Şemî, 14 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Bila cihê gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî bên eşkerekirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sevda Ozbîngol: Daxwaza destpêkê ya jinan azadiya Birêz Ocalan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sosyolog Michel Kokoreff: Em şahidiya şiyarbûna siyasî ya nifşekî dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ciwanên ku bi torên sûc re rû bi rû dimînin, ji bo paşerojê pirsgirêkeke cidî ava dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arzoxliyê berxwedana li dijî GES’ê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    11’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ji DAÎŞ’ê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê şehadeta Dersim Behar ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Îradeya me ya ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk tam e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qendîlê li dû şopa şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ’ê salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kir: Şengal wê bi îradeya xwe azad bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydin Kudat ê ku berdana wî 6 caran hat astengkirin piştî 34 salan hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nesrîn Akgul: Jin ne temaşevanê aştiyê, kirdeya wê ya damêzrêner in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi jinên Êzidî re li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî qirkirina jinan û şer rawestînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Bulut: Kujer diyar in, delîl li ber çavan in lê dewlet wan diparêze!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fusûn Demîrel bang li hunermendan kir: Ma hûn carekê ji bo jinan bimeşin wê tiştekî nebaş be?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 2 rojnamevanên jin cezayê hepsa malê û qedexeya derketina derveyî welat hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > ‘Em ê bi hunera jin dawî li qirkerên çandê bînin’
Çand û Hûner

‘Em ê bi hunera jin dawî li qirkerên çandê bînin’

Hunermedên ku tevlî festîvala şehîd Berçem bûne, diyar kirin ku bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd tevahî netewên li herêmê rengê jin diyar dikin û her jinek bi netewa xwe çanda xwe jî dide diyarkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Îlon 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li Kantona Firatê festîvala duyemîn a şehîd Berçem ku çar rojan dom kir, roja 9’ê Îlonê bi dawî bû. Hunermendên ku di nava festîvalê de cihê xwe girtine ji ANF’ê re axivîn û qala têkoşîna jin a li hemberî qirkirinê kirin.

‘BI ÇAND Û ZIMANÊ XWE EM Ê ÊRÎŞA LI SER ÇANDÊ BIŞKÎNIN’

Hunermend Nisrîn Botan ku hunermendeke solîst bû û di nava Festîvala Şehîd Berçem de cihê xwe girt, diyar kir ku êrîşa li ser Çanda Kurdî, wê bê bersiv nemîne û got: “Em ê parastina çanda xwe bikin. Ev vê Festîvalê li hemû pêkhateyan pîroz dikin. Em di roja dawî de li bajarê Kobanê festîvala xwe bi dawî dikin, dema em dibêjin Kobanê tenê berxwedanî tê bîra me, di nava vê festîvalê de her kes bi netew û ziman û çanda xwe beşdarbûna xwe çêkiriye. Festîvala me encameke baş da û her çandekê xwe têde îfade kir. Em bi cil û bergên xwe bersivê didin qirkirina li ser çandê, em ê bi çand û zimanê xwe êrîşa li ser çandê, bişkînin.”

Hunermed Sûmeya Serêkaniyê jî ku yek ji hunermendê beşdarî Festîvala Şehîd Berçem bûye, anî ziman ku ev demeke amadekariyê vê festîvalê tê kirin û wiha got: “Dema me biryar da em li Kobanê festîvala xwe bikin, hemen şoreş û berxwedan hat bîra mirov. Roj bi roj zêde gelê Kobanê di nava festîvalê de cihê xwe girtin.”

‘JINÊ BI SAYA RÊBER APO XWE DI HER WARÎ DE ÎFADE KIR’

Sûmeya anî ziman ku beriya Şoreşê her tişt li jinê dihat qedexekirin, lê piştî şoreşê jî jin veguherî asteke nû ku dikare bi rengê xwe xwe bide îfadekirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi saya Fikir û felsefeya Rêber Apo em tevahî jinên li herêmê bi hemû netewan xwe bi rengê jin didin diyarkirin, ev bi xwe ji bo jinê şoreşeke.”

‘DI FESTÎVALA ŞEHÎD BERÇEM DE HEMÛ RENGÊ JINÊ DIYAR DIBE’

Hunermeda ji Bajarê Reqayê Geşbîn Nebo ji ev tişt ragihand: “Di zilma çeteyên DAÎŞ’ê de jin bi paçê reş hatibû nixumandin û her tişt jî li wan hatibû qedexekirin. Lê bi rizgarkirina Reqayê re her tişt veguherî, roj li me hilat. Di festîvala Şehîd Berçem de hemû reng hatin ber hev û bi rengê xwe me çanda xwe diyar kir.”

Zêneb Îshaq ku ji pêkhateya Çerkese diyar kir ku ew bi van rengan bêhtir dikarin çanda Çerkes ji gel re bidin diyarkirin û wiha bilêv kir: “Ev cara duyeme ku em weke jin ji pêkhateya Çerkes di nava herdu festîvalan a li bajarê Heleb û ya li bajarê Kobanê de cih digirin. Em jî weke jinên Çerkes beşdarbûna me ya vê festîvalê cihê serbilindiyê ye. Him bi dîlana Çerkesî him jî bi stranên wê em çanda xwe ya Çerkesiyan ji gel re didin diyarkirin.”

Ji endamên koma ji Bajarê Hesekê ya tevlî Festîvalê bûyî, Liyana Îbê ragihand ku ew gelekî kêfxweşin û şanazin ku beşdarî vê festîvalê bûne û anî ziman ku ew gelekî kêfxweşin ku li bajarê Kobanê distirên û dîlanên xwe pêşkêş dikin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Îranê di du salên dawîn de derheqê nêzî 300 derhêneran de doz hate vekirin
Nûçeya Pişt re Global Witness: Di sala 2023’yan de nêzîkî 200 aktîvîstên jîngehê hatine kuştin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di Roja Rojnamevaniya Kurdî de xelatên çapemeniyê hatin dayîn

Bi boneya Roja Rojnamevaniya Kurdî bi pêşengiya Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) li Navenda Mehemd Şêxo…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kendava Hurmuzê ji bo derbasbûna tankerên petrolê yên Iraqê destûr hate dayîn

Serokkomarê Iraqê Nizar Amêdî diyar kir ku li Kendava Hurmuzê ji bo derbasbûna tankerên petrolê…

Ji aliyê Stêrk TV

Di çalakiyên li dijî xespê de, peyama mezinkirina berxwedanê hate dayîn

Li dijî xespkirina şaredariyan a bi derbeya qeyûmê, li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Bihabûna madeyên sotemeniyê dibe sedema krîzê

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?