Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê bi boneya çaremîn salvegera Şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” daxuyaniyek belav kir.
Daxuyanî wiha ye:
‘‘Çar sal di ser kuştina Jîna Emînî û Şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” re derbas dibin. Weke Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê, em bi giringî û nêzîkayetiyeke berfireh li vê qonaxa dîrokî dinêrin ku bûye xaleke werçerxê di peywendî û piştgiriya xebata Kurdistanê û navçeyên din ên Îranê de li dijî desthilatdariya Komara Îslamî. Ev şoreşa ku berdewamiya dehan salan a xebata ji bo rizgarî û azadiyê ye, di heman demê de têkoşîna jinan a ji bo bidestxistina mafên wane ku bi tevgera mafxwaz a Kurd re bibû yek.
Tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” piştî şehadeta Jîna Emînî, bi pêşengiya jin û ciwanên Kurdistanê serî hildan û bi lez bû tevgereke seranserî ya siyasî û civakî li hemû Îranê. Vê qonaxê ku ji serhildanên Kurdistanê destpê kir, di berdewamiya xwe de şêwazên cuda yên xebatê mîna grev, nerazîbûna xwendekaran û pîşeyan li xwe girt. Amadebûna berfireh a jin û ciwanan û tevlîbûna çîn û pîşeyên cuda yên civakê, bû sedem ku ev tevger bi sînor nemîne û bibe gotarek giştî ya li ser azadî, rûmeta mirovî û rûbirûbûna cudakarî û bêdengkirinê.
Pêşveçûna nerazîbûnan li bajarên cuda yên Îranê, xwepêşandanên zanîngehan, grev, çalakiyên pîşeyî û yên karkeran, merasîmên çileyê şehîdan û her wiha belavbûna nerazîbûnan di navbera neteweyên din de, bi taybetî li Belûcistanê, da xuyakirin ku ev tevger xwedî hêzek mezin a ji bo girêdan û yekxistina daxwazên cuda. Yek ji taybetmendiyên herî giring ên vê şoreşê, nêzîkbûn û gihîştina hev a daxwazên jinan, ciwanan, xwendevanan, neteweyan, çîn û çînên cuda yên civakê di nav çarçoveyeke hevpar de bû.
Ji nêzîkayetiya stratejîk ve, ezmûna Tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” îspat kir ku di erdnîgariya Îranê de hêz û taybetmendiya avakirina tevgereke giştî heye, ku ji bo pêkanîna guhertinên bingehîn, seferberkirina enerjiya nerazîbûnan û lihevhatina siyasî û bernameyeke hevpar a ji bo paşerojê pêwîste. Her wiha ezmûna vê tevgerê nîşan da ku daxwazên jinan, azadiyên medenî, mafên neteweyî û daxwazên çînên cuda yên civakê, heke di nav çarçoveyeke hevpar de bi pêş ve biçin, dibin hêzek ji bo mîsogerkirina mafan û pîvanên wekheviyê.
Niha û piştî çar salan, jiyana xelkê ji aliyê aborî, civakî û siyasî ve gihîştiye rewşa herî xirab. Enflasyona bêsînor û bêkarî, rêjeya hejariyê li Kurdistan û Îranê gihandiye lûtkeyê û jiyana çîna hejar û karkeran hilweşandiye. Ev rewş encama rasterast a polîtîkayên rejîmê yên li navxwe û derve ye, ku çavkanî û dahata xelkê ji bo şerxwaziyê xerc kiriye û “siyaseta marjînalîzekirinê” (bêparhiştinê) li Kurdistan û navçeyên din ên herêmî pêk tîne.
Di heman demê de, pêla girtina çalakgerên siyasî, sivîl, jinan, çandî, hawirdorparêz, karker û mamosteyan gihîştiye astekî bêhempa. Bikaranîna cezayê îdamê, zindankirin û êşkenceyê weke amûrên bêdengkirin û tirsandinê ji aliyê rejîmê ve li seranserê Îranê û bi taybetî li Kurdistanê roj bi roj zêdetir dibe. Tundûtûjiya li dijî jinan bi şêwazekî sîstematîk zêde bûye. Rêgirtina li pêşiya mafên jinan ne tenê ji aliyê hişmendiya baviksalar a di nav civakê de ye, belku bi piştgiriya yasayî û saziyên hikûmetê bi rê ve diçe; her weha li ser barê hemû qeyran û zehmetiyên ku li ser civakê hatine sepandin, para herî mezin a zextan li ser jinan zêdetir kiriye.
Êrişên berdewam ên Komara Îslamî ya Îranê ya li ser partiyên Kurdistanê û israra li ser bicihkirina peymanên navdewletî, aliyekî din ê dijminahiya rejîmê ye ku naxwaze tu daxwazên siyasî li derveyî hişmendiya xwe ya li dijî azadî û mirovahiyê hebin. Tevî hemû qeyran û astengiyan jî, dîsa Kurdistan di navenda hevsengiya Îranê de maye. Hêzên siyasî yên Kurdistanî yên Îranê, bi xwendina rast a vê qonaxê, pêngava giring ber bi pêkanîna hevpeymanî û yekgirtina navxweyî ve avêtine. Di vê qeyranê de, pêgeha Kurd çi li navxweya Îranê û çi di asta navdewletî de bihêztir bûye. Tiştê ku îro pêwîste; berdewamî û bihêzkirina vê hevpeymaniyê û dariştina gotareke neteweyî-demokratîk a hevpare ku bersiva van qeyranan bide.
Erka hêzên siyasî, civaka sivîl û rêxistinên navxweyî ye ku bi hemahengî, daxwazên rewa yên gel ku ji mafê çarenûsî, demokrasî û azadiyên bingehîn pêk tên bikin bingeha her guhertineke di paşeroja Îranê de. Her wiha em diyar dikin ku têkoşîna siyasî û xebata medenî temamkerên hevin û yekgirtina wan, kilîda derbaskirina vê qonaxê ye.
Hêjayî gotinê ye ku piştî ragihandina greva giştî ya li Kurdistanê, ev daxwaz rastî pêşwazî û piştgiriya berçav a aliyên siyasî û sivîl yên li navxweya Kurdistan û Îranê hatiye. Careke din em bang li hemû xelkê Kurdistanê dikin ku li ser bingeha peywendiya greva 16’ê Îlonê rabin ser pêyan û bi girtina dukan û bazaran, bi yekgirtî bersiveke dîrokî bidin Komara Îslamî û polîtîkayên wê yên dijî mirovahiyê.
Rêz û wefadariya xwe ya ji bo şehîdên Şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” û hemû şehîdên rizgarî û azadiya Kurdistanê nû dikin; silav li vîn û berxwedana gelê me dikin. Berdewamiya me ya di xebat û têkoşînê de, wefa û peymana me ya neguhere ji bo pêkanîna daxwaz û armancên neteweyî yên gelê me.

