Listîkvan û mamosteya Beşa Şanoyê ya Zanîngeha Kadîr Has Têlbe Saran a ku wê îsal Xelata Rûmetê ya Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn a Antalyayê werbigire li ser têkiliya i navbera aştî û hunerê de ji ANF re axivî.
Tîlbe Saran li ser gelo huner wê çawa bersivê bide pêşdarazan ev tişt anî ziman: “Huner rasterast pêşdaraziyê naşkîne, lê pir caran ew dikare wê bihejîne. Şano, sînema û wêje di vî warî de qadên bihêz in. Xwendevan an temaşevan tenê vê ramanê naxwînin, guhdar nakin;. ew ji bo demek diyarkirî dibin beşek ji cîhana kesekî din. Pêşdaraziya ku em li ser kesek an rewşekê dikin pir caranji ber wekî ‘kategoriyek’ dibînin diqewime. Lê huner kesê li pişt kategoriyê dide xuyakirin. Mînak dema ku nasnameyek wekî ‘koçber’, ‘girtiyek’, ‘kal û pîr’ an ‘astengdar’ vediguhere çîroka kesî, têgihîştin dikare biguhere. Ji ber ku em empatiyê dikin. Huner nêrîna hatiye hînbûn xira dibe. Dikare tiştê ku em wekî ‘rast’ qebûl dikin serobino bike. Vegotina pêşdsraziya xelet tiştekî din e, lê hevrûbûna bi hestyarî ya temaşevanan bi wê pêşdaraziyê re tiştek din e. Ezmûna hestyarî guhertinê diafirîne.”
‘HÊZA DI ZIMANÊ JINÊ DE VEDIGUHERE HEVGIRTIN Û MUZAKEREYÊ…’
Tîlbe Saran li ser jinên ku barê giran ê pevçûn û tundûtûjiyê hildigirin jî axivî û wiha berdewam kir: “Dengê jinan dikare encamên nedîtî yên tundûtûjiyê bide xuyakirin. Şer û pevçûn pir caran bi rêya pevçûna çekdarî li eniyên pêş têne vegotin. Lê jin bi encamên wekî koçberî, zêdebûna keda lênêrînê, xizanî, tundûtûjiya zayendî, parçebûna malbatan û ne domandina jiyana rojane û ya herî hêsan jî bi encamên ku ukare zikê xwe têr bike re re jî rû bi rû dimînin. Tecrûbeya jinan dikare pirsa ‘şer wê kengî bi dawî dibe’ bi ‘encamên civakî û mirovî yên şer wê kengî bi dawî dibin?’ were berfirehkirin. Wê gavê dikarin têgeha ‘ewlehiyê’ ji nû ve were pênasekirin. Di cîhana mêran de gelek caran hêz tê wateya serwerî, kontrolkirin û têkbirina aliyê din, lê di zimanê jinan de hêz vediguhere kapasîteya ‘bi hev re kirin’, muzakerekirin, hevgirtinê ava bikin û veguherînin. Yanî li şûna ‘wê kî bi ser bikeve’ pirsa ‘em ê çawa bi hev re bijîn’ derkeve pêş.
‘JI BO AŞTÎ, EDALET, WEKHEVIYÊ JIYANA BINGEV RE PÊWÎST E’
Tîlbe Saran li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî rawestiya û diyar kir ku bêdengkirina çekan hîn jî nayê wateya ‘aştiyê’ û wiha pê de çû: “Bêdengkirina çekan nayê wateya aştiyê. Ji bo aştiyê edalet, wekhevî, tamîrkirin, bîranîn û kapasîteya hevjiyanê hewce dike. Tevrûbeya jiybaê ya jinan a piştî şer dikare wekî aştiya rojane were avakirin. Ziman diguhere: şêwazê têkiliya bi ‘yê din’ re dibe biguherîne. Her çiqasî aliyê din pir caran wekî dijmin, gef an kesayetek ku were hilweşandin tê dîtin jî, bi nêrîna femînîst dikare mirovahiya aliyê din dîsa were xuyakirin. Ev ne înkarkirina şer e; ew tê wateya hevgirtina çareseriya ku bêyî aliyên şer ji mirovahiyê derkevin.
Li vir derfeteke pir taybet a şano û sînemayê heye. Şano dikare ji têgeha razber a ‘yê din’ were derxistin û veguherîne bedenek, dengek, çîrokekê. Axaftina li ser şer tiştekî din e; rûniştina li hember jinek ku kurê xwe di şer de winda kiriye tiştekî din e. Paneberek wekî ‘koçber’ pênaserkirin tiştekî din e; guhdarîkirina çîroka wan tiştekî din e. Gotin ‘dijmin’ tiştekîdin e; dayik, keç û xwişka dijmin li ser dikê dîtin tiştekî din e. Yanî şano zimanê aştiyê ne tenê li ser gotinan, di heman demê de li ser pêşwazîkirinê dikare were avakirin.”
‘GER REHÊNE BÊN BERDAN Û VEGERIN SER RÊGEZÊN DEMOKRASIYÊ WÊ PIŞTGIRIYA PÊVAJOYÊ ZÊDE BIBE’
Tîlbe Saran li ser pirsa me ya li ser hunermend û akademîsyenên ku di vê heyamê de beşdarî civakîbûna aştiyê bûne, berpirsiyariyên desthilatê bi bîr xist û wiha bersiv da: “Beriya her tiştî ji bo bawerî bi dilsoziya desthilatê were divê baweriyî nû bike. Divê îspat bike ku ji ‘serweriya hiqûqê’ ya hatiye peritandin vegere rêgezên demokrasiyê. Demildest berdana kesên ku bi neheqî rehîn hatine girtin, biryarên ku hesta edaletê ya raya giştî şikandine bi lez di ber çavan de bên derbaskirin, ev yek tenê bi misogeriya nêzîkatiyeke mayînde be, civaka parçebûyî dikare dîsa bên cem hev û bi hêvî li pêşerojê binêre. Tenê wê gavê hunermend û akademîsyen dikarin vegerin qadên ku jê hatine vekişandin.”
Tilbe Saran anî ziman ku ew kesên ku fikarên wan li ser pêvajoyê hene ne neheq in û wiha domand: “desthilat gelek caran me xapand û gelek caran me bêhêvî kiriye. Baldarbûn gelekî xwezayî ye. Yên ku wê baweriyê ava bikin ne kesên ku fikarên wan hene, yên ku bûne sedema vê fikarê ne.”
‘AZADIYA HUNERMENDÊ KURD WÊ WAN TEŞWÎQÎ HÎLBERÎNÊN NÛ BIKE’
Tîlbe Saran, bal kişand ser girîngiya azadiya hunermendên Kurd û wiha berdewam kir: “Cihêrengî dewlemendî ye. Çawa ku tenê celeb xwarinê dibe sedema mirinê, dema ku çandin din negihêjin çavkaniyên din wê lawaz dibin, bibin yek tîp û sê bê giyan bibin. K9mbûna bi cûda re wê hemû eniyan teşwîqî hilberînên nû bike. Mînak tê zanîn ku hunermendên ku di sala 1453’an de ji Stenbolê reviyane bandorek mezin li ser Ronesansa rojava kirin.”
Listîkvan Tîlbe Saran gotinên xwe bi peyama “Divê em hêviya xwe zindî bihêlin” bi dawî kir.

