35 kesên ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Kirikkaleyê de hatin binçavkirin, piştî ragirtina li jendermeyan radestî edliyeyê hatin kirin. Li dû îfadeya li dozgeriyê gumanbar sewqî Dadgeriya Ceza y Sûlhê hatin kirin.
Dadgehê têkildarî 15 kesan biryara girtinê da. Têkildarî 2 kesan jî biryara girtina li malê, ji bo 18 kesan jî biryara berdana bi şertê kontrola edlî da.
Di çarçoveya lêpirsînê de 24’ê Îlonê şaredarê berê Ahmet Sûngûr û Osman Turkyilmaz jî di nav de têkildarî 37 kesan biryara binçavkirinê hatibû dayin.

