Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Stenbolê ji bo gerîlayên HPG û YJA Starê yên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne, li navçeyên Bagcilar û Sancaktepe yên Stenbolê bernameya bîranînê hate lidarxistin.
Malbaten şehîdan, Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJA’yê, parlamenterên DEM Partiyê, endam û reveberên partiyên siyasî û nûnerên saziyên civakî tevlî bernameyê bûn. Bername li avahiyên DEM Partiyê yên li Bagcilar û Sancaktepeyê destpê kir.
Bername ji bo şehîdan bi deqeyekî rezgirtinê destpê kir. Di eywana ku bîranîn tê lidarxistin de di ser maseyên de wêneyên şehîdan, Rêber Apo û qerenfîl û find hatin danîn. Li eywanê pankartên “Em şehîden rûmetê bi bîr tînin”, “Şehîdên me rûmeta me ne”, “Têkoşîna wan rêya me ronî dike” û “Şehîd namirin” hatin daliqandin.
Gel bi girseyî bi berzkirina dûrşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” serdana bîranînê dikin.

