Hinek dermanên ku di tedawiya penceşêrê de tên bikaranîn, ji ber ku gelekî biha ne, barek giran dixin ser milê nexweş û malbatên wan. Ji ber ku Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) mesrefa van dermanan pêşwazî nake, nexweş û malbatên wan dibin qurbanê vê rewşê. Her çend hinek dermanên biaqil û immunoterapiyê bi hin şert û mercan ketibin çarçoveya dayînê jî, hemû nexweş nikarin ji vê derfetê faydeyê bibînin.
Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgen, derbarê pirsgirêkên ku nexweşên penceşêrê di peydakirina dermanan de dijîn de ji ANF’yê re axivî.
‘TEDAWÎKIRINA PENCEŞÊRÊ TÊKOŞÎNEKE DRÊJ Û BI ALOZ E’
Veysî Ulgen da zanîn ku penceşêr nexweşiyeke ku dikare bi lez belav bibe û tedawiya wê demeke dirêj didome. Ulgen, destnîşan kir ku di tedawiya penceşêrê de gelek dermanên cûda tên bikaranîn û anî ziman ku hinek dermanên penceşêrê ji aliyê SGK’yê ve nayên dayîn û nexweş ji bo ku bigihêjin dermanan di pêvajoyên burokratîk û qanûnî yên dirêj re derbas dibin.
Ulgen got, “Tedawîkirina penceşêrê ne mîna nexweşiyên din e. Demeke dirêj didome û gelek derman tên bikar anîn. Pêşî ji aliyê bijîşk ve raporeke ku pêdiviya nexweş bi wî dermanî heye tê amadekirin. Piştre ji saziyên navneteweyî agahî tê xwestin ku ka ew derman ji bo tedawiya penceşêrê pêwîst e an na. Di vê çarçoveyê de ji saziyên mîna FDA’ya DYE’yê û EMA’ya Ewropayê agahî tê xwestin.
Piştî van belgeyan, ji bo ku heqê derman bê dan, serî li dadgehê tê kirin û daxwaza biryara sekinandina birêvebirinê tê kirin. Berê ev biryara sekinandina birêvebirinê hinekî bi fayde bû. Bi kêmî ve piştî ku biryara sekinandinê dihat girtin, peydakirina derman hêsantir dibû.”
Ulgen bal kişand ser wê yekê ku di dema dawî de biryarên sekinandina birêvebirinê kêmtir tên dan û got ku ev rewş jî gihîştina dermanan zehmetir dike.
‘NEXWEŞ DI PÊVAJOYA TEDEWIYÊ DE DEMÊ WINDA DIKIN’
Ulgen destnîşan kir ku karûbarên burokratîk û hiqûqî yên ji bo wergirtina dermanan dibin sedema windakirina demê di tedawiya nexweşan de û wiha domand: “Ji bo wergirtina dermanekî penceşêrê, amadekirina raporan ji aliyê bijîşkan ve û serlêdana ji saziyan re pêvajoyeke ku pir demê digire. Di vê pêvajoyê de mixabin em piraniya caran nexweşên xwe winda dikin.”
Ulgen anî ziman ku ji ber vê yekê hinek nexweş hewl didin dermanên xwe bi derfetên xwe bikirin.
‘NEXWEŞ NEÇAR DIMÎNIN MAL Û EREBEYÊN XWE BIFROŞIN’
Ulgen diyar kir ku hinek dermanên penceşêrê pir biha ne û nexweş ji bo mesrefên dermanan rûbirûyî zehmetiyên mezin ên madî dibin û got: “Wek mînak mirov mal û erebeyên xwe difiroşin. Kampanyayên alîkariyê didin destpêkirin. Ji derdorê derman û deynan kom dikin.”
Ulgen anî ziman ku nexweş deyn û krediyan dikişînin û nikarin deynên xwe bidin. Ulgen, anî ziman ku heke nexweşek nikare xwe bigihîne dermanan ev yek pirsgirêka tenduristiyê ya hemû civakê ye.
‘DIVÊ XIZMETA TENDURISTIYÊ WEKHEV Û BÊPERE BE’
Ulgen diyar kir ku divê xizmetên tenduristiyê ji bo herkesî wekhev û bêpere bin. Ulgen, got dermanên ku ji aliyê zanistî ve hatiye îspatkirin di tedawiya penceşêrê de bi kêr tên, divê di dema xwe de bigehêjin destê nexweşan û wiha dewam kir: “Heke bikaranîna dermanekî di tedawiya penceşêrê de bi awayekî zanistî hatibe îspatkirin, divê ew derman teqez di dema xwe de bê peydakirin.”
Ulgen diyar kir ku fikara negihîştina derman hest û psîkolojiya nexweşan neyînî bandor dike û ev rewş pêvajoya tedawiyê jî zehmetir dike.
‘NEXWEŞ BÊYÎ KU BIGIHÊJIN DERMANÊN XWE JIYANA XWE JI DEST DIDIN’
Veysî Ulgen got ku gelek nexweş nikarin di dema xwe de bigihêjin dermanên xwe û ev yek dibe sedema encamên pir giran û wiha axivî: “Rêjeyeke mezin a mirovan jixwe beriya ku bigihêjin van dermanan jiyana xwe ji dest didin.”
Ulgen diyar kir ku divê dermanên ku ji aliyê zanistî ve ji bo tedawiya penceşêrê hatine pejirandin amade bin. Ulgen, xwest ku dermanên ji aliyê bijîşk ve tên nivîsandin bi lez bigihêjin nexweşan û got: “Pêwîste astengiyên burokratîk werin rakirin. Heke mekanîzmayên dadwerî hebin, divê ew jî werin lezkirin.”

