Li welatê ku jiyana ekolojîk lê kêm bûye û krîza avhewayê zêde bûye, jiyana zindî tine tê hesibandin. Li hemberî vê krîza ku lêgerîna li petrolê, karên madenê û santralên termîkê diafirîne tedbîr nayê wergirtin. Santrala Termîkê ya Afşîn-Elbistanê ku bi salan e li ser Elbistanê û bajarên derdorê gefek e, yek ji mezintirîn tesîsên hilberîna enerjiyê ye ku bi komira linyit dixebite. Santralê ku destpêkê sala 1984’an piştre jî sala 2004’an dest bi hilberînê kir, ji ber kêmasiya sîstema paqijkirina gazê ya dûkêşê, hewayê gelekî gemarî dike. Li gel dozên li hemberî wê hate destpêkirin û nerazîbûna gel santral hîn jî dûyekî gemarî û bi jehr li derdorê belav dike.
Dîmenên dawî yên ku me li herêmê kişand, nîşan dide ku santral ne tenê zerarê dide Elbistanê her wiha zerarê li navçe û gundên derdorê jî dike. Ji dîmenên ji jorê ve hatine kişandin diyar dibe ku toz û dûman bi ser santralê ve ketiye û hewa li herêmê bi temamî qirêj kiriye. Li gorî modelên bandora tenduristiyê ya Zanîngeha Harvard û Yekîtiya Tabîbên Tirk belav kir, ji ber santralên termîk ên A û B ên Afşîn-Elbistanê tê texmînkirin ku di navbera salên 1984 û 2020’î de nêzî 17 hezar û 500 mirov beriya dema xwe jiyana xwe ji dest dan. Li gorî lêkolînek li nava gelê herêmê jî ji sedî 28,9 ê şêniyên herêmê bi nexweşiya pişikê, ji sedî 54 ê mirovên herêmê xwedî nexweşiyeke kronîk û ji sedî 23 zarokên kêmî şeş salî jî bêhna wan diçike.
Aktîvîstê Kooperatîfa Jinûve Avakirina Jiyanê Ahmet Guden li ser santralê axivî û bal kişand ser zerara wê ya li ser gelê herêmê. Guden diyar kir ku Santrala Termîk a Afşîn-Elbistanê bi salan e bandoreke cidî ya neyînî li çandinî, hawirdor û tenduristiya gelê herêmê dike û ragihand ku ev bandor ne tenê li qada tesîsê ye. Guden got, “Qirêjiya hewayê ya ji ber emîsyonê, qadên depokirina xweliyê û madenkariya komirê rû dide, bi bandora bê li qadeke ji dehan kîlometreyî belav dibe. Hewa, av û xak parçeyên heman ekosîstemê ne. Yek ji van dema qirêj dibe, bandoreke cidî ya gemarîbûnê li yên din dike.”
Guden anî ziman ku sîstema fîltreyê bi xurtî naxebite û diyar kir ku Deşta Elbistanê yek ji qadên herî girîng ên çandiniyê yê Tirkiyeyê ye, lê belê metalên giran û gazên gemarî bandoreke neyînî li hilberîna çandiniyê dike. Guden di dewama axaftina xwe de got, “Ev qirêjî bandora yekser li bexçeyên fêkî, çêrgeh, çavkaniyên avê û jiyana xwezayî dike. Em ne li dijî teknolojiyê ne. Lê belê dibêjin ku divê teknolojî bi xweza û jiyana ekolojîk re di nava ahengiyê de bê bikaranîn. Em feraseteke hilberînê ya ku jiyana mirovan, hevsengiya ekolojîk û mafê nifşên paşerojê binpê dike ti carî qebûl nakin.”

