Sêşem, 10 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 10’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Daxwaza berdana girtiyan hat kirin: Divê aştî pêşî di deriyê girtîgehan re derbas bibe 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di teqîna kargeha Îzmîrê de 16 karkeran jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qersê ji bo girtiyan çalakî: Heta zindan vala nebin aştî pêk nayê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan: ‘Abdullah Ocalan koordînatorê pêvajoyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 21’emîn salvegera êrîşa li ser Pirtûkxaneya Umut de banga heqîqet û edaletê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji Kaniya Şehîd Zinar tasek ava sar

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Em şehîdên xwe yên Makû bi rêzdarî bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişa li ser Qada Gazê ya Kormorê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser şopa Şaristan…

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Baneyê aktîvîstê Kurd hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Tirk ji baregeha dagirkeriyê vedikişe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA: Em bi berxwedana xwe ya bi heybet 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Jîna Ehmed bi kefaletê hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kolombiyayê di 9 mehan de herî kêm 118 cînayetên jinan qewimîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bolîvyayê qetlîamên jinan bû 70

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di panela li Dortmundê de jinan banga xwedî derketina li pêvajoyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dortmundê panela ‘Jin, Aştî û Elewîtî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Em ê têkoşîna şehîd Hogir û şehîd Serkêş bi serketinê tacîdar bikin’
Rojava

‘Em ê têkoşîna şehîd Hogir û şehîd Serkêş bi serketinê tacîdar bikin’

Leyla Amûdê hevrêyên xwe yên şehîd Hogir Amed û Serkêş Riha di salvegera duyemîn de bi bîr anî û got, "Em ê têkoşîna şehîd Hogir û şehîd Serkêş bi serketinê tacîdar bikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Gaziyên şer Hogir Amed û Serkêş Riha 11’ê Mijdara 2024’an li Hesekê di encama teqîna mayînekê de bi hevalê xwe Hemze Serêkaniyê re li Hesekê şehîd bûn. Ji hevrêyên herdu cangoriyan, Leyla Amûdê têkildarî kesayet û têkoşîna şehîd Hogir û şehîd Serkêş axivî.

Leyla Amûdê diyar kir ku di şoreşa Kurdistanê de gelek hatine dayin û got, “Her şehîdekî me mîna çiyayekî ye. Ji bo me qedirbilindî ne. Şopandina rêya şehîdan erk û wezifeya her yekî ji me ye. Van hevalan gelê xwe, welatê xwe, Rêber û hevalên xwe bi canê xwe parastin. Şehîd Hogir Amed û şehîd Serkêş Riha jî ji wan hevrêyên me yên hêja ne. Li kêleka wan jî hevrê Hemze Serêkaniyê di êrîşeke nemerd de şehîd bûn.”

Leyla Amûdê bi bîr xist ku Hogir û Serkêş du hevalên gaziyên şer bûn û got, “Ji bo azadiya gelan ji bedena xwe parçe dabûn. Tevî vê jî her kar û xebata şoreşê pêk dianîn. Di van kar û xebatan de gelek caran rûbirûyê mirinê hatin. Lê weke du fedaiyên azadiyê canê xwe ji bo jiyaneke bi rûmet kiribûn sîper. Van hevalan kêlî bi kêlî di nav têkoşînê de cih girtin. Dixwestin gelê xwe ji bin zilm û zordariyê rizgar bikin. Van ciwanên fedaî soza xwe dan û di şoreşa Rojava de bûn lehengên azadî û rûmetê.”

Bi dewamî anî ziman ku êrişên li ser şoreşa Rojava ne êrîşên welê ji rêzê bûn û wiha domand, “Hemû hêzên dirinde û hov ji bo şoreşa mirovatiyê hilweşînin êrîş kirin. Van hevalan jî li hember van hovan û yên li pişt wan helwesta xwe ya herî însanî nîşan dan û şer kirin. Van hevalan bi şer, têkoşîn, berxwedan û sekna xwe xwestin dawiyê li şer, tundî û desthilatdariyê bînin.”

Leyla Amûdê destnîşan kir ku li hemberî erk, xebat û têkoşîna hevalên weke Hogir û Serkêş hemû vegotin û destan kêm dimînin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Helbet ya girîng ew e ku em di roja xwe de wan bidin jiyandin. Hedef û armancên ew ji bo wan şehîd ketine tekez em ê pêk bînin. Em ê têkoşîna şehîd Hogir û şehîd Serkêş bi serketinê tacîdar bikin. Weke jin, ciwan û giştî civak divê em xwedî li têkoşîn, mîras û xeta şehîdan derkevin. Divê em helwesta ku wan şehîdan nîşan da, bi awayekî layiqî wan pêş bixin. Em li ser şopa wan in, em şagirt û şervanên wan in. Em soz didin ku xwîna wan hevalan li erdê nemîne. Em ê têkoşîna xwe ji bo azadî, wekhevî û edaletê xurt bikin. Ji bo em karibin bibin layiqî wan, asta têkoşîna xwe em ê bilind bikin.”

Leyla Amûdê anî ziman ku tişta îro ji wan tê xwestin ew e ku her kêlî, gav bi gav têkoşîn û xebata xwe pêş bixin û wiha axivî, “Rêber Apo di nav şert û mercên herî giran de ji bo demokrasî, azadî û wekheviyê têkoşîn dike. Êdî tehemula mirovan ji pergala zordar re nemaye. Ji bo ew pergal û zîhniyeta zordar têk biçe em ê berxwedan û têkoşîna xwe di nav her şert û mercî de bidomînin û serkeftinê bi dest bixin. Li hember êrîşkaran em ê ti carî paşde gav neavêjin.”

Leyla Amûdê axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Ji bo em bibin layiqî şehîd Hogir û şehîd Serkêş ji her demê zêdetir em ê ji dil û can bixebitin. Şoreşgerî tenê ne bi çekê ye, bi fikir, ked û xebatê jî dibe. Em ê rê nedin êrîşkar û xayînan. Em ê nehêlin kes bi ked, têkoşîn û destketiyên me bilîze. Em ê xwedî li Rêbertî, şehîdan û gelên xwe derkevin. Bi wesîleya duyemîn salvegera şehadeta heval Hogir, heval Serkêş û heval Hemza ji malbatên xwe yên xwedî nirx re sersaxiyê dixwazim. Bi rêz û hurmet em şehîdên xwe bi bîr tînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şehîd Mihemed Îsa hate veşartin

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Mihemed Îsa li Şehîdgeha Şehîd Dijwar a li gundê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li ser rêya Colemêrgê aşût çêbû: Kesek mir, 14 kes jî birîndar bûn

Mînîbusa rêwiyan a ku di Taxa Xoşebê ya Payîzava ya Wanê derbas dibû di bin…

Ji aliyê Stêrk TV

Konferansa Jinan a Rêveberiya Xwecihî ya DEM Partiyê: Em ê li ber êrişan rabin

Di Konferansa Jinan a Bajêr a DEM Partiyê de Gulistan Atasoy axivî û işaret bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Çîgdem Dogû: Nêzîkatiya AKP’ê ya hiştina pêvajoyê ji demê re rîskên cidî bi xwe re tîne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di teqîna kargeha Îzmîrê de 16 karkeran jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Fransayê xebatkarên giştî wê di 17’ê Mijdarê de greveke mezin li dar bixin 

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?