di navbera gelan û civakê de be. Îro gengeşiyên civakî zêde dibin û di nav malbatan de nakokî çêdibin.

Her roj, li kolanan mirinan dibihîzin û em ciwanên xwe winda dikin. Riya derbaskirina vê yekê xurtkirina hevgirtina civakî, pêşxistina yekîtiya neteweyî û afirandina armancek hevpar e. Ji ber vê yekê, xebatên me ji bo ku înîsiyatîfê bibe navnîşana sereke.

Ji aliyekî din ve, ji bo aştiyeke mayînde beşdariya civakî pir girîng e. Wê demê hûn difikirin ku kapasîteya sîstema civakî ya ku ji hêla gelê Kurd ve hatiye avakirin ji bo vê beşdariyê bi rêxstin bike divê bi avahiya siyasî ya li Tirkiyeyê ve têkiliyeke çawa deyne?

Têkoşîna azadiya Kurd di têkoşîna xwe ya bi dehan salan de rêveçûna civakîbûnê nîşan daye. Ji ber ku têkoşîna ku heta mirov nebe kirdeyên siyasî û civakê bi rêxistin neke ne pêkan e ku mayînde bibe. Riya vê yekê avakirina hişmendiyeke demokratîk a piralî û beşdarbûnî ye.

Ji ber vê sedemê, em dibînin ku dema birêz Ocalan paradîgmaya xwe danî holê, li ser hemû hêman û pêkhateyên civakê disekine. Îro, em ne tenê li ser çareserî û aştiyê nîqaş dikin; yek ji rojevên herî girîng avakirina civaka demokratîk e. Aştî carinan dikare bi demkî, carinan jî bi awayekî mayînde were bidestxistin; lê civaka demokratîk wê xwedî li aştiyek mayînde û bi rûmet derkeve. Ji ber ku civaka demokratîk, ji aliyekî ve civaka polîtîk e û ew civaka ku dikare bi çanda lihevhatinê sedemên pevçûn û şer ji holê rake.

DEM Partî bi vê hişmendiyê beriya sala 2024’an biqede li gelek bajaran civînên gel li dar xist. Daxwaza Kurdan û hêzên demokratîk ji bo çareseriyê û israra wan a li ser aştiyê derket holê. Piştî banga  Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibatê, civînên gel bi rêk û pêk bûn. Zêdetirî du hezar civîn pêk hatin û li her derê esasên aştiya mayînde û bi rûmet hatin danîn.

Ji ber ku aştî ne qenciyek e ku hêzên siyasî bidin gel e. Ger demokrasî çêbibe, aştî were riya vê yekê di avakirina civaka demokratîk û beşdarbûna civakê de derbas dibe. DEM Partî bi vê zanebûna cewherî helwest nîşan da û bi civînên gel re, bi sendîka, komele û partiyên siyasî re jî civîn li dar xist.

Ev qonaxa ku hatinê, israra Kurdan a ji bo aştiyê li holê ye; êdî daxwazên wan ên demokratîk têne zanîn. Lê ji bo civakîkirina aştiyê ti hewldaneke desthilata AKP’ê tineye. Muxalefet, tevî ku piştgiriyê dide pêvajoyê jî, ne di atmosfereke aştiyane de ye.

Divê pêvajo ne pêngaveke taktîkî be; divê aştî wekî armanceke stratejîk were dîtin. Divê pêvajoya aştiyê ne armanca konjonkturel be û wekî amûrekî hilbijartinê neyê dîtin. Siyaseta Kurd jî – bi taybetî birêz Ocalan – ji ferqa vê de ne. Sedema israra avakirina komîsyoneke meclisê ev bû. Bi komîsyonê re avaniya siyasî ya heyî û muxalefetê hatin ba hev; li gelek derdoran guhdar kir. Ji ber vê yekê, divê desthilata siyasî û dewlet nêzîkatiya xwe ya li hember pêvajoyê di ber çavan de derbas bike. Eger aştî pêk were, divê zimanê ku li hember Rojava tê bikaranîn biguhere; divê di nav gel de atmosfereke xweşbînî were afirandin.

Helbet, gelê Kurd nikare li benda aştî û civaka demokratîk bisekine. Heta ku şert û merc rê bide divê rêxistiniya civakî berfireh bike. Ji ber ku aştî ne qenciyek e; nabe mafên demokratîk wekî qenciyekê bên pêşkêşkirin.

Diyalog û muzakere ji bo berjewendiyên gel û gelê Kurd pir girîng in. Di vê wateyê de, zemîna ku birêz Ocalan bi rêya diyalogê avakiriye ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelan derfeteke zêrîn e. Ji ber vê yekê, her gava ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd tê avêtin, zemîna têkoşîna demokrasî û azadiyê fireh dike. Pêşvebirina vê yekê tenê bi hişmendiya civaka demokratîk pêkan e.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 27’Ê COTMEHA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Berfîn Denîz Gabar: Mîrateya Bêrîtan îro jî dijî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Eyn Îsayê Festîvala Girê Spî ya Çand û Hunerê hat lidarxistin

6’emîn Festîvala Girê Spî ya Çand û Hunerê li Kampa Koçberan a li Eyn Îsayê…

Ji aliyê Stêrk TV

Karwanê alîkariya mirovî ya ji bo civaka Elewî bi rê ket

Konvoya duyemîn a alîkariyên mirovî ya girêdayî Hevya Sor a Kurd ji bo 14 hezar…

Ji aliyê Stêrk TV

Nasnameya 2 gerîlayên şehîd hate eşkerekirin

HPG'ê got, "Hevrêyên me Zerdeşt Sûrûç û Rêbaz Bagok heta nefesa xwe ya dawî ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Dersim: Şerê taybet ku ji sal 1937’an û vir ve bê navber dewam dike -VII

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Yilmaz: Wezaret xwe nade ber lêkolînkirina kuştinên ‘siyasî’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Yuksel Genç: Kurd pêvajoyê dimeşînin, ne dewlet

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 13’Ê GULANA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?