Di bin sîwana Wezareta Edaletê de ‘Serokatiya Daîreya Lêkolînkirina Sûcên Kiryar Nediyar’ ava bû. Hate eşkerekirin ku li Kurdistanê û Tirkiyeyê li 75 bajaran lêkolînkirina 638 dosya û 693 cînayetan hate destpêkirin. Li Amedê jî ji bo vê lêkolînê dozger hatin wezîfedarkirin û Baroya Amedê li ser mijarê hevdîtin bi dozgeran re kir. Di hevdîtinê de hate ragihandin ku dosya yên piştî sala 2002’an e û kuştinên kiryar nediyar an jî siyasî ne di nava vê lêkolînê de ne. Serokê Şaxê Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ercan Yilmaz anî ziman ku bi vê gavê re ne tenê edlî divê dosya hemû bêne lêkolîn û destnîşan kir ku bi taybetî divê dosyayên kiryar nediyar bêne lêkolîn, dosyayên hatine girtin jî jinûve bêne vekirin.
‘DI LÊKOLÎNA BÊ KIRIN DE KÊMASIYÊ CIDÎ HENE’
Yilmaz hin lîste û hejmara dosyayên kiryar nediyar ên li bajaran parve kir û got, “Beriya demeke kurt têkildarî avakirina saziyeke li Amedê hin nûçe derbas bûn. Di nava van nûçeyan de hin agahî hene ku bûyerên bêne lêkolîn ên piştî sala 2002’an e. Eger wê bi vî rengî bimeşe, hingî kêmasiyeke gelekî cidî ye. Ji ber ku li cografya Tirkiyeyê bi taybetî piştî salên 1990’î bi hezaran windakirina bi zorê, kuştinên kiryar nediyar û sûcên giran hatin kirin. Têkildarî van bûyeran jî biryarên binpêkirinê yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê heye. Li gel vê yekê jî dadgerî gavekê neavêje.”
‘DIVÊ HEMÛ PÊVAJO BI HEV RE BÊNE NIRXANDIN’
Yilmaz diyar kir ku divê Wezareta Edaletê pêvajoyê bi rengekî yekpare binirxîne û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Bi taybetî biryarên binpêkirinê yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yekser ji Wezareta Edaletê re têne şandin. Li ber destê Wezareta Edaletê lîstyeke van mafên binpêkirî heye. Lê belê dema ku qala kuştinên kiryar nediyar tê kirin, kuştina mirovan a ji ber meseleya Kurd û sûcên wezîfedarên cemaweriyê tê bîra mirovan. Em qebûl nakin ku ev yek kêm bê hiştin.”
‘DOSYAYÊN HATINE GIRTIN DIVÊ JINÛVE BÊNE VEKIRIN’
Yilmaz ragihand ku di vê mijarê de divê bi rêxistinên civakî yên sivîl re karekî hevpar bê meşandin û got, “Di vê mijarê de gelek dosyayên hatine girtin hene. Kerboran mînaka dawî ya vê yekê bû. Eger pêwîstî bi rûbirûbûneke ji dil hebe, eger lêkolîneke rastî divê, hingî pêwîste dosyayên hatine girtin jî bêne vekirin û dosyayên beriya sala 2002’an bêne lêkolîn. Hem dosyayên ku têkildarî wan biryara beraatê hatiye dayin, hem dem di ser re derbas bûne divê weke sûcê li dijî mirovahiyê bêne nirxandin. Ji ber ku em qala bûyerên lihevnekirina edlî ya navbera mirovan nakin.”
‘PÊWÎSTE BERSIV JI BENDEWARIYA GEL RE BÊ DAYIN’
Ercan Yilmaz got, ew qala wan sûcan dikin ku dewletê bi xwe da kirin, yan jî piştgirî da û ev bang kir, “Dema ku karekî bi vî rengî hate kirin divê gelek sûcên weke Komkujiya Licê, komkujiya gundê Alacayê, bûyerên Kerboranê jinûve bêne nirxandin.
Banga me ew e ku rûbirûbûn bi rengekî yekpare bê kirin û bêyî cihêkarî bê kirin bersiv ji bendewariyên civakê re bê dayin. Bi taybetî divê rûbirûbûn bi binpêkirinên mafên mirovan ên giran ên di salên 1990’î de bê kirin.”

