Parlamentera dema berê ya HDP’ê û aktîvîsta Tevgera Jinên Kurd Dîlan Dîrayet Taşdemîr, tevlîbûna jinan a di rêveberiyên herêmî de, pergala hevseroketî û temsîliyeta wekhev û nîqaşên li ser xweseriya herêmî ji ANF’ê re nirxandin.
Dîlan Dîrayet Taşdemîr, diyar kir ku cihgirtina wekhev a jinan di mekanîzmayên biryardanê de mercê bingehîn ê demokrasiya herêmî ye û got: “Tevlîbûna jinan çiqas zêde be, demokrasiya herêmî û siyaset ewqas azad dibe.”
Dîlan Dîrayet Taşdemîr, destnîşan kir ku Tevgera Jinên Kurd tevlîbûna wekhev a jinan a di siyasetê de wekî pîvana sereke digir dest û diyar kir di sîstemeke ku jin di mekanîzmayên biryardanê de cih nagirin de mirov nikare behsa demokrasiya herêmî ya rastîn bike. Dîlan Dîrayet Taşdemîr, bal kişand ku jin li seranserê cîhanê di gelek aliyan de ji siyasetê heta aboriyê rastî newekheviyê tên û got: “Heke em cîhanê ji nû ve bikin cihê wekhev û adil, ev pêvajo tenê bi tevlîbûna jinan dikare dest pê bike.”
Dîlan Dîrayet Taşdemîr, da zanîn ku pergala hevseroketî û temsîliyeta wekhev encama têkoşîneke dirêj e û got: “Bidestxistina van mafan a ji aliyê jinan ve bi carekê re nebû; encama ezmûneke têkoşînê ya 40-50 salan e ku tijî bedel e.” Dîlan Dîrayet Taşdemîr, anî ziman ku jin di vê pêvajoyê de ketin zindanan, hatin sirgûnkirin û jiyana xwe ji dest dan û diyar kir ku pergala hevseroketiyê tevkariyê li veguherandina hişmendiya civakî jî dike.
Dîlan Dîrayet Taşdemîr, diyar kir ku ezmûna jiyana wê bixwe jî parçeyek ji vê veguherînê ye û anî ziman ku ew li gundekî Agiriyê, di nava malbatek Kurd a kevneşop û ne dewlemend de mezin bûye. Dîlan Dîrayet Taşdemîr, destnîşan kir ku di feraseta siyasetê ya kevneşopî de mêr tehmûl nakin ku jin di qada siyasetê de cih bigire û got ku tevgera jinan di vê wateyê de pêşketineke xurt a çînî û civakî çêkiriye.
Dîlan Dîrayet Taşdemîr, bal kişand ku xweseriya rêveberiyên herêmî ji bo tevlîbûna jinan a di siyasetê de jî girîng e û diyar kir ku avaniyên navendîparêz îradeya herêmî lawaz dike. Dîlan Dîrayet Taşdemîr, teqez kir ku pirsgirêkên herêmî divê bi tevlîbûna gel û jinên li wê herêmê dijîn bên çareserkirin.
Dîlan Dîrayet Taşdemîr, behsa têkiliyên xwe yên bi tevgerên jinan ên li Ewropayê re jî kir û got ku jin li welatên cuda jî rasta pirsgirêkên wekî cudakarî, newekhevî û tundiyê tên, lê belê li Ewropayê mekanîzmayên hiqûqî û sazîbûn yên bihêztir ku jinan biparêzin hene.
Li ser siberoja têkoşîna azadiya jinan jî Dîlan Dîrayet Taşdemîr, diyar kir ku tevgera jinan daneheveke girîng ava kiriye, lê têkoşîn bidawî nebûye. Dîlan Dîrayet Taşdemîr, anî ziman ku divê li gorî mercên civakî yên nû û daxwazên jinên ciwan ên tên guhertin adaptasyon bê kirin û got: “Ez difikirim ku di awayê siyaseta siberojê de ezmûn û aqilê jinan dê bibe xwedî cihê veguherînê.”

