Li keştiya balafiran USS Eisenhower a Hêzên Deryayî yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) êvara Duşemê di dema daketina balafirekê de qezayekê rû da. Di bûyerê de çar personelên li keştiyê birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya Hêzên Deryayî, di dema daketinê de du pîlotan kursiya avêtinê bi kar anîn û ji balafirê rizgar bûn. Pîlot piştre ji aliyê tîmên rizgarkirinê ve ji deryayê hatin derxistin û rizgarkirin. Hate ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya pîlotan hatiye kontrolkirin, lê belê diyar nebûye bê birîndar bûne yan na.
Di daxuyaniyê de hate gotin, di dema qezayê de çar personelên li keştiyê birîndar bûn. Yek ji deryavanên birîndar jib o dermankirinê birin nexweşxaneyek li bajarê Norfolkê yê li eyaleta Virginiayê. Hate gotin, birîna wî ne cidî ye.
Hîn nehatiye eşkerekirin bê qeza çawa qewimî. Hêzên Deryayî yên DYE’yê têkildarî bûyerê dest bi lêkolînê kir, lê li ser sedema qezayê agahî neda.
Li USS Eisenhowerê destpêka salê karên lênihêrînê yên berfireh hatibû kirin.
Dema dawî li keştiyên balafiran ên DYE’yê ku di operasyonên leşkerî de gelekî têne bikaranîn, qeza û bûyerên teknîkî yên cuda qewimî.

