Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû beşdarî Bernameya Taybet a li televîzyona Medya Haber TV bû û rojev nirxand. Hevpevyîna bi Çîgdem Dogû re bi vî rengî ye:
– Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dewam dike. Li ser xitimînê, meşandina bi lawazî gelekî rexne hatin kirin. Di vê demê de hat ragihandin ku desthilatdarî xwedî nexşerêyekê ye, nexşerêyeke ji 7 xalan hate weşandin. Hûn qonaxa heyî ya pêvajoyê çawa dinirxînin?
Beriya her tiştî Rêber Apo bi hezkirin û hurmet silav dikim ku li gel şert û mercên lê tê ragirtin bi berxwedanê hewl dide çareseriyê biafirîne. Bêguman têkildarî pêvajoyê gelek nîqaş hene, me jî nirxandin kir. Herî dawî piştî 2 mehan bi Rêber Apo re hevdîtin hate kirin. Rêber Apo di van hevdîtinan de kûrbûna xwe anî ziman, ku pêvajoya xitimî veke. Dema ku mirov ji aliyê rêveçûna pêvajoyê ve lê dinihêrin, di realîteyê de xitimînek hebû. Bi Rêbertî re hevdîtin hate kirin, belê hin xusûsên ku Devlet Bahçelî qalê kir hebûn, piştre ji aliyê eniya desthilatdariyê ve hin xusûs hatin ser ziman. Nirxandin û beyanên bi nêta baş hatin kirin, ku nîşan didin ku dixwaze pêvajoyê bimeşîne, pêvajo nexitime. Lê belê dema ku mirov bala xwe didin ser rastiyê, ji bilî van beyanên ji nêta baş hîn gaveke şênber nehatiye avêtin. Bêguman, ez nabêjim ev negirîng in, ev jî girîng in ji bo pêşvebirina pêvajoyê. Lê eger mirov bipirse, bê ev beyan û nêzîkatî ji bo çareseriyê têrker e? Li hemberî neçareserî, rastiya gel a sed salî ya navbera gelên Kurd û Tirk, ji bo afirandina rastî û hiqûqa xwişk û biratiyê têrê dike yan na? Bêguman têrê nake. Ji xwe gihîştibû qonaxekê. Dema ku gihîşt wê qonaxê rewşeke rawestînê û xitimînê rû da bû. Rêber Apo di nava şert û mercên tê de ye hewldaneke bêhempa dike. Divê mirov vê yekê jî weke berxwedanekê binirxîne. Ji bo aştiyê, ji bo pêkanîna çareseriyê di nava mercên teng û tecrîdê de ked û enerjiyeke bêhempa ya aştiyê pêşkêş dike. Rêgeşa hêviyê diafirîne. Bêguman ev gelekî girîng e. Ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê hîn bêhtir kîjan gav bêne avêtin, çi bê kirin? Rêbertî li ser vê mijarê gelekî kûr dibe. Dibêje, hin şevan ez nikarim razêm. Ewqasî bi hesasiyet û berpirsyariyeke mezin tevdigere. Bêguman ev pirsgirêka ewqasî giran bi meşa li ser rêyeke yekser nameşe. Haya me ji vê diyalektîkê heye. Lê belê, rêyeke ewqasî zehmet, ji bo pêşvebirina vê rêyê feraset gelekî girîng e. Civakîkirina vê meseleyê gelekî girîng e. Aştî ne tiştekî welê ye ku bi biryara hin kesên li jorê pêk were. Divê weke pêvajoyeke ku jin, gel bi xwe tevlî bibin, îradeya xwe tevlî bikin û bi vî rengî bimeşe. Dema ku mirov ji vî alî ve li pêvajoyê binihêrin, ji aliyê sosyolojîk ve dikare bibêje, di vir de rewşeke tevlînebûnê heye. Ne di wê astê de ye ku hemû beşên civakê karibe tevlî bibe, di asta biryardanê de tevlî bibe. Ev yek li gorî me aliyê herî lawaz ê pêvajoyê ye. Li gel vê yekê dema ku mirov li aliyê desthiladariyê dinihêrin; desthilatdarî heta jê tê hewl dide li gorî konjonktura herêmî binirxîne. Bi rengekî pragmatîk û li gorî rêveçûna pêvajoyê nêzîk dibe. Aştiyê li gorî berjewendiyên partiya xwe dinirxîne, li gorî wê pêvajoyê dinirxîne. Nêzîkatiyeke xwe ya bi vî rengî ye.
– Rêber Apo di hevdîtina dawî ya bi heyeta DEM Partiyê re ev nirxandin jî kiribû: Civakên xwedî hêrsên mezin bêyî fikir û nirxên mezin ên exlaqî nikarin bêne guhertin. Civak di her qadên jiyanê de ji aliyê aborî, civakî û siyasî ve asê maye. Ji ber vê divê di pêvajoyê de bilezînin. Rêber Apo di nirxandinên xwe yên beriya niha de jî diyar kiribû ku pêwîstî bi aqlekî dewletê yê di ser aqlê partiyê re heye. Rêber Apo bi fikarên civakî nêzîk dibe.
Bêguman ev nuqteyeke gelekî girîng e. Dibe ku em timî dibêjin, lê em çiqasî bibêjin jî belkî kêm be. Em bi rewşeke bi pirsgirêkî ya gelekî giran re rû bi rû ne. Tirkiye bi rengekî cidî bi bêparmayineke cidî ya demokratîk re rû bi rû ye. Ev yek bandorê li jiyana mirovan a aborî, civakî, malbatî dike. Bandorê li her tiştî dike. Bandorê li ekolojiyê dike. Pêwendiya vê yekê yekser bi vê re heye; Ji avabûnê heta niha ya Komara Tirkiyeyê rastiya neçareserkirina pirsgirêka Kurd şêweyekî rêveberiyê, desthilatdariyê afirand. Şêweyekî Destûra Bingehîn bi xwe re aniye. Rastiya ku Kurdean nabîne, îradeya Kurdan nabîne li cihekî welê asê bûye ku dema hinekî gaveke demokratîk bê avêtin, têkoşîna gelan û karkeran bi pêş bikeve, hinekî têkoşîna jinan bi pêş bikeve; di dîroka Tirkiyeyê de jî hate dîtin; di dema pêşketina têkoşîna demokratîk a gelan de, yekser piştre darbe hate kirin. Ji ber ku Komara Tirkiyeyê û Destûra wê ya Bingehîn bi têgihiştina ku Kurdan li derveyî qanûnê dihêle, li derveyî nasnameyê dihêle ava bûye. Ev yek jî bû sedema avabûneke antî demokratîk. Lewma li pêşberî pirsgirêkeke ewqasî giran û rastiyeke ku bandor li her derê kiriye nêzîkatiya bi polîtîkayên rojane bêguman xizmetê ji çareserkirina vê pirsgirêkê re nake. Ji ber wê rastiyeke aqlê desthilatdarî û dewletê heye ku qîmetê nêzîkatiya Rêbertî baş nabîne. Raya giştî ya Tirkiyeyê jî qîmetê vî aqlî bi têrkerî nabîne. Ji ber ku di vir de hewl tê dayin ku pirsgirêk hem ji aliyê Kurdan ve bê çareserkirin, hem jî ji bo hemû gelan pirsgirêkê bi demokratîkbûnê çareser dike. Ji bo her kesî demokrasî. Belê ji bo Kurdan jî demokrasî. Bila Kurd jî li derveyî vê destûra bingehîn nemîne. Bila Kurd jî di nava rastiya jiyana demokratîk de bi nasnameya xwe xwe îfade bike. Bila hemû gel bi vî rengî be. Bêguman ev neteweperestiyeke teng nîne. Her kes bi nasnameya xwe, xwe bîne ziman nayê wateya parçebûnê. Eger sîstemeke dewlet û rêveberiyê ya bi asoyekî fireh hebe, ev feraseteke rêveberiyê ye ku her kes bi dil û can tevlî dibe. Rastiyeke jiyanê ye. Rêbertî hewl dide vê bi pêş ve bibe. Ji bo dawî li xitimandina pêvajoyê bê anîn divê aqlekî çawa bikeve dewrê? Weke ku we jî got, li wir aqlekî sosyolojîk heye, aqlekî polîtîk heye, aqlekî dîrokî heye. Di nava jiyana rojane de nehatiye tengavkirin. Nêzîkatiyeke welê heye ku bi perspektîf û asoyekî dîrokî dinirxîne. Gelekî girîng e ku qîmetê vê yekê bê fêhmkirin. Dewlet, civak, hêzên demokratîk û şoreşger çiqasî vê zû fêhm bike, çiqasî bi lez bê fêhmkirin ewqasî jî îradeya civakî ya çareseriyê wê derkeve holê. Her ku îradeya civakî ya çareseriyê derkete holê bêguman yên ku hewl didin gelekî pragmatîk nêzîk bibin, berjewendiyên xwe yên cuda hene, hêzên dixwazin li gorî berjewendiyên xwe yên cuda pêvajoyê bimeşînin wê nikaribin li gorî xwe tevbigerin. Ev yek têkoşîneke polîtîk e. Niha şer sekinî ye, ji aliyê rêxistinî ve me hin biryar wergirt, şer sekinî ye, lê em hêzeke têkoşer in. Em têdikoşin, bêguman em hêzeke polîtîk in. Nêzîkatiya desthilatdariyê ya ku mijûl dike û pêvajoyê ji demê re dihêle bêguman nayê qebûlkirin. Li aliyê din, eger mirov pirsgirêkê tenê bi hêza desthilatdariyê îfade bikin ew jî têrê nake. Ji ber ku aliyekî vê meseleyê yê muxalefetê heye, rêxistina civaka sivîl heye. Dema ku mirov bala xwe didin ser wê eniyê jî ji aliyê çareserkirina vê pirsgirêkê û demokratîkkirina Tirkiyeyê ve, ji aliyê danîna îradeya civakî, afirandina rêxistiniya vê ve bêguman lawazî û kêmasiyeke cidî heye. Li gorî me aliyê herî girîng ev e. Divê em vê derê hîn bêhtir xurt bikin ku li vir jî hêza ku divê bi pêşengiyê rabin bêguman jin in û ciwan in. Li vê eniyê jî divê ev pêvajo baş bê hûnandin, baş bê nîqaşkirin, rojev bê afirandin û îradeya polîtîk bê destnîşankirin. Em ne di rewşeke welê de ne ku gavên şênber hatiye avêtin, pêşketineke şênber hebe. Lê belê îrade û hewldana Rêbertî ya ji bo pêşvebirina pêvajoyê heye. Bêguman em jî nêzîkatiyên Rêbertî dikin esas û hewl didin bi pêş ve bibin. Yên din weke beyanên bi nêta baş dikare bê nirxandin.
– We jî got, ev pêvajo divê bi gavên demokratîk bê pêşvebirin. Di demekê de ku statuya Rêber Apo dihate nîqaşkirin û gel li benda misogerkirina statuya Rêber Apo bû, ji dewletê li hêviya gavên demokratîk bû, Kongreya 38’emîn a CHP’ê hate betalkirin û biryara “Bêhukmiya Teqez” hate dayin. Hûn vê yekê ji aliyê pêvajoyê ve çawa dinirxînin? Ji ber ku ev li nava mirovan dibe sedema bêhêviyê jî. Ji aliyekî ve gavên ku divê dewlet biavêje, li aliyê din jî danîna bendê li pêşiya demokrasiyê. Hûn vê ji aliyê pêvajoyê ve çawa dinirxînin? Her wiha CHP ji niha û pê ve dikare çi bike? Ji ber ku nîqaşa wê yekê jî kete rojevê ku ev hemû ji bo tevlînebûna CHP’ê ya li pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatin kirin. Lê belê CHP ji bo derketina ji vê pêvajoyê dikare çi bike? Wê tenê bi pirsgirêkên xwe yên navxweyî re mijûl bibe?
Tirkiye xwedî pirsgirêkeke gelekî cidî ya demokrasiyê ye. Demokrasî nîne. Pêwendiyên trajîk jî hene. CHP partiya destpêkê ya Tirkiyeyê ye ku ji aliyê Ataturk ve hate avakirin. Rastiyeke antî demokratîk a komarê heye ku bi polîtîkayên CHP’ê ava bû. Ji destpêkê heta niha bi vî rengî dewam kir. CHP li vê rastiyê rast hat. Eger li cihekî rastiyeke antî demokratîk hebe, bila kes nebêje ev min eleqedar nake. Di nava sed salî de demên ku CHP bû desthilatdar hebû, demên ku nebû desthiladar hebû lê belê bi giranî di avabûna dewlet û destûra bingehîn a antî Kurd de rola xwe hebû. Bi salan li hemberî Kurdan, jinan, karkeran, gelan û hemû bindestan êrişên cidî yên dewletê çêbûn, nêzîkatiyên antî demokratîk çêbûn. Ev ji aliyê her kesî ve tê zanîn. CHP bi rengekî giştî li vê encamê rast hat, di dema desthilatdariya AKP’ê de. Bi rengekî ku li devereke din nehatiye dîtin, li ser bingeha hiqûqa xwe ya dewlet û netewe dewletan, bi nêzîkatiyeke antî demokratîk û dîktatorî dest li hevsengiyên navxweyî yên partiyekê hate werdan. Di qedemeyên cuda de dibe ku pirsgirêk hebin, rewşên cuda hebin. Bêguman ev dikare ji aliyê partiya xwe ve jî bê nirxandin ji aliyê hiqûqê ve jî bê nirxandin. Lê belê di vir de tê dîtin ku destwerdaneke gelekî cidî li navxweyî heye. Bêguman ev rewş nayê qebûlkirin. Ji aliyê rêveçûna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ve bêguman nayê qebûlkirin. Bandoreke neyînî li pêvajoyê dike. Lewma ne ya qebûlkirinê ye. Hem ji aliyê nêzîkatiya li partiyekê rast nîne û demokratîk nîne, hem jî di demeke ku em hewl didin pêvajoyeke aştiyê û çareseriyê pêk bînin êrişa li partiya damezrîner a Tirkiyeyê rast nîne, antî demokratîk e û ji aliyê rêveçûna pêvajoyê ve bêguman dibe sedema fikaran, gumanan. Dema ku mirov ji aliyê sosyolojiya Kurd ve lê binerin, ji destpêkê ve fikarên gelê me hebûn. Bi rastî jî AKP heta niha timî bi rengê mijûlkirinê nêzîk bû, got lê nekir. Hişekî bi vî rengî heye di nava gelê Kurd e û li nava raya giştî ya demokratîk a Tirkiyeyê. Ji ber vê timî bi guman lê dinihêre. Bêguman weke tevger, me ji aliyekî ve xwest vê pêvajoyê bi pêş ve bibin, li aliyê din jî aliyên bi guman hene. Me jî li gorî vê nirxand. Di ser van hemûyan re, di demekê de ku pêvajo gihîştibû qonaxekê, li aliyekî ve beyanên nêta baş hebû; hin daxuyaniyên Devlet Bahçelî hebû li ser mijara koordînatoriyê, li gel rexneyên me, helwesta xwe nîşan da. Li gel van hemûyan helwesteke bi vî rengî li hemberî CHP’ê hate nîşandan. Madem tê xwestin ku pêvajoyeke demokratîk bê pêşvebirin, madem aştî tê xwestin, wê demê aştî divê bi her kesî re be. Di serî de çareserkirina pirsgirêka Kurd û aştiya bi Kurdan re, lê belê divê aştiyeke civakî ya giştî hebe. Di pêvajoyeke welê de helwesteke bi vî rengî ya li hemberî CHP’ê bêguman nîşan dide bê desthilatdarî vê pêvajoyê di kîjan astê de bi samîmî dinirxîne, gumanan mezin dike. Ji aliyê dînamîkên navxweyî yên CHP’ê û pêvajoyên pêşketina wê ve, ev xusûseke girîng e. Destpêkê di pozîsyoneke dij bi Kurd de bû, lê di pêvajoya heyî de nêzîkatiya bidawîkirina vê pozîsyonê nîşan da. Ev nêzîkatiya CHP’ê bêguman gelekî girîng bû. Divê ev bê pêşvebirin, karibe bi gelê Kurd re tevbigere. Di serî de CHP gelekî girîng e ku ev pêvajo bi muxalefetê re jî bê meşandin. Lê belê destwerdaneke bi vî rengî wê derê jî lawaz dike. Hêzên muxalîf, hêzên din ên civakî lawaz dike. Li hemberî vê divê têkoşîneke rast û hevpar bê meşandin. Li hemberî vê êrişa li ser CHP’ê nîşandana wê helwesta hevpar ji bo rêveçûna vê pêvajoyê û demokratîkbûna giştî ve girîng e.
– Gelo ev êriş divê tenê weke êrişeke desthilatdariyê ya li ser partiyekê bê nirxandin? Beriya wê daxuyaniya Tom Barrack hebû. Herî dawî li Antalyayê di forûmekê de daxuyanî dabû. Li ser dîzayna ku ji bo Rojhilata Navîn difikirin, daxuyanî dabû. Bi daxuyaniyên xwe piştgirî dabû rejîmên dîktatorî. Gelo li gorî van hemûyan, mirov dikare bibêje parçeyek ji planekê ye ku dixwazin li seranserê Rojhilata Navîn bi cih bikin?
Hem daxuyaniyên têne dayin, hem jî asta ku sîstema kapîtalîst li seranserê cîhanê gihîştiye ku Rêbertî wextekê weke ‘Kapîtalîzma hov’ pênase kiribû hene. Kapîtalîzm yanî kapîtalîzm a globalbûyî, hêzên emperyal rastî, sîstem, avaniya partiyê ya berê, şêweyê wê yê desthilatdariyê ji holê radike. Ji ber ku li pêşiya sermayeya global û rastiya kapîtal astengiyek e, lewma bi rengekî dixwaze ji holê rake, lawaz bike. Ez vê yekê ne ku rastiya netewe dewletê rast dibîne, dibêjim. Lê belê di rastiya heyî de, di nava hêzên heyî yên kapîtalîst de rewşeke nakok heye. Lewma di asta heyî de bi taybetî bi şerê Xezeyê re destwerdaneke cidî li Rojhilata Navîn hatiye kirin. Di rewşa heyî de li dijî Îranê şer heye. Rojhilata Navîn dikele. Li gel van hemûyan sîstema global a kapîtalîst hewl dide hiqûq, statuya netewe dewletê ya berê, feraseta wê ya rêveberiyê, rastiya partiyê ji holê rake. Bi vî rengî jî dikare bê şîrovekirin; em yekser nebêjin ku ew bi vî rengî rê li ber dixin, lê konseptek tê diyarkirin li welatên Rojhilata Navîn. Bêguman pozîsyoneke diyarker a Tirkiyeyê heye. Li van deveran hin tişt têne tecrûbekirin. Eger mirov weke labûratorekê bibîne, ne tenê ji bo Tirkiyeyê dibêjim, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn, hin tişt têne tecrûbekirin. Dibe ku em li ser dîroka tevahiya cîhanê serwer nînin lê belê bi qasî ku em zanin destwerdana li nava hevsengiyên navxweyî bi qasî kongreyê, nehatiye dîtin. Tu dikare partiyekê bigire ku bêguman ev pêkanîneke antî demokratîk e. Li Tirkiyeyê partiyên ku îradeya Kurdan temsîl dikin bi vê yekê re gelek caran rû bi rû man. Lê her partiyek xwedî rastiyeke civakî ye. Konferansa xwe, kongreya xwe dike, hilbijartinê dike. Ev di nava rastiya sosyolojîk a wê partiyê de pêk tên. Lê belê rastiyeke ku heta wê astê destwerdanê dike bi qasî zanim rewşeke nû ye.
– Desthilatdariyek ku muxalefeta xwe jî bi xwe diyar dike.
Belê. Ew hêzeke muxalîf e, eger sîstemeke demokratîk hebe wê muxalefeta wê jî hebe, yên xwedî nêrînên dijber jî hebe. Rastiyeke civakî heye, mirovên bi cuda difikirin hene. Ew ê bi xwe hilbijêre. Kî hildibijêre ew ê hilbijêre. Ev îradeya wê ye, lê belê nêzîkatiya ku dibêje ‘ez ê muxalîfê xwe bi xwe diyar bikim’ jî bû parê AKP’ê. Weke we got, ev ne tenê bi aqlê Erdogan, aqlê AKP’ê bû. Dibe ku em vê nêrînê bi agahiyên şênber nikaribin raxin pêş çavan lê belê ji aliyê şîroveyan ve dema ku mirov lê dinihêrin ber bi rastiyeke sîstemê ya ku antî demokratîk lê kûr dibe, diçe. Modernîteya kapîtalîst ber bi vê ve diçe. Lewma ev tiştekî gelekî xetere ye. Ne tenê ji bo vê pêvajoyê, ne tenê ji bo CHP’ê, ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn e. Modeleke nû li benda tevahiya cîhanê ye. Bêguman ji aliyê neyînî ve. Modeleke neyînî ku modernîteya kapîtalîst dixwaze derxîne holê heye. Mirov vê dikare weke işaretên destpêkê yên vê modelê bibînin. Lewma xetere ye, divê teqez mirov li ber rabin.
– Rêber Apo di nirxandinên xwe yên beriya niha de jî timî demokrasî danî pêş. Lê belê dema ku mirov li pêvajoya dawî dinihêrin, hema bibêje piştî her hevdîtinê di daxuyaniyên heyetê de demokrasî hate destnîşankirin. Timî qala demokratîkbûna komarê kir. Weke ku we jî got, em bi desthilatdariyeke welê re rû bi rû ne ku hewl dide bi horsê demokrasiyê bîne. Di rewşa heyî de mirov çawa dikare demokrasiyê biparêze? Weke gel, weke civak, weke Kurd mirov çawa dikare bibe garantiya demokrasiyê?
Di vir de pêwîstî bi guhertineke gelekî cidî ya paradîgmayî heye. Li Tirkiyeyê ji berê ve kevneşopiyek, çandeke dewletperest heye. Bi civakê dane pejirandin, bi zextê, bi komkujiyê. Vê yekê tenê ji bo gelê Kurd nabêjim. Li cografya Anatoliyê kevneşopiyeke dewletê ya hezaran salî heye. Kevneşopiya dewletê ya Tirk heye. Li gorî vê kevneşopiyê jî her kes di pozîsyoneke welê de ye ku timî bala xwe li ser desthilatdariyê ye. Ev nîşaneyeke cidî ya nebûna demokrasiyê ye. Bi dîtina min divê mirov ji wir destpê bike. Divê gel hêza xwe nas bike. Divê çandeke ku dibêje “Demokrasî ji hêza min tê, demokrasî bi hêza min a biryardanê dibe” bê afirandin. Di vir de rastiya dewletê bêguman nayê înkarkirin, ew jî aliyek e. Lê belê bi vê rastiyê re mirov çawa dikare hevsengiyekê çêbikin. Cografya me, bi taybetî jî civakên Rojhilata Navîn ji vê çandê gelekî dûr ketine. Dema ku demokrasî tê gotin ev yek tê bîra mirovan; di dema xwe de hilbijartin bê kirin, dengdan pêk were, mirov dengê xwe bi kar bîne, dengê xwe bi hêsanî bide partiya dixwaze. Ji vê re demokrasiya temsîlî tê gotin. Pêwendiya xwe bi temamî bi dewletê re tê danîn. Yanî hilbijartina nûnerên xwe yên ji dewletê re bişîne. Bi vê re bi sînor dimîne. Lê ji vê wêdetir; ev dewlet aboriya te diyar dike, jiyana te diyar dike, tenduristiya te diyar dike, perwerdeya zarokê te diyar dike, aqilekî dide zarokê te. Dewlet daketiye hemû detayên jiyanê û bûye xwedî pozîsyoneke diyarker. Antî demokrasî ji xwe ji vir destpê dike. Lê belê wê civakê jî ev radestî wê kiriye. Malbatê jî zarokên xwe teslîmî dewletê kiriye. Tenduristiya xwe, perwerdeya xwe radestî dewletê kiriye. Ev çiqasî demokratîk e? Mînak wê rêyek bê çêkirin, rêya taxa wan e, ev radestî dewletê kiriye. Mesela niha li Tirkiyeyê jî heye li Kurdistanê jî heye; ev gel bi hezaran salan li wê erdnîgariyê jiya ye, niha bi carekê hin şîrket tên, madena xwe li herêmê çêdike û dibe hêza biryardanê. Dewletê erê kiriye û şîrket jî hatiye li wir ketiye nava qada wan a jiyanê, hewl dide bi cih bibe, qirêj û bi jehr bike. Şêweyekî rêveberiyê û navendî yê dewlet û rêveberiyê heye ku dest li her qadên jiyanê werdide. Di vir de demokrasî nîne. Demokrasî wê demê wê li ku derkeve holê? Bi xwecihîbûnê dibe. Civaka li qada xwecihî îradeya xwe dîne holê, qebûlên xwe dîne holê, redkirinên xwe dîne holê. Karibe bibêje ez li vê derê madenê naxwazim. Ji bo vê jî karibe bi rojan çalakiyan lidar bixe. Dema dawî ji vî alî ve çalakiyên gelekî erênî jî çêbûn. Ez tenê ji vî alî ve nabêjim. Lê belê ji bilî vê; mesela Zanîngeha Bîlgî, me zêde fêhm nekir hat girtin bi biryarnameya Serokkomar, piştî çend rojan xwendekar, profesor, derdorên demokratîk li ber xwe dan û jinûve zanîngeh vekirin. Ev tiştekî gelekî girîng e. Ew ji îradeya dewletê re nehiştin. Ev têkoşîneke demokratîk û destketî ye. Ev gelekî girîng e. Li qada tenduristiyê rewşeke cidî heye, yên ku dest li tenduristiya mirovan werdide û biryaran dide dewlet e. Çima civak li qada xwe ya xwecihî polîtîkaya xwe ya tenduristiyê bi xwe diyar neke? Ev ê nebe tiştekî baştir? Ev wê barê dewletê jî sivik neke? Mînak mirovên li herêma Marmarayê; weke rastiyeke herêmî dibêjim. Yan jî li erdnîgariyeke ji gelê Kurd, mirovên li wê derê li herêma xwe dikare vê bike. Derya Reş xwedî rastiyeke xwe ya herêmî ye. Derya Spî bi heman rengî ye. Ev dikarin bêne zêdekirin an jî kêmkirin. Ya girîng pêşketina demokrasiya xwecihî ye. Di nava wê demokrasiya xwecihî de civak polîtîkayê hilberîne, bibe hêza biryardanê. Bêguman sînorên vê jî diyar e. Dewleteke navendî heye, li aliyê din jî rastiya demokrasiya xwecihî heye. Rêbertî ji vê re civaka demokratîk dibêje. Mebesta me ji civaka demokratîk ew e ku li ser xusûsên ku wê û jiyana wê eleqedar dike karibe biryarê bide û di asteke diyarkirî de bi cih tîne. Sînorên vê jî ji aliyê Destûra Bingehîn ve bêne diyarkirin. Mînak di Destûra Bingehîn de dikare bê diyarkirin bê rola dewleta navendî çi ye, wê çi bike heta ku derê bike. Ev ji bo gelên Tirkiyeyê, gelê Kurd, jinan xusûsên girîng e. Mînak, jin wê biryarên têkildarî xwe çawa werbigire? Ev aliyekî gelekî girîng ê demokrasiyê ye. Heta niha dewletan biryar dan, mêran timî têkildarî jinan biryar dan, ji malbatê destpê kir li dibistanê, di dema zewacê de; jiyana jinê bi temamî bi biryardana mêr derbas bû. Di vir de jî rastiyeke jiyanê ya mezin a antî demokratîk heye. Lewma divê jin jî li van hemû qadan bibe hêza biryardanê. Bi taybetî di mijarên têkildarî xwe de divê karibin biryarê bidin. Ev hemû kevirên bingehîn ên demokrasiyê ne. Lewma ji aliyê pêvajoyê ve em timî vê dinirxînin. Di pêşvebirina pêvajoyê de îradeya gelan, nîqaşa wan, destnîşankirina îradeya aştiyê, bi taybetî îradeya jinan û dayikan divê ber bi qenaleke demokratîk ve biherike. Çima dayik nebin hêzeke îradeyê? Têkildarî paşeroja zarokên xwe, têkildarî aştiyê yên ku divê beriya her kesî xwedî mafê biryardanê be dayik in. Ev hemû bi xweseriya xwe divê bibin hêzeke polîtîk, bikevin pozîsyoneke biryardanê ya hevpar. Ji qada xwecihî ev hemû bi hev re bêne hûnandin. Ev wê gelekî girîng be. Wê demê em ê çarenûsa xwe tenê radestî desthilatdariyê nekin. Di nava dewletê de aliyek erênî nêzîk dibe, aliyek neyînî nêzîk dibe; em ê çarenûsa xwe teslîmî van nekin. Çima? Ji ber ku civak xwedî îradeyekê ye. Gel xwedî îradeyê ye, ew ê bibe xwedî pozîsyoneke diyarker.
– Pêşketina rêveberiyên xwecihî, demokrasiya xwecihî wê bibe temînata demokrasiyê?
Bêguman, teqez bi vî rengî ye. Em dikarin bi rewşa rojane ve jî girê bidin. Pirsa CHP’ê jî hatibû kirin. Berî wê qeyûm li ser şaredariyên DEM Partî û HDP’ê hatibû danîn. Destwerdana li demokrasiya xwecihî ji vê derê destpê kir û dewam kir. Ji sala derbasbûyî û vir ve êriş li ser şaredariyên CHP’ê têne kirin. Dema mirov ji vî alî ve jî lê binerin, tê dîtin ku rêveberiya navendî bi pirrengî êrişî demokrasiya xwecihî, rêveberiya xwecihî dike. Hinekan dikire, li hinekan qeyûm tayîn dike, hinekan tevlî partiya xwe dike. Bi gelek rê û rêbazan dest li îradeya xwecihiyê tê werdan.
– Hewl tê dayin ku bêbawerî jî bê afirandin. Mirov dibêjin, em hilbijartinê dikin, lê belê piştî hilbijartinê dewlet kê bixwaze wê dike desthilatdar. Ev yek baweriya gel a li demokrasî û hilbijartinê jî kêm dike.
Bêguman îradeya civakê dişikîne. Îradeya hilbijartinê ya civakê dişikîne. Eger tu îradeya li wê derê bi vî rengî bişikîne, ji xwe ew demokrasiya tu jê re temsîlî dibêje jî li holê namîne. Gelekî girîng e ku çandeke demokratîk a xwecihî bê afirandin.
– We di nirxandinên xwe de qala projeyên JES û madenê yên dewletê kirin. Dema dawî bi taybetî li Kurdistanê gelekî zêde bûye. Hûn vê çawa dinirxînin? Her wiha li hemberî vê berxwedaneke bêhempa jî heye. Hem ev berxwedan, hem jî ev êriş çawa dikare bê nirxandin?
Di dema şer de daristan dihatin şewitandin bi zanebûn. Dar dihate birîn. Birîna daran niha jî dewam dike. Şer û êrişeke bi vî rengî li hemberî xwezaya Kurdistanê hebû. Niha şer di pratîkê de sekinî ye. Şer bi şêweyê berê sekinî ye, lê bi şêweyê nû dewam dike. Divê mirov têgeha şer jî jinûve nîqaş bikin. Mînak, zerara ku kaneke madenê dide xwezayê, gelo mirov dikare ji şer cuda binirxînin? Mirov dikare ji zerara ku şer dide, cuda binirxîne? Ew madenên zêr, projeyên JES’ê, gelek proje hene. Ev yek di asta şer de ye. Mirov dikare bibêje ku şer bi şêweyekî dewam dike. Bi şêweyekî cuda. Li hemberî vê jî divê têkoşîneke aştiyê bê meşandin. Vegerandina şerê li dijî xwezayê nîne. Vegera jê bi rastî jî nîne. Ev hemû li asta cîhanê tê nîqaşkirin. Zerara ku kapîtalîzm dide xwezayê, bûyîna mirov a weke hebûneyeke ku ewqasî dixwe û diqedîne, encamên van gelekî têne nirxandin. Çavbirçîbûneke mezin heye. Rastiya şer a berê ya bi çekan sekinî, lê niha rewşeke şer heye ku dibe ku ji wî şerî bêhtir zerarê dide. Şêweyê xwe guheriye. Şerekî ekolojîk heye, qirkirina ekolojîk heye. Divê ev yek bi rengekî ji rêzê neyê dîtin. Zerara ku dide xwezayê ji xwe sûcê destpêkê ye. Wekî din zerareke gelekî mezin dide civaka li wê derê. Zerareke mezin dide tenduristiya wê civakê. Zerarê cidî dide paşeroja wê civakê. Mînak av, hewa, xaka mirov li ser dimeşe, çandiniyê dike, ev hemû bi jehrê dikevin. Ev çanda hilberînê ji holê radike. Ya duyemîn; li wê derê sosyalîteyek heye, jiyaneke civakî heye, jiyana civakî heye. Em nebêjin komîn jî, jiyaneke nêzî komînalîteyê jiyaneke piştevaniyê heye. Vê ji hole radike. Her ku ev daîmî dibe, welê li mirovan tê ku nikaribe bijî. Bêhn lê tê çikandin. Nikarin çandiniyê bikin. Nikarin sewalên xwe bide çêrandin. Mirov nikarin bi tenduristiyeke baş bijîn. Stres zêde dibe. Dawiya dawî neçar dimînin ku ji warê xwe koç bikin. Bêkar dimînin, birçî dimînin, nexweş dikevin, nema dikarin bijîn. Heywan jî bi heman rengî. Ji bo hemû zindiyên li wê qadê pirsgirêkên cidî rû didin. Qirkirin e yanî. Hem li dijî xwezayê hem jî li dijî jiyana civakî ye. Em van êrişên li Kurdistanê hemûyan weke parçeyek ji polîtîkaya qirkirinê dinirxînin. Lewma di asta şer de ye. Bi çekê nakuje lê bi jehrê dikuje. Bi çekê nade koçberkirin, ku berê gund dişewitandin, bi zext, zilm û êşkenceyê mirov neçar diman koç bikin, vê carê welê nake, lê bi rêya van kiryaran dide koçberkirin. Çi cudahiya vê ji qirkirinê heye? Wê demê hem gelê Kurd hem jî gelên Tirkiyeyê divê ew polîtîkayên qirkirinê bê dîtin û li hemberî wan jî polîtîkayeke cidî bê afirandin. Gelekî girîng e ku polîtîkayên ekolojîk bêne destnîşankirin. Berxwedan tê kirin. Mînak li Gimgimê berxwedaneke girîng çêbû. Li deverên cuda çalakî hatin lidarxistin. Li Dersimê bû. Hestiyariyeke cidî roj bi roj derdikeve holê û gelekî bi wate û girîng e. Divê ev berxwedan daîmî û kûrtir bibe. Mînak em bibêjin li wê derê şîrketeke madenê li wir kar dike, zerara ku ew şîrket dide, jehra ku belav dike tenê zerarê nade CHP’yiyan, tenê zerarê nade endamên DEM Partiyê. Mirovên li wir dimînin û AKP’yî ne, zerarê dide wan jî. Bandorê li wan jî dike. Zerarê dide her kesî. Lewma li pêşberî pirsgirêk û hilweşîna ekolojîk divê her kes bi hev re têkoşînê bimeşîne. Çawa ku ji bo pêkanîna çareseriyê divê aqlê partiyê bê derbaskirin, ji bo têkbirina êriş û qirkirina ekolojîk jî divê aqlê partiyê bê derbaskirin. Hemû beşên civakê di vê mijarê de divê hevkariyê bikin. Bi dîtina min ev gelekî girîng e. Divê mirov destûrê nedin ku ew şîrket li wê derê zerarê bide wê derê. Nehêle ku zerarê bide jiyana te. Divê destûr neyê dayin ku zerarê bide wê xwezayê. Ji bo vê jî pêwîstî bi polîtîkayeke demokratîk ekolojîk heye. Aliyekî girîng ê demokrasiyê, demokrasiya xwecihî ye. Xwecihî tê çi wateyê? Xwecihî tê wateya cihê ku tu lê dimîne, xweza ye. Lewma têkoşîna ekolojîk aliyekî gelekî cidî yê demokrasiyê ye. Divê ev hîn bêhtir bê pêşvebirin. Çarçoveya çalakiyan divê hîn bêhtir bê xurtkirin. Lewma divê mirov ji hev bawer bike. Piştevanî û yekîtî çiqasî xurt be, wê demê ev şîrketên kapîtalîst, derdorên ku bi berjewendiyên madî dixwazin zerarê bidin xwezayê, mirovan dikarin bêne astengkirin. Em dikarin wan asteng bikin. Ji bo vê hêza me heye.
– Li dijî projeyên JES û şîrketên madenê çalakiyên nobedê hatin lidarxistin. Gelo em dikarin vê bibêjin; rêxistinbûneke komînal ava bû. Dema ku mirov bala xwe didin ser jiyana berxwedêran, hevgirtin û rêxistiniya wan; bi hev re li ber xwe dan. Li dora vê komîneke ekolojiyê ava bû. Mirov dikare bi vî rengî binirxîne?
Belê. Carna rastiyek heye ku hin pênaseyan pir tevlîhev dike. Komîn tiştekî ewçend hêsan û eşkere ye. Di nava jiyana me de ye. Komîn teoriyeke ji jorê nîne. Rêberê me rêxistiniya komînê beriya bi salan, di parêznameyên xwe de jî destnîşan kiribû, weke stratejiyeke polîtîk jî danîbû holê. Bi hevdîtinên dawî re bêhtir giraniya xwe da ser, qala rêxistiniya komînê dike. Dema ji vî alî ve mirov lê binere; di nava civakê de, di nava civaka Kurd, Anatolî, Rojhilata Navîn de tu berê xwe bide kîjan alî cewhereke komînal heye. Ev şaneya bingehîn a vê xakê ya hezaran salî ye. Eger weke civak û mirov em îro hîn jî dikarin bijîn, bêguman em deyndarê wê ne. Em deyndarê bermahiyên çanda komînê yên bi me re mane. We weke mînak ew der anîn ziman. Ez tevlî we dibim. Ew der jî bi xwezayî bû komîna ekolojîk. Ji bo vê tiştekî gelekî cuda hate kirin? Keşfeke nû hate kirin? Çi hate kirin? Mînakeke piştevaniyê hate nîşandan. Komek li cihekî li dora armancekê bû yek, li dijî tiştekî têkoşiya. Lê ne tenê têkoşîn. Li wê derê li gel têkoşîna xwe, jiyaneke xwe ya dewamî jî heye. Xwarina xwe çêdike, çaya xwe çêdike, karê pratîkî dike. Dema wê dike bi hev re dike. Bi hev re biryarê didin û vê dikin. Dema bi çavê lêkolînê tu li van hemûyan binihêre; belê ev jiyaneke komîn e. Komînek e. Em vê hîn profesyonel bikin. Sekna mirovên li wê derê li hev kom bûn ji xwe sekneke polîtîk e. Bila wê veguherînin hêza biryardanê. Civînên xwe bikin, di wan civînan de biryarê werbigirin, plansaziyê amade bikin, li gorî plansaziyê kar bikin, kar dabeş bikin. Mebesta me ji demokrasiya xwecihî ev e. Bi komînal ve girêdayî ye. Komîn ev e. Demokrasiya xwecihî ev e. Civaka demokratîk ev e. Ne hewce ye mirov li derdorê lê bigere. Li kêleka serê me ye. Di nava me de ye. Rastiya mirovan a xwedî wijdan û exlaq li Rojhilata Navîn neqediya ye. Li Kurdistanê neqediya ye, li Anatoliyê neqediya ye. Em vê dibînin. Civakên di halê xwe de ne, em bi wan re jî dibêjin. Pîr û pak in. Li gundên Anatoliyê, li qiraxa bajaran ew wijdan, exlaq heye, dewam dike. Lê belê çi jê kêm e? Divê ev bi demokrasiyê, bi rêxistiniya komînê re bikin yek. Rêxistiniya vê bê afirandin. Ji ber wê di têkoşîna ekolojîk de, mirovên li wê derê ku mirov dikare bi navê komîna ekolojîk jî pênase bikin divê vê yekê di her astê de bi pêş ve bibe. Dikarin vê tecrûbeyê hîn bêhtir bi raya giştî re parve bike. Mînak, berxwedaneke Gezî çêbû. Di wê berxwedana Gezî de jî li qada Taksîmê tecrûbeyeke hevpar derkete holê. Jiyana hevpar, jiyana komîn. Çima ev welê dem bi dem derkeve holê? Em vê yekê veguherînin rastiyeke jiyana xwe ya dewam dike. Bila bibe şêweyekî rêxistinê yê her kêliyê ji jiyana me. Em timî bi vî rengî bijîn. Di nava malbat, eşîra xwe de em bi vî rengî bijîn. Li taxa xwe em bi vî rengî bijîn. Li cihê ku em lê ne, em vê bikin. Li şaredariyan em vê bikin. Rêbertî timî dibêje, Şaredarî komîn e. Dema ku çanda komînê gihîşt erdnîgariya Ewropayê navê wê dibe şaredarî. Lê belê demokrasiya xwecihî ye, rastiya komînê ya xwecihî ye.
– Bêguman xweparastin jî yek ji hîmên esasî yên vê yekê ye. Bi taybetî ji bo jinan. Li Sûriyeyê em di pêvajoyeke welê de ne ku entegrasyona demokratîk tê nîqaşkirin û derbasî pratîkê tê kirin. Lê belê statuya YPJ’ê tê nîqaşkirin, nayê qebûlkirin. Bi navê ‘Em hemû YPJ’yî ne’ pêngavek hate destpêkirin. We jî weke KJK’ê bi daxuyaniyekê ragihandin ku hûn piştgiriyê didin pêngavê. Di vê der barê de hûn dikarin çi bibêjin?
Li Rojava tecrûbeyeke cidî ya xwerêveberiyê derkete holê. Bi rengê Rêveberiya Xweser. Nêzî 14-15 salan gel xwe bi xwe bi rê ve bir. Bêyî dewletê gel çawa dikare jiyana xwe îdare bike, çawa dikare bi rê ve bibe; bû rabûratowara bêhempa ya vê yekê. Ji bo jinan jî bi vî rengî ye. Ji bo tevahiya civakê jî bi vî rengî ye. Bi rastî jî ew tecrûbe gelekî girîng e. Bêguman piştî ku gihîşt astekê, bi peymana meha Çileyê re pêvajoya entegrasyonê dikeve meriyetê gav bi gav. Dema ku em bala xwe didin ser bûyeran; stratejî entegrasyona demokratîk e. Demokratîkbûna dewlet û komarê ye. Entegrebûna civaka xwecihî li vê yekê ye. Îradeya gel a Rêveberiya Xweser bi rengekî demokratîk entegreyî vê yekê bibe. Nêzîkatî ev e. Lê belê di entegrasyona tê kirin de bêguman pirsgirêk xuya dikin. Ev tê nîşandan. Dewleta Sûriyeyê di her firsendê de, bi qasî ku di çapemeniyê de tê weşandin, nîqaş destpêkê cuda bû, plansazî destpêkê cuda bû, xalên hevpar cuda bû, lê belê di dema pratîkê de di wir de dewlet hewl dide giraniya xwe ya navendî dîne holê û îradeya civakê, îradeya jinan hewl dide ji holê rake û firsendên heyî ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne. Di nava helwesteke bi vî rengî de xuya dike. Bêguman ev gelekî xetere ye. Ev nêzîkatî beriya her tiştî wê hikumeta Şara bi xwe hilweşîne. Hikumeta Esad çima hilweşiya û çû? Sedemeke vê heye, sedemeke civakî û dîrokî ya vê heye. Sedemeke xwe heye ku eleqeya xwe bi şêweyê rêveberiyê heye. Rêberê me got, Baes a çep çû, Baes a rast hat. Baesiyên bi rî hatin. Ev dewama xeta Baesê ye. Em van nêzîkatiyan bi vî rengî fêhm dikin. Ev xeta Baesê îstifa kir. Bi çûyîna rejîma Esad re me ev yek ji xwe dîtibû. Xeta HTŞ, xeta Îslamî ya radîkal hewl dide vê dewam bike. Eşkere ye ku ev jî nikare bi ser bikeve. Dibe ku niha li ser desthilatdariyê bin, ji hêzên derve piştgiriyê werdigirin, dibe ku sûdê ji hevsengiyên herêmî werdigirin. Lê belê ev der Rojhilata Navîn e. Bi rastî jî kevir li şûna xwe rûneniştiye. Li holê dînamîkeke Kurd a ji 60 milyon mirovî heye. Beşeke gelekî girîng a vê dînamîkê di nava şoreşa Rojava, di nava rastiya Rojava de xwe îfade kiriye. Ev beş jî mirov dikare weke pêşengê vê dînamîkê jî pênase bikin. Lewma, divê hikumeta Şara bi vî rengî neke. Welê ji rêzê neke, helwesteke ku îradeya civakê pûç dike nîşan nede; ji ziman heta bi çandê û heta aliyê jinê divê nekeve nava nêzîkatiyeke ku serweriya dewletê li ser civakê pêk bîne. Berevajî vê yekê divê li ser bingeha entegrasyona demokratîk binirxîne. Nêzîkatiyeke bi vî rengî wê ji bo paşeroja hikumeta Şara jî girîng be. Eger wê paşerojeke xwe hebe, ev paşeroj tenê bi demokratîkkirina xwe dikare bibe. Li ser bingeha nêzîkatiya demokratîk a li gelan dikare bibe. Paşerojeke din nîne. Aliyekî din ê gelekî girîng jî aliyê jinê ye. Bi taybetî jî aliyê YPJ ye. YPJ ne tenê rêxistineke xweparastinê ya jinên Kurd ên li Rojava ye, bûye hêzeke mûazam a gerdûnî. Xwe kiriye hêzeke bêhempa ya gerdûnî. Li Rojava têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê û rastiyeke şoreşê pêk hat. Ev şoreş herî zêde bi YPJ’ê hate dîtin. Çima? Şoreşgeriya jinê, şervaniya jinê, têkoşîneke bi wêrekî li dijî çeteya DAÎŞ’ê ya hovane, rastiya şervaniya jin a ku bi rûkenî ber bi mirinê ve çû ji aliyê YPJ’ê ve hate temsîlkirin. YPJ li ser mîrateyeke bi vî rengî bilind bû, veguherî nasnameyekê. Ev yek bû nasnameya xweparastinê ya hemû jinên cîhanê. Bû nasnameya xweparastinê ya hemû jinên Rojhilata Navîn. Lewma di entegrasyona demokratîk de nenaskirina îradeya jinê bêguman ti carî nayê qebûlkirin. Ti jin vê qebûl nake. YPJ’ê statuya xwe, nasnameya xwe afirandiye. Îradeyeke bi vî rengî heye ku di pratîkê de derketiye holê. Lawazkirina vê, tinehesibandina vê ne hedê hikumeta Sûriyeyê ye. Bêguman ew nikarin biryarê li ser vê bidin. Ji ber vê gelekî girîng e ku YPJ di nava sînorên Rojava de têkoşîna vê dimeşîne. YPJ îradeya vê ji xwe datîne holê, dinirxîne, têkoşîna vê dimeşîne. Lê belê weke jinên li hemû parçeyên Kurdistanê, hem weke jinên li tevahiya Rojhilata Navîn hem jî weke jinên cîhanê bêguman divê em YPJ’ê bi tenê nehêlin. Çawa ku YPJ’ê di nava şerê giran de ji bo hemû jinan têkoşiya û bû rûmeta hemû jinan, bêguman divê jinên cîhanê hemû wê weke rûmet û nasnameya xwe bibîne, weke hebûna xwe bibîne. Ji ber ku dewamiya hebûnê bi rastî jî bi parastinê dibe. Li cîhanê hebûneyeke bêparastin nîne. Ev ji bo jinan jî derbas dibe. Lewma divê jin hemû tevlî vê kampanyaya YPJ’ê bibin, bi çalak tevlî bibin, hemû jinên Kurd bi çalak tevlî bibin, xwedî lê derkevin û li her derê jinên din jî tevlî bikin. Divê em heta dawiyê xwedî li vê çeperê derkevin ku di têkoşîna jinê de bi dest xistine. Di demekê de ku dewletek tê avakirin, dewlet li ser bingehek demokratîk ava dibe divê statuya parastinê ya jinan bê destnîşankirin. Îro YPJ ye, lê sibe, dusib dikare Tirkiye be, dikare Elmanya be, dikare welatekî din be. Lê belê divê statuyeke taybet a ku jin xwe pê diparêzin divê di destûra bingehîn, di qanûnan de teqez bê destnîşankirin. Ev gelekî girîng e. Em dikarin gava destpêkê ya vê yekê bi YPJ’ê biavêjin. Di jinûve avakirina Sûriyeyê de em çiqasî karibin xwedî li YPJ’ê derkevin, weke nasnameya xweparastinê û polîtîk xwedî lê derkevin, bikin malê hemû têkoşînên jinan bêguman em ê di nava dewletê, di nava destûra bingehîn de dînamîkeke gelekî girîng a guherînê biafirînin. Bi vê wesîleyê bang li jinên cîhanê, jinên Kurd, jinên Rojhilata Navîn dikim ku bi xurtî xwedî li YPJ’ê derkevin û heta statuya parastinê bê misogerkirin vê têkoşînê mezin bikin.
– Herî dawî tiştekî ku hûn bixwazin bibêjin hebe, em mafê axaftinê bidin we.
Em dikevin meha Hezîranê. Meha Hezîranê meha şehîdên fedaî yên jinê ye. Em bi vî rengî dinirxînin. Di şexsê hevalên Gulan, Sema Yuce û Zîlan de, di şexsê şehîdên me yên jin ên çalakiyên fedaî kirin em meha Hezîranê bi vî rengî dinirxînin. Bêguman em rastiya fedaîtiyê tenê weke rastiyeke şer nabînin. Fedaîtî şêweyekî jiyana komînal e. Komînalî ye. Jiyana rast e, evîndariya ji azadiyê ye. Em bi vî rengî dinirxînin. Em pêvajoya li pêşiya xwe bi rêbertiya şehîdên xwe, xwe dinirxînin, têkoşîna xwe ya jinê xurt dikin. Em têkoşîna veguherînê ya li nava civakê li ser vê bingehê, li ser xeta jiyana bi wate ya Zîlan, li ser xeta têkoşînê ya Sema Yuce, li ser xeta têkoşînê ya hevala Gulan dinirxînin. Me pêngavek dabûn destpêkirin, pêngava ‘Niha dema jinê ye’. Em pêvajoya dema pêş veguherînin wê pêvajoyê ku bi ruhê fedaî pêngava ‘Niha dema jinê ye’ veguherînin pêvajoyeke çalakiyan. Em bi vî rengî hêjayî van şehîdên xwe yên mezin bin. Bi vê wesîleyê şehîdên me yên meha Hezîranê bi minet bi bîr tînim. Li ser vê bingehê di têkoşîna xwe ya civakî û têkoşîna giştî de em bi xurtî xwedî li wan derkevin, wan bi bîr bînin.

