Di ser fesixkirina PKK’ê û biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî ya li hemberî Tirkiyeyê salek derbas bû. Di vê pêvajoya krîtîk de Tevgera Azadiyê ya Kurd gavên yekalî û radîkal avêt, lê li aliyê dewletê hîn bi rengê qanûnî, fermî yan jî şênber bersiva xwe nedît.
Koordînatora Giştî ya SAMER’ê di çarçoveya daneyên lêkolîna dawî ya li qadê, pêvajoya salekê, rewşa lawaz a heyî û bandora vê yekê ya li civaka Kurd nirxand.
Li gorî vê yekê, bêdengiya dewletê û xwevegirtina ji avakirina zemîneke hiqûqî li qadê bûye sedem ku “bêbaweriyek” kronîk rû bide. Lê ya balkêş ew e ku li gel xitimîna siyasî jî Kurd li qada civakî pêvajoya xwe ya ‘çareseriyê’ û avakirina nasnameyê bi biryardarî dimeşînin.
‘PKK JI BO FRAKSIYONÊN KURD ÊN CUDA JÎ QADEKE GARANTIYÊ BÛ’
Yuksel Genç diyar kir ku biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî û fesixkirina PKK’ê li nava beşeke girîng a civaka Kurd destpêkê bû sedema şikestineke kûr a hestewarî û hesta ‘bê ewlehiyê’ bi xwe re anî. Yuksel Genç cihê vê rewşê li nava kodên civakî bi van gotinan vegot: “Di karên xwe yên wê demê de me dît kuk gelek kesên piştgirî nedidan PKK’ê lê belê li nava qadên cuda yên siyaseta Kurd bûn, li nava fraksiyonên Kurd ên cuda bûn, bêyî ku zanibin PKK ji bo xwe weke qadeke cihê baweriyê û garantiyê didîtin.
Lewma ev biryar bi carekê hesta ‘bê ewlekariyê’ ya mezin bi xwe re anî. Civakê xwe ne ewle dît. Sererastkirina vê hesta bi tirs û fikaran bi bersiva dewletê ya li biryara fesixkirinê dibû.”
‘PÊVAJO FERMÎ Û QANÛNÎ NÎNE’
Yuksel Genç destnîşan kir ku dewlet û hikumetê di nava sala derbasbûyî de çarçoveyeke qanûnî ava nekirin, vê yekê jî fikara li nava civakê mayinde kir û got, “Em dibînin ku dewlet û hikumetê di vê mijarê de pêvajoyeke qanûnî neafirandine. Hîn jî fermiyeteke pêvajoyê nîne. Yên ku pêvajoyê dimeşînin xwedî qanûnên çarçoveyê yên garantiyê nînin, muzakerevanê sereke yê pêvajoyê bi rengekî fermî û qanûnî nehate pênasekirin. Atmosfereke Tirkiyeyê, sîstemeke hiqûqî, siyasî û civakî ya guncaw nehate avakirin ku gerîla karibe li Tirkiyeyê vegere. Ji ber ku bi ti awayî gavên bi vî rengî nehatin avêtin, fikara li nava civakê dewam kir.”
‘ASTA QANIHKIRINÊ JI SÊ KESAN DAKET KESEKÎ’
Yuksel Genç ragihand uk encamên karê qadê yê SAMER’ê ku hefteya derbasbûyî pêk anî, radixe pêş çavan ku asta qanihbûnê ya civakê ya ji bo pêvajoyê gelekî kêm bûye û got, “Encamên vî karî mixabin nîşan dide ku baweriya bi serketina pêvajoyê ji sê kesan daketiye kesekî. Di nava beşa mayî de hesta serketina pêvajoyê di nava fikareke cidî de ye. Çarçoveya pêvajoya ji niha û pê ve çi dibe bila bibe, bendewariya esasî ya qadê ew e ku dewlet êdî bi gavan bersivê bide.
Lewma banga Bahçelî ya têkildarî Abdullah Ocalan û çarçoveyên ku pêşniyar dike, yan jî qanûnên vegerê, rê û rêbazên wê li qadê bi baldarî têne şopandin. LLê belê heta ku gaveke pratîkî neyê avêtin, ev rewşa bêbaweriyê mixabin wê dewam bike.”
‘HER KU GOTINÊN BAHÇELÎ BI CIH NAYÊ ANÎN, GIRANIYA WÎ JÎ DIKEVE BER LÊPIRSÎNÊ’
Di dewama axaftina xwe de Yuksel Genç bandora gotinên Devlet Bahçelî ya li nava gelê Kurd û fikarên ji ber wê rû dane bi vî rengî nirxand:
“Ti ji daxuyaniyên Bahçelî yên têkildarî pêvajoyê bi cih nehate anîn, ku ev yek bû sedem ku cihê Bahçelî yê li nava vê meseleyê ji aliyê gelê Kurd ve bê nîqaşkirin û hêza wî ya ku temsîl dike bibe cihê fikaran. Bahçelî di siyaseta Tirkiyeyê de ji sala 1999’an û vir ve di guherîna paradîgmayî de bi roleke girîng rabû û xwedî giraniyekê ye. Di sala 2002’an bidawîkirina wesayeta leşkerî û desthilatdarbûyîna AKP’ê û guhertina rejîmê ya 2015’an de jî ew heye.
Bicihnehatina gotinên kesekî bi vî rengî xwedî giraniyê li qadê dibe sedema pirsa ‘Gelo baskê dewletê yê ku Bahçelî temsîla wê dike ewqasî bê bandor e?’ û dibe mijara nîqaşê.”
‘KURD LI QADA CIVAKÎ PÊVAJOYA XWE DIMEŞÎNIN’
Yuksel Genç destnîşan kir ku li gel nêzîkatiya dewletê ya gavneavêtinê jî Kurd li qada civakî pêvajoya xwe dimeşînin û got, “Dibe ku dewlet pêvajoyê bi pêş ve nabe, lê belê Kurd bi pêş ve dibin. Kurd di demeke welê de ne ku pêvajoya avakirina nasnameya xwe û têkiliyên nasnameya xwe jinûve ava dikin. Ev rewş qadê zindî dike. Ruhê hevpar ê di dema êrişên li ser Rojava de û herî dawî jî kêfxweşiya li heman tiştî ya Amedsporê, nîşaney îlana nasnameyeke neteweyî û daxwaza hebûna wê nasnameyê li Tirkiyeyê ye.
Pîrozbahiyên şampiyoniyê yên Amedsporê ne tenê serketineke futbolê ya ji rêzê bû. Divê wele îlana wê yekê bê dîtin ku dibêje ji hunerê heta bi siyaset û sporê ez ê bi ziman, nasname û gotinên xwe hebim.”

