Di ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ de bal li ser gavên desthilatdariyê ye ku di mijara sererastkirinên hiqûqû û siyasî de biavêje.
Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn aliyê hiqûqî yê pêvajoyê û rola Rêber Apo ji ANF’ê re nirxand.
‘ALIYÊ KURD GAVEKE DÎROKÎ AVÊT, ME JI DEWLETÊ HEMAN BERSIV NEDÎT’
Eren Keskîn ragihand ku pêvajoya aştiyê gihîştiye qonaxeke girîng, lê belê hîn jî dewletê gavên jê tê hêvîkirin neavêtiye û got, “Beriya her tiştî li cografya Kurdistanê pêvajoyeke nû ya aştiyê destpê kir. Gavên şênber ên ku heta niha dewletê avêtiye, ji bilî komîsyonê me nedîtiye. Li beramberî vê yekê aliyê Kurd gaveke gelekî dîrokî û girîng avêt. 11’ê Tîrmehê wê salekê li pey xwe bihêle. Şewitandina çekan ne tenê sembolîk bû, di heman demê de ji aliyê siyasî ve jî peyameke gelekî xurt bû. Di vê pêvajoyê de yê xwedî gotin e û ji aliyê dewletê ve weke muzakerevanê sereke tê qebûlkirin Birêz Abdullah Ocallan e. Lewma guheritna mercên heyî yê aktorê sereke yê pêvajoyê êdî pêwîstiyeke ku nabe bê taloqkirin.”
‘NAYÊ QEBÛLKIRIN KU HEVDÎTINA MUZAKEREVANÊ SEREKE YA BI PARÊZERÊN XWE RE BÊ ASTENGKIRIN’
Eren Keskîn destnîşan kir ku ji bo hevdîtinên aştiyê bi rengekî çêker bi pêş ve biçe divê alî xwedî mercên wekhev be û anî ziman ku mercên heyî yên Rêber Apo li pêşiya pêvajoyê yek ji astengiyên herÎ mezin e.
Eren Keskîn got, “Ji bo Birêz Ocalan karibe hevdîtinan bimeşîne beriya her tiştî divê azad be. Di vir de mebesta min ne tenê azadiya fîzîkî ye; divê karibe bi rengekî azad biaxive, bi rengekî azad lê bê guhdarîkirin û danûstandinan bike. Astengkirina hevdîtina muzakerevanê sereke ya bi parêzeran re, astengkirina têkiliya wî ya bi cîhana derve re ne li gorî ruhê pêvajoya muzakereyê ye. Rast nîne ku di atmosfereke bi vî rengî de mirov li benda rêveçûenke çêker a hevdîtinan bin.
‘Mafê Hêviyê’ ji xwe berpirsyariyeke navneteweyî ya Komara Tirkiyeyê ye ku mecbûr e bi cih bîne. Di çarçoveya biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de Tirkiye mecbûr e ku vê sererastkirinê bike. Lê belê meseleya ku em îro li ser diaxivin, ji vê wêdetir, meşandina bi çêkerî ya pêvajoya aştiyê ye. Eger dewlet bi rastî jî dixwaze vê pêvajoyê bi pêş ve bibe, divê zemîneke hiqûqî ava bike ku Birêz Ocalan karibe bi rengekî azad lê biaxive, hevdîtinan bike û nêrînên xwe bi raya giştî re parve bike. Pêkanîna sererastkirina hiqûqî ya vê yekê zehmet nîne; eger bê xwestin, di demeke kurt de dikare bê kirin.”
‘STATU TÊ WATEYA GARANTIYA HIQÛQÎ’
Eren Keskîn bal kişand ser statuya Rêber Apo û got, “Rastiya gelekî heye ku hatiye parçekirin û li çar parçeyan mafên xwe yên bingehîn hatiye înkarkirin. Ev gel îro daxwaza statuyê dike. Di vir de mebest ji statuyê ew e ku garantiyên hiqûqî yên mekanîzmaya ku gel temsîl bike û hevdîtinan bimeşîne bê avakirin. Bêguman binavkirina vê yekê di encama hevdîtinên bi Birêz Ocalan re dikare bê diyarkirin. Koordînatorî dibe, yan jî navekî din dibe; ya girîng sererastkirina ku garantiya hiqûqî pêk bîne.”

