Di dîroka me Kurdan de her serdemek bi qehremanekî ve hatiye nasîn û mûhra xwe li dîroka berxwedaniyê xistiye. Di sedsala 21’an jî bi pêşengtiya Rêber Apo ve nasnameya qehremanbûnê xwe li dika serdemê dixe. Di cewhera gotina xwe de dixwazim bêjim ku qehremanê sedsalê Rêber Apo ye û gerîlayên Kurdistanê ne.
Weke tê zanîn li Bakurê Kurdistanê bîranîna şehîdên Tevgera Azadiyê tê darxistin. Bi sedan kes li dora şehîdên xwe kom bûne û wan oxir dikin. Helbet ev tenê bîranînek nîne, ev kombûn îfadeya têkoşîna salane. Ger ku îro bi rihetî şehîdên doza Kurd tên pêşwazî kirin, bi saya ked û berxwedaniya qehremanên me ne. Me li jor jî da diyar kirin ku qehremanên serdemê kî ne, belê Rêber Apo û şagirtên fikra azadin. Em dikarin hinekî li çend salên berê vegerin û bînin bîra xwe ku malbatên me bi çi awayî zarokên xwe pêşwazî dikirin. Ji ber siyaseta qirkirin û tecrîdê ve, şehîdên me di qutiyan de radestî malbatan dihatkirin an jî qet nedihatin radestkirin. Ji ber ku navê Kurdbûnê li seranserî Tirkiyê qedexe bû heta herambû ku were gotin. Kesê ku navê Kurdbûnê bigotana diviyabû ku bi piste pist bilêv bikira, şehîdên me bi zor û berxwedaniyê ve dihatin bibîranîn. Lê em heybeta pêşwazîkirina şehîdên xwe îro li Bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyê dibînin. Bi şîara BÊ SEROK JIYAN NABE, ŞEHÎD NAMIRIN lehengên Kurdistanê tên bibîranîn. Ev yek ji ked û projeya Rêber Apo ya aştî û civaka demokratîke. Divê em van rastiyan baş bibînin û li gor wê nêz bibin. Ger ku keda Rêber Apo û berxwedaniya gerîlayan nebûya, ne pêkan bû ku bi heybetekî wiha şehîdên me bihatina pêşwazî kirin.
Du sal li ser projeya Rêber Apo re derbas dibe kesên ku naxwazin aşitiya civakî çêbibe kelekela wan e. Her carê bi gotinên bê wate dixwazin ku projeya Rêber Apo xira bikin, lê belê Rêber Apo bi israr, hêz û îradeya azad ve li beramberî provakatoran disekine. Dibe ku ji bo bîranîna şehîdan jî bixwazin hin tiştan bikin û hewilbidin rastiya berxwedaniya me berovajî bikin. Lê belê gelên me divê li beramberî van kiryaran hişyar bin. Ji ber ku em gelekî xwedî dîrokek a berxwedaniyên muazamin. Berxwedaniya ku di dîroka me de hatiye jiyîn di dîroka tu gelî de nehatiye jiyîn. Helbet em berxwedaniyan gelan kêm nabînin, lê belê biqasî ku gelê Kurd li ber xwe daye, ti kesî ev yek nekiriye. Ji ber ku gelê me bi her awayî rastî pença qirkirinê hatine, hemû zordarên ku hatine ser xaka Kurdistanê hewildana para gelê Kurd bixwin. Ji ber vê sedemê nasnameya me li ber deriyê nasînê ye divê ku bi her awayî em xwedî li van rojên dîrokî derbikevin.
Bajarê Amedê jî divê berxwedaniyê de xwedî rol û kedekî mezine. Çawa ku Şêx Seîdan heya Nûman û Delalan desmala berxwedanî û azadiyê li ba kirin îro bi heman ruhî desmala azadiyê tê bakirin. Amed ew bajarê ku deriyê xwe ji 78 an da ji ewladên şoreşger re vekiriye. Yekemîn kongereya PKK’ê li Amedê hat lidarxistin, yekemîn berxwedaniya ku şopa xwe di dîrokê de hêla berxwedaniya zindana Amedê bû. Ji ber vê yekê em dibêjin ku Amed û gelên wê dendika şoreşa Kurdane. Heval Kemal, M. Xeyrî, Akîf, Necmî û hemû berxwederên zindana Amedê şopa têkoşîna xwe li Amedê hêlan. Ger ku gelê Amedê xwedî îradeyekî ji polane bingeha wê ji berxwedaniya zindanan tê. Yanê mamosteyê wan Hevalê Mazlûm Doxan û Rehşane, Çiyager û Nûcanin. Sûr xwediyê têkoşîna xweseriyê ye, Licê xwediyê avakirina Tevgera Azadiyê ye. Bi sekna van bajaran îro Zîlan, Armanc, Agir û hevalên xwe li navenda têkoşîna qehremantiyê muhra xwe li serdemê xistin. Îro dayîk, bav, heval û hogirê wan soza domandina doza wan didin. Bi heybet, îrade û seknekî bi hêz dayikên me li qada bîranînan ewladên xwe oxir dikin. Ew dayîka ku gotiya Armancê min dayikeke ku ji dilopên ava serxwebûnê av vexweriye, ne hêsrên wê ne jî kezeba wê li ber rêka wê ya azadiyê dibe asteng. Hemû nirxên xwe dike feda ta ku rojên bi ewle ji neviyên xwe re biafirîne. Bavê delal jî bi helbesta xwe ya ku li ser keça xwe nivîsiye wiha dibêje “Tu û hevalên te bûn helbesta ser zimanê min”, wî bavî dilsoziya xwe ya ji Kurdewariyê re birîna xwe bi nivîsandina helbestan ve dikewîne. Dîroka me xwedî dayik û bavên wiha ne ku di oxira serxwebûna xwe de ewladên xwe yên binirx didin. Belê ev nasnavê berxwedaniya me ye. Hebûn û nasnameya me bi seknên wiha teqez dibe. Helbet em vê yekê baş dibînin ku Rêberê gelan Rêber Apo mîna volkanekî gelê azadîxwaz avakir. Ji ber we ji careke din emê vegerin keda Rêber Apo û jêre bêjin egîdê gelê kevnar.
Rêber Apo got; ‘kesê li ser nirxê şehîdan xwe bide jiyankirin, ew kesên dûrî pîvanên exlaqî ne’ îro şehîdên me li seranserî Kurdistanê tên biranîn. Helbet pêşwazîkirina wan hevalan tenê bi çend rojên şîngirtinê divê nebe. Bîranîna wan divê di her yek ji me de vegere avakirina pîvanên azadiyê. Her keseke ku xwedî pîvanên Kurdewariyê ye, divê ku di qada têkoşînê de cih bigire û bibe xwedî kedekî ku layiqî bîranîna şehîdên me be. Şehîdên me jî ev yek ji me dixwestin. Di biryar û gotina wan de her tim avakirina jiyanek azad û gelê azad hebû. Ji ber vê sedemê li gund, bajar û kolanên me divê xebatê wan hevalên şehîd bên kirin.
Em dizanin ku Tevgera Azadiyê li ser dilsoziya şehîdan ve xwe domandiye. Ji gotinên hemû rêhevalên gerîla em vê dibihîsin ku “ŞEHÎD PAŞAROJ Û PÊŞEROJÊN ME NE”. Em ji vê yekê famdikin ku çiqas nirxê şehîdan giranbûhaye. Her şehîdek lehengeke û efsûneyeke. Wan bi keda xwe ya salan hewildan ku xwedî li nirxên xwe yên Kurdewarî derbikevin. Bê ku teredût jiyan bikin, bê ku bikevin dûv jiyana takekesî canê xwe dan welat. Wan hevalan girêdana jiyana azad heya dawiyê daxwaz kirin û pêkanîn. Îro jî li benda me ne ku em xeyalê wan bi tevlîbûn û serkeftina projeya aşitî û civaka demokratîk misoger bikin. Çi dibe bila bibe, hêza serkeftina hebûna xwe divê em biparêzin û bi hevre xwedî lê derbikevin. Di rastiya Rêberê azad de xwe ji sîstema serdestan dûrbixin û nirxên xwe yên cewherî biparêzin. Me di sernivîsa xwe de jî da diyar kirin ku dîroka me îfadeya berxwedaniya me ye. Em çiqas li beramberî pergala ku mirovahiyê ji mirovbûnê dûrdixe berxwebidin û di reseniya xwe de israr bikin, emê ewqasî biserbikevin û bibin xwe. Nexşerêya xwe bi pîvanên şehîdan ve, diyar bikin. Xwe di xeta wan de avabikin û bixûliqînin. Afirandina kesayetek azad, pîvanên şehîd pêkanîn e. Ji ber vê sedemê em di dawiya nivîsa xwe de dibêjin şehîdên me hebûn û reseniya me ne, em bi hevre wan bi serkeftina naskirina hebûna Kurdan ve xwedî li wan derbikevin.

