Sêşem, 17 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bakirhan: Mercên Abdullah Ocalan guherî, Sekreterya wî hate xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Tuncel: Bêdengbûna çekan têrê nake, divê maf bêne garantîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME: Divê Can Atalay bi lez bê berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna Bilind a Avhewayê ya Gelan di roja sêyemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê 6 parêzer hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qeyûm li ser Sozcu TV hate tayînkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Di çalakiya YRK’ê de 2 Muxafizên Şoreşê hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Şehîdên Merîwanê bûn rêberê siberoja azad

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî ku hate berdan bi 2 salan jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dostaniya gerîla û pezkoviyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hatîce Yakişir a 76 salî: Bila êdî aştî bê vî welatî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Divê ji bo mirinên karkeran li Îlamê lêpirsînek zelal were kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê nobeda jin, edalet û bîrê: Çîroka heft jinan hate parvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Depê jinên hatin qetilkirin hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştî û demokratîkbûn bi tevlîbûna jinan a li pêvajoyên biryardanê dibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê di 10 mehan de zêdetirî 240 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA deklerasyona 25’ê Mijdarê eşkere kir: Em ê têkoşîna jinan derxînin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Lûtkeya Kopenhagê de ji bo mafên jinan banga çalakiya kûrewî hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > YRD: Hevrê Rosîda nûnera şareza ya kevneşopiya çapemenî û jiyana azad bû
Kurdistan

YRD: Hevrê Rosîda nûnera şareza ya kevneşopiya çapemenî û jiyana azad bû

"Hevrê Rosîda kûrahiya xwe ya îdeolojî û biryardariya xwe di pratîkê de şênber kir. Bi milîtanî, nivîskarî, nûçegihanî û rojnamevaniya xwe bû nîşaneya şênber a kesayeteke komple û tevlî karwanê şehîdên me yên çapemeniyê bû ku qadên jiyana azad ava kirin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Tebax 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Koordînasyona Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD) têkildarî şehadeta Rosîda Mêrdîn daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Her gel û dem xwedî lehengên xurt in. Ev leheng ne tenê di dema bihurî de ne. Carna li cihekî ewqasî dûr in ku em nikarin bibînin, carna bi xeyalên xwe û baweriya xwe li gel me ne, carna jî li cih û warê ku çûne ne. Lê belê her yek ji wan di vê kêliyê de û li aliyekî berxwedana mezin e. Gerîlayên serdema fezayê. Dibin mirovên çalakiyên herî pîroz. Ew lehengên mezin ku jiyana azad û serdema mirovahiyê dan destpêkirin. Sonda xwe ya destpêkê û ya dawiyê bêhnçikandina li dijmin bû. Yekane armancên xwe jî xwe gihandina Rêber Apo û misogerkirina azadiya vî gelî bû.

Hevrê Rosîda Mêrdîn, Mazlûm Dogan û Berxwedan Qamişlo weke xeleka herî dawî ya van lehengan, bûn lehengên rasteqîn ên vê serdemê. Em van hevrêyên leheng ên şehîd bûn bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin, soza xwe dubare dikin ku xwedî li bîranîna wan derkevin û armancên wan bi ser bixînin.

Hevrê Rosîda di têkoşîna me ya azadiyê de ji bo jin bibe xwedî nasnameya ajîtasyon-propagandayê bi roleke mezin rabû. Kûrahiya xwe ya îdeolojîk û biryardariya xwe di pratîkê de şênber kir. Bi milîtanî, nivîskarî, nûçegihanî û rojnamevaniya xwe bû nîşaneya şênber a kesayeteke komple û tevlî karwanê şehîdên me yên çapemeniyê bû ku qadên jiyana azad ava kirin.

Hevrê Rosîda li dijî artêşa medyayê ya sîstema bi serweriya mêr, li hemberî ziman û mejiyê baviksalar di xurtkirina karên çapemeniya jinê de kedeke mezin da. Baweriya ji xwe û hêza berxwedanê ya jinê zêde kir, di serî de karên îdeolojîk û fikrî bû mînaka wê yekê ku li her qadê îfade bike, nasname û kesayeta cewherî biafirîne.

Hevrêyeke me ya welê bû ku tenê karê çapemenî-weşanê nedikir; ji her alî ve xwe bi pêş ve dibir, dema pêwîstî pê hebû nûçe amade dikir, bername pêşkêş dikir, dema ku pêwîst dikir ji bo azadiya gelê xwe şer dikir. Yek ji wan hevrêyan bû ku di karên çapemenî-weşanê de gelek heval bi pêş xist û hîn kir bê çapemeniya azad çawa tê kirin. Bi dilsoziya xwe ya li jiyanê, bi moral, cidiyeta xwe ya di kar de, bi hevrêtiya xwe ya bedew nîşanî me da ku divê çawa bijîn û kar bikin.

Di nava şert û mercên herî giran de karên çapemeniyê meşand û bû yek ji nûnerên bi rûmet ên kevneşopiya çapemeniya azad. Di demekê de ku êrişên dagirkerî û qirkirinê giran bû, ji bo karibe derba herî xurt li zaliman bixe xwe da pêş, pêşengiya ku bi pênûs û kameraya xwe kir, vê carê bi çeka xwe dewam kir. Bi vî rengî soza jiyana azad û serketinê careke din li mejiyên me neqişand.

Em hevrê Rosîda careke din bi hezkirin, hurmet û minet bi bîr tînin, weke kedkarên çapemeniya azad careke din soza xwe dubare dikin ku bêdudil û bê fikar tevlî meşa şoreşê bibin.

Ji Gûrbetelliyan heta Selçûkan, ji Halîl Dagan heta Seyît Evranan em ê fedakariyên bêdawî yên şehîdan ji xwe re bikin mînak û jiyana ku wan ji xwe re kiribûn armanc di kar û jiyana xwe de nîşan bidin û ala têkoşînê timî bilind bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şahîn: Ti sîstem nikare têkoşîna gelê rêxistinbûyî têk bibe
Nûçeya Pişt re Li gelek bajaran ‘Xwendinên Azadiyê’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Sêrtê daxuyanî da û forûm li dar xist

Meclisa Jinan a DEM Partiyê di çarçoveya çalkiyên 25’ê Mijdarê de li Sêrtê daxuyanî da…

Ji aliyê Stêrk TV

Xelkê Kobanê meşiya: Em ê destketiyên şoreşê biparêzin

Xelkê Kobanê guh neda ambargoya giran û bi meşeke bi hezaran kesî diyar kir ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Cûdîyê şewat derket

Li Çiyayê Cûdî yê girêdayî Şirnexê li qada daristanî şewat derket.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Di çalakiya YRK’ê de 2 Muxafizên Şoreşê hatin cezakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bakirhan: Mercên Abdullah Ocalan guherî, Sekreterya wî hate xurtkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Amedê nobeda jin, edalet û bîrê: Çîroka heft jinan hate parvekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

CNN: Îran li Washingtonê êrîşa radyolojîk yan jî kîmyewî plan dike!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?