Bi Pêşengtiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Amedê ji bo şehîdên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê yên di dîrokên cuda de şehîd bûne, li Parka Koşuyoluyê ya Amedê taziye hatibû danîn. Taziyeya şehîdan di roja sêyemîn de didome.
Li cihê taziyeyê posterê mezin ê Rêber Apo û pankartên “Şehîd Namirin” , “Şehîd rûmeta me ne”, “Şehîd ronahiya me ye”’ û “Şehîd roniya rê ya me ne” hatin daliqandin. Gel di roja sêyemîn de bi girseyî û bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Şehîd roniya rê ya me ne” serdana taziyeyê dikin.
Taziyeya şehîdan wê îro bi dawî bibe û piştî wê di saet 18.00’an de ji bo tevahî şehîdên meha Tebaxê bîranîn were lidarxistin.

