Ji partiya France Insoumise (LFI) parlamenterê Seine-et-Marne Arnaud Saint-Martin li ser hesabê xwe yê X’ê daxuyaniyek da û ragihand ku ji bo li Îmraliyê serdana Rêber Apo bike daxwazeke fermî pêşkêş kiriye.
Arnaud Saint-Martin got, “Abdullah Ocalan di mijara ‘pêvajoya’ li Tirkiyeyê û li ser pirsgirêka Kurd yek ji muxatabên esasî ye. Divê karibe serdanan qebûl bike û bi cîhana derve re têkiliyê dîne. Ji bo serdana wî ya li girtîgeha li girava Îmraliyê bike, me daxwaza fermî kir.”
Wekîlê Fransî li ser hesabê xwe yê X’ê heman peyam bi zaravayê Kurmancî yê Kurdî û Tirkî jî parve kir.
M. Abdullah Öcalan est l’un des interlocuteurs incontournable de la question kurde et du “processus” en cours en Turquie. Il doit pouvoir recevoir des visites et échanger avec l’extérieur. Nous avons officiellement demandé à pouvoir lui rendre visite sur l’île-prison d’İmralı. pic.twitter.com/5j8vsqIrk6
— Arnaud Saint-Martin (@ArSaint_Martin) September 15, 2026

