Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Em ê jiyanekî bê têkoşîn ji xwe re esas negrin’
Rojava

‘Em ê jiyanekî bê têkoşîn ji xwe re esas negrin’

Welatiyên Qamişloyê berxwedana şervanên QSD û YPJ’ê yên li eniyên şer in silav kir û gotin: “Em ê jiyanekî bê têkoşîn ji xwe re esas negrin. Em bang li tevahî gelê Kurd dikin ku werin em bi hev re li ber xwe bidin û biserbikevin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Çile 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêyî navber didomin. Li hemberî êrîşan şervanên QSD û YPJ’ê berxwedanek dîrokî raber dike. Welatiyên Qamişlo der barê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û koma wê ya paramîlîter SMO’yê de axivîn û piştgiriya xwe ya bi şervanên QSD û YPJ’ê re anîn ziman.

‘VÎNA ME WÊ DIJMIN TÊK BIBE’

 

Jina bi navê Xaliya Hisên da zanîn ku ew ê hertim berxwe bide û li doza şehîdan xwedî derkeve. Xaliya Hisên destnîşan kir ku tiştê ku îro diqewime bi destê xiyanetê çêdibe û got: “Destê çeteyên ku di nav me de dijîn di vî şerî de heye. Lê bila wisa nefikirin ku ew ê serbikevin. Bi hevjîn, zarok, xwişk, bira, dayîk û malbatê şehîdan jî bimîne em ê dest ji axa xwe bernadin û her dem em ê xeta azadiyê ji xwe re esas wergirin. Madem ku şehîd me dibin serkeftinê û Rêber Apo serokê me ye, em ê bi serkevin û welatê xwe rizgar bikin. Em ê dijmin ji xaka xwe ya pîroz derxîn. Gel bi vê hest û baweriyê li ber xwe dide û têdikoş e. Êdî gel ne ew gelê berê ye.  Êdî ji her tiştî re nabêje erê. Gel gelê Rêber Apo ye û em ê bi fikrên Rêbertî serbikevin. Em ji 7 salî heta 70 salî parastina xwe dikin û piştgirî didin hêzên xwe. Wek tê dîtin dayikên temên mezin jî çek radikin û tevlî vê seferberiyê dibin. Ji ber ku me soz daye Rêber Apo, şehîdan û gelê xwe. Dijmin difikire ku ew bi teknîka xwe dikare me têk bibe. Lê ne wiha ye, em bi îradeya xwe li hember her cure êrîşan disekînin û dijmin dişkênin. Serê me her bilind e. Lewre em xwedî li doza şehîdên xwe derdikevin.”

‘EM Ê HER PIŞTGIRIYÊ BIDIN ŞERVANÊN XWE’

 

Jina bi navê Şemsîxan Gulo jî da zanîn ku li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedanek bêhempa tê raber kirin û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk a dagirker rojane bi balafirên xwe yên şer êrîşî gel, şervan û rojnamevanên me dike. Ji ber ku dewleta Tirk dizane şervanên me hêz û pêşeroja me ne. Dixwaze ji her aliyan ve şervanên me tune bike. Em ê li beramberî vê heta dawiya jiyana xwe têbikoşîn. Em bang li tevahî gelan dikin, bila werin tevlî cenga azadî û xwesariya demokratîk bibin. Lewra Rêveberiya Xweser ewlekarî û terzê jiyana me ye. Ev 13 sal in em bi Rêveberiya Xweser re xwe birêve dibin. Hêzên me yên parastinê ji hemû cîhanê re bûye mînak. Wekî tê zanîn niha QSD û YPJ bi hemû hêz û îradeya xwe li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê berxwedanek dîrokî raber dikin. Pêwîste tevahî pêkhateyên me pitgirî bidin vê berxwedanê. Pêwîste em çekê şehîdên xwe li erdê nehêlin û parastina xwe bikin. Dijmin tu carî nikare hêrs û îradeya di dilê me de ye, bişkîne û em ê bi serkevin. Ji ber ku em bi fikir û felsefeya Rêber Apo re li berxwe didin. Em silavê xwe ji berxwedanê Bakurê Kurdistanê re jî dişînin.”

‘PÊWÎSTE KURD BI HEV RE PIRSGIRÊKAN ÇARESER BIKIN’

 

Reşîd Gulo jî li ser berxwedana şervanên QSD’ê silav kir û got: “Em silavên germ ji şervanên ku di eniyên têkoşînê de ne re dişînin. Îro li Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê şervanên YPJ û QSD’ê ji bo parastina xaka xwe li ber xwe didin. Dewleta Tirk çiqas bixwaze bi teknîka xwe hêzên me bişkêne jî, ji ber îradeya şervanên me wê vala derkeve. Em li berxwe didin û em ê teslîm nebin. Bila em bê zarok jiyan bikin, lê em tu car bê welat jiyan nekin. Em ê zarokên xwe giştî tevlî şer bikin. Bila parastina welatê xwe bikin. Em ê bi berxwedanê re jiyan bikin. Em ê jiyanekî bê têkoşîn ji xwe re esas negrin. Em bang li tevahî gelê Kurd dikin ku werin em bi hev re li ber xwe bidin. Dem dema hevgirtin û yekîtiya Kurdan e. Ji ber vê pêwîste em berjewendiyên xwe deynin aliyekî û pirsgirêka Kurd çareser bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê 10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (255)
Nûçeya Pişt re Kaya: Divê hemû Kurd xwedî li Rojava derkevin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Newroza Tarsûsê: Posterê Rêber Apo dîsa hate vekirin

Di Newroza Tarsûsê de posterê Rêber Apo hate vekirin û dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hate…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 11’Ê TÎRMEHA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Mêrdînê derstdirêjî li 13 zarokan hate kirin

Derket holê ku li Komeleya Ciwanên Anatoliyê ya li Mêrdînê destdirêjî li 13 zarokan hatiye…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Artêşa Tirk rêya 2 gundên Til Temirê girt

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

MSD: Divê hesab ji kujerên Hevrîn Xelef were pirsîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîdên Ragihandina Azad li Kobanê û Qamişlo hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?