Şehîd Şemal ku çar sal berê ji aliyê dewleta dagirker a Tirk ve hate qetilkirin, êvarê bi merasîmekê hate bîranîn. Gelek jin, welatparêz û malbatên şehîdan beşdarî merasîmê bûn û soz dan ku rêya şehîd Şemal û hemû şehîdan bidomînin.
Peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik a bi boneya 4’emîn salvegera şehîdkirina Mamosta Şemal hate xwendin. piştre sînevîzyona li ser jiyana şehîd ji temaşevanan re hate pêşkêş kirin. Her wisa piştîş sînevîzyonê, rojnamevan Saman Kerîm axivî û got; “Dijminan, Şehîd Şemal tenê bi fîzîkî ji Kifrî, Germiyan û Kurdistanê standin. Lê ew bi ruh û fikrî her tim di nav me de dijî.”
Necîbe Omer jî di merasîma bîranînê de axaftinek kir û got: “Mamosta Şemal her tim li dijî hişmendiya jinkujiyê di warê civakî û wekheviya di navbera jin û mêran de têkoşiya. Wî dikaribû hemû pirsgirêkan li ser bingeha diyalogê û dûrî şer çareser bike. Her wiha felsefeyeke wî ya jîngehparêzî ya reftar û aqil fikrî hebû. Divê gelê me her tim li dijî herêmîbûn, malbatperestî, mezhebperestî û nijadperestiyê şer bike. Ji ber ku Şemal her tim ji bo vê yekê têkoşiyaye. Her wiha hewl da ku di navbera hemû kesan de di civakê de yekîtiyek demokratîk pêk bîne.”
Her wisa kurê Mamosta Şemal, Kawa Şemal jî di axaftina xwe ya bîranîna bavê xwe de wiha got; “Çar sal berê dijminan bavê min, Mamosta Şemal şehîd kirin. Ji ber ku di 20 salên beriya şehîdbûna wî de, wî nasname û dîroka vî bajarî analîz kiribû û sînorên Kurdistanê bi atlasan xêz kiribû. Wî bi têkoşîna xwe dijminên xwe jî hêrs kir, ku ev yek bû sedem ku dijmin wî hedef bigire û şehîd bixe.”
Di dewama merasîma bîranînê de, li ser gora Şehîd Mamosta Şemal, ji aliyê çalakvan Selah Mihemed ve gotarek hate xwendin û tê de wiha hate gotin; “Pirtûkên Mamosta Şemal bêrûmetî û şêlûkirina dîroka Kurdan bi şiklê tofanekê ji holê rakirin û di nivîsandina dîrokê de guhertinên mezin çêkirin.”
Her wisa pirtûka “Bahoza Dîrokê” li ser gora Şehîd Şemal pêşkêşî beşdarên bîranînê hate kirin. Beşdaran soz dan ku rêya şehîdan bidomînin û bi vî awayî merasîma bîranîna Şehîd Şemal bidawî bû.

