Zana Beybûn bi navê rast Newroz Yîgît, di nava çîroka koçberiyê ya malbata wî ya ji Botanê heta Başûr de, rojeke Newrozê li Wargeha Mexmûrê hate dinê. Bapîrê wî nav lê kir. Bapîrê Zana kadroyeke PKK’ê nas dikir ku navê wî jî Newroz bû. Her wiha ji ber ku di şeveke Newrozê de jî hate dinê, ev nav lê hate kirin. Zarokatiya Zana di şert û mercên zehmet ên kampên koçberiyê de derbas bû, 28’ê Çileya 2013’an tevlî nava refên gerîla bû. Piştî dewreya xwe ya ewilî ya perwerdeyê temam kir, derbasî Metîna bû. 12’ê Gulana 2017’an li Zapê şehîd bû.
Piştî ku HPG’ê di rojên dawî de li bajarên Kurdistanê şehadet ragihandin, taziyeyên komî hatin danîn. Ev taziye êşa hevpar a gel nîşan didin. Li bajarên ku şîneke giran lê heye, dayikên ku ewladên xwe ji dest dane êşên xwe bi sekneke serbilind hildigirin. Ev yek dîmenekî herî xurt ê vê şîna hevpar nîşan dide. Dayika Şîlan a ku li Rojava dijî û beriya bi salan kurê xwe li çiyayan oxir kir, îro mîna dayikên şehîdên din êşê di dilê xwe de hildigire.
Şîlan Yîgît behsa tevlîbûna kurê xwe ya li nava refên gerîla, 6 rojên ku li Metîna bi hev re derbas kirin û şehadeta wî kir.
ZAROKATIYEKE BI KOÇBERIYÊ DESTPÊ KIR
Naskirina Şîlan a malbata xwe, rastî salên koçberiyê ya ji Botanê heta Başûr tê. Malbata hevjînê wê sala 1992’yan ji Botanê koçî Başûrê Kurdistanê, Duhokê kir. Şîlan jî sala 1994’an zewicî û tevlî malbatê bû. Lê belê koçberî ji bo malbatê nebû destpêka jiyaneke bi ewle.
Dayika Şîlan got, “Dijmin bi ser mala me de girt û şewitand” û behs kir ku piştre derbasî kampa penaberan bûn û demek dirêj di şert û mercên pir giran de jiyan kirin.
Malbat li herêmeke nêzî Garê hate bicihkirin. Li vî cihê ku ti tiştên wan nebû û hatin, di carên ewilî de neçar man ku her yek ji wan li cem malbateke cuda bimînin. Piştre hatin ba hev û bi hev re jiyan kirin.
Dayika Şîlan bi van gotinan bal kişand ser zehmetiyên wê demê: “Di çadiran de em li ser naylonan dirazan. Hevalan ji bo me alîkarî kom kir. Tam di dema ku me xwe komî ser hev kir de, ambargo destpê kir.”
SALÊN AMBARGOYÊ
Şîlan diyar kir ku beriya ambargoyê ji bo koçber bikarin çandiniyê bikin, arazî ji wan re hatin dayîn û got, malbatê jî di vê pêvajoyê de amadekariyên zivistanê kir.
Dayika Şîlan ev tişt îfade kir: “Me hin tişt kom kiribûn. Me salça çêkiribû, me amadekariyên zivistanê kiribû. Piştre ambargoyeke 3 mehan destpê kir. Pêvajoya ambargoyê pêvajoyeke pir dijwar bû. Yê xwedî heywan ba, heywanê xwe serjê dikir lê belê xwê peyda nedikir.”
Piştî ambargoyê biryar hate dayîn ku her du kamp bibin yek. Derketina derveyî kampê jî xeteriyeke mezin bû. Dayika Şîlan anî ziman ku kesên hewl didan derkevin derveyî kampê, dihatin gulebarankirin.
Dayika Şîlan got, “Dema kesek çend metre ji kampê dûr ketiba jî, dihat gulebarankirin.” Destnîşan kir ku di wan salan de gelek kesên hewl didan bi rêyên qeçax xwarinê bigihînin kampan jî şehîd bûn.
DI ŞEVEKE NEWROZÊ DE JI DAYIK BÛ
Zana di dema ku Rêber Apo bi komploya navneteweyî dîl hate girtin de, di Newroza 1999’an de li Wargeha Mexmûrê hate dinê.
Navê Zana yê rast Newroz bû. Bapîrê wî ev nav lê kir. Dayika Şîlan bi bîr xist ku du sedem hene ku navê Newroz li kurê wê hate kirin. Yek ji van, bapîrê Zana kadroyeke PKK’ê nas dikir ku navê wî Newroz bû. Sedemê duyem jî ew e ku Zana di şeveke Newrozê de hate dinê.
Dayika Şîlan ragihand ku rojên kurê wê hate dinê, ew rû bi rûyê şert û mercên giran ên jiyanê bûn û ev tişt îfade kir: “Dema Zana ji dayik bû, çarşafek me jî nebû ku em pê Zana binixumînin. Min parçeyekî çadira xwe jê kir û ji Zana re pê quntax çêkir. Qasî 2-3 mehan di vê quntaxê de ma.”
Şîlan diyar kir ku piştî demekê dayikeke ku ji kampê çû Bakur, ji wan re mîqtarek pere anî û got, cara ewilî wê demê ji Zana re cil û berg kirîn.
Di vegotina Şîlanê de têkildarî jidayikbûna Zana bîranînek din jî heye ku piştî bi salan wê wate qezenc bike. Dayika Şîlan bilêv kir ku Zana hîna dema du rojî hinek heval hatin serdanê û got, wan hevalan henek dikirin ku dema Zana mezin bû wê tevlî şoreşê bibe.
Dayika Şîlan dît ku ev gotin piştî bi salan veguherî rastiyê û ev tişt got, “Zana bi rastî jî mezin bû û tevlî şoreşê bû.”
‘PIR JÎR BÛ, HER KESÊ JÊ HEZ DIKIR’
Dayika Şîlan anî ziman ku salên zarokatiyê yên Zana jî ji ya zarokên din cuda bû û got, “Di zarokatiya xwe de pir cuda bû. Pir jî bû, her kesê jê hez dikir.”
Dayika Şîlan behs kir ku Zana di salên zarokatî û ciwantiyê de perwerdeya medreseyê dît, dersa sazê dît û destnîşan kir ku cihê ew lê mezin bûyî jî ji têkoşînê dûr nebû.
Dayika Şîlan wiha got, “Weke malbat jixwe em ji tevgerê dûr nebûn. Timî em di nav de bûn.”
Zana 28’ê Çileya 2013’an tevlî nava refên gerîla bû. Lê belê Şîlan dema ku rojekê kurê wê nehat malê zanî ku tevlî bûye.
Dayika Şîlan got, “Rojeke ez li Hewlêrê bûm, min agahî wergirt ku Zana nehatiye malê. Bi wî rengî min zanî ku tevlî bûye.” Diyar kir ku ji ber ku zivistan bû, ew pir bi fikar bû.
‘RÊYA 6 SAETÎ JI MIN RE PIR DÛR HAT’
Piştî çend meh derbas bûn, dayika Şîlan derfet dît ku serdana kurê xwe bike. Zana piştî dewreya xwe ya destpêkê ya perwerdeyê temam kir, derbasî Metîna bibû.
Dayika Şîlan bilêv kir ku dema hevalan jê re agahî şand ku dikare Zana bibîne, kelecaneke mezin jiyan kir û xwarinên ku kurê wê jê hez dikin amade kir û bi rê ket.
Dayika Şîlan got, “Xwarinên ku Zana herî zêde jê hez dike, min amade kir û ez bi rê ketim. Rêya 6 saetî ji min re pir dûr hat.” Îfade kir ku dema gihişte Metîna bi hesreteke mezin kurê xwe hembêz kir û piştî xerîbiya xwe derbas kirin, çûn kamelyayê. Dayika Şîlan ragihand ku Zana destpêkê bi dengekî nizm ji wê pirs kir ku çi aniye û wê jî jê re got ku hemû xwarinên ku ew jê hez dike aniye.
Şîlan li Metînayê 6 roj bi Zana re derbas kirin. Şîlan diyar kir ku wan rojan kurê xwe kêfxweş û bi moral dîtiye û destnîşan kir ku ji jiyana gerîla û sekna Zana ya li vir bandor bûye.
Dayika Şîlan wiha axivî: “Min ew têra xwe kêfxweş û bi moral dît. Min fêm kir ku ev qas meh ez vala vala giriyame. Ez pir ji jiyan û liv û tevgerên wî yên li wir bandor bûm. Min hewl da ku hemûyan di jiyana xwe de zindî bikim.”
Sekna Zana ya li nava gerîla ji bo dayika wî ne tenê jiyaneke welê bû ku kurê wê hilbijart, di heman demê de veguherî tecrûbeyeke jiyana wê.
Dayika Şîlan got, “Min xeyal nedikir ku ez ê bibim dayika lehengekî wisa. Ev serbilindî bi min da jiyankirin.”
ŞOREŞA KU BERIYA ZANA DESTPÊ KIR, BI ZANA RE DEWAM KIR
Zana 12’ê Gulana 2017’an li Zapê şehîd bû.
Dayika Şîlan dema behsa şehadeta kurê xwe dike, êş û serbilindiyê bi hev re îfade dike. Got, “Ez bi şehadeta wî serbilind im.”
Şîlan jiyana Zana weke dewama têkoşîna ku beriya wî destpê kiriye, dibîne û got, “Ev şoreşa ku beriya Zana destpê kir, bi Zana re dewam kir. Zana şehîd bû, şoreşa me dewam dike.”
Ji bo Şîlan yek ji êşên herî mezin a piştî kurê wê maye, nebûna gora wî ye.
Dayika Şîlan got, “Xweziya goreke Zana jî hebûya. Ez çûbam ber serê wî rûniştibam, tiştên min jiyan kirine careke din vegotiba û rondikên xwe yên çavan rijandiba ser gora wî.” Dibêje ku îro dema diçe serdana şehîdgehan, dest dide gorên şehîdên din û hîs dike ku mîna dest dide Zana. Îfade dike ku lê belê yek ji xwestekên wê yên herî mezin ew e goreke ku navê kurê wî li ser heba.
Vê xwesteka xwe bi van gotinan tîne ziman: “Dema ez diçim şehîdgehê bila goreke şehîd Zana jî hebe ku ez bikarim dest bidimê.”
Dayika Şîlan diyar kir ku ew bi saya şehîdan hatine van rojan û destnîşan kir ku weke dayikeke şehîd ew azadiya Rêber Abdullah Ocalan dixwaze.
Dayika Şîlan bi van gotinan bendewariya xwe ya ji bo pêvajoyê bilêv kir: “Weke dayikeke şehîd, em azadiya Rêber Apo dixwazin. Em dixwazin ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk vê yekê pêk bîne.”
Zana beriya şehîd bibe, straneke ku ji bo dayik û dapîra xwe gotibû qeyd kir û ji wan re şand.
‘ÇIYA BÊ ZIMAN IN, KEVIR Û XAK BÊ DENG IN’
Dayika Şîlan hesreta xwe ya ji bo Zana bi helbestê vegot, xîtabî kurê xwe dike û lêgerîna dayikekê ya ji bo gorê jî vedibêje:
‘Kurê min… Îro dîsa sihareke cejnê ye,
Li vê xurbeta ku ez bêyî te derbas dikim, cigera min dişewite,
Goreke te tune ye ku ez werim cejna te.
Goreke te tune ye ku ez dest bidim.
Kurê min; ez biçim kuderê, te ji kê bipirsim,
Ji çiyayan, ji keviran, ji xakê?
Şahidên şehadeta te,
Çiya bê ziman in, kevir û xak bê deng in…
Niha ez diçim şehîdgehê kurê min,
Hingî ez dest bidim şehîdên li wir, ez ê te hîs bikim,
Mîna ku min dest daye te,
Ji ber ku ez ê li wir te bibînim…
Ew îfadeya te, tu jî îfadeya wanî.’

