Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî û fermandarê Tûgeya Kobanê Mehmûd Berxwedan li Kobanê bi nûnerên partiyên Kurdan re civiyan.
Mazlûm Ebdî pêşveçûnên entegrasyona îdarî û ewlehiyê ya li herêma Kobanê nirxand û diyar kir ku dewlet girîngiyeke taybet dide doza Kurd û rêzê dide taybetmendiyên herêmên Kurdan ên Sûriyeyê.
Mazlûm Ebdî behsa hewldanên komîteyên entegrasyonê yên der barê perwerdeya bi zimanê dayikê de jî kir û got, ew di asteke bilind de bi wezaretên têkildar re dixebitin da ku dosyaya perwerdeyê li herêmê bi dawî bikin û mafê perwerdeya bi zimanê dayikê li dibistanên herêmên Kurdan biparêzin.
Ebdî di dewama axaftina xwe de got: “Me di vî warî de vekirîbûnek ji aliyê serok El Şeri ve dît. Perwerde di qonaxa veguhêz de ye. Li ser biryarên dê werin dayîn siberoj ava bibe.”
Mazlûm Ebdî der barê bûyerên vê dawiyê yên li Kobanê de jî ev tişt anî ziman: “Encamên lêkolînê wê bi zelal bi civakê re werin parvekirin. Xebata me ji ewlehî û aramî herêmê ye. Tevahî berpirsên van bûyeran dê hesab bidin.”
Beşdaran jî ku bûyerên li herêmê rû dan nirxandin daxwaza parastina sivîlan û ewlehiya herêmê kirin. Her wiha li dijî arîşeyan bal kişand ser girîngiya yekrêziya kurdî û xurtkirina helwesteke hevpar.

