Li navçeya Sûrê ya Amedfikarên li ser bikaranîna hişbir û bikaranîna hişbirê zêde dibin. Bi taybetî bertek nîşanî torên hişbirên ên ku zarok û ciwan hedef digirin. Lêkolînên ku li seranserê bajêr hatine kirin û daxuyaniyên xebatkarên tenduristiyê nîşan didin ku bikaranîna hişbirê daketiye temenê zarokatiyê. Li navçeyê tê daxwazkirin ku polîtîkayên pêşîgirtina bikaranîna hişberê bên pêşxistin û ciwan bên parastin.
Hevşaredarê Sûrê Adnan Orhan têkildarî tabloya bikaranîna madeyên hişbir û tiryakê ji ANF’ê re axivî.
‘EV BIRÎNA CIVAKÊ YE’
Orhan diyar kir ku tiryakêşî bûye yek ji birînên civakê û got: “Ev dunsal û nîvên ku me dest bi xebatê kiriye, yek ji pirsgirêkên mezin ew e ku ciwan û zarok dikşînin nav dafikên hişbirê. Sedemên wê yên serke hene. Ev ne tiştek e ku ji xweber çêbûye. Piştî qeyûm di sala 2016’an de hat hemû qad hatin girtin. Hewldan ku civakê bi tevahî bê nefes bihêlin.
Poştî ku hemû qadên zarokan, jinan û ciwanan bi tevahî hatin girtin û civak bi rêbazên zordarî bê nefes hat hiştin û mixabin hin çete, kom an kesan hewl dan ku ciwan û zarokên vê civakê bikişînin nav torên tiryakê.”
‘MALBAT NIKARIN ÊVARÊ DE DERKEVIN DERVE’
Orhan destnîşan kir ku nabeku tiryakêşiyê tenê wekî pirsgirêkek tenduristiyê were destgirtin û wiha berdewam kir: “Dema ku em derdikevin kolanan, em rastî hawara malbatan tên. Dayik, jin û zarok car caran vê yekê ji me re dibêjin; ‘Em piştî saetên êvarê nikarin derkevin kolanan.’ Ev bintaybetî li Sûrê rewşeke pir xirab e.
Nêzîkî du sal in ji bo kolanên Sûrê bên ronîkirin bi DEDAŞ’ê re hevdîtinan dikin. Me ev mijar di civînek ku Walîtî û rayedsrên DEDAŞ’ê lê amade bûn anî ziman, lê pirsgirêk hîn nehatiye çareserkirin. Meseleya ronahîkirinê ji bo Sûrê pir girîng e.
Mixabin malbat, jin û zarokên ku piştî saetên êvarê nikarin derkevin kolanan, kolanan ji bikarhênerên hişbirê re dihêlin. Li vir tiştên derveyî aqilan diqewimin. Bi vê re fihûş, tacîz, destdirêjî û çeteyan dîtin.”
‘BIKARANÎNA HIŞBIRÊ, ÇETEBÛN Û XIZANÎ BI HEV VE GIRÊDAYÎ NE’
Orhan anî ziman ku têkoşîna li dijî tiryakê tenê bidestwerdana encaman têrê nake û wiha pê de çû: “Dema ku civakekê bi awayekî bifetisînin û derfetên civakî û aborî peyda nekin, wê gavê kesên xerabkar gelek rê û rêbazan bikar tînin da ku ciwan û zarokên vê civakê bixapînin û wan bikişînin nav van toran. Mixabin ev yek li taxên xizan zêdetir tê dîtin.
Torên tiryakê bi taybetî li taxên dimaliyê aboriyê de zehmetiyê dikşînin, bi hêsanî tevdigerin. Mirov vê yekê bi çavên xwe dibîne. Ji bo pêşîgirtina vê pirsgirêkê, divê hikûmeta navendî polîtîkayên civakî û aboriyê pêş bixe.”
‘EM HEWL DIDIN KU AMEDÊ JI HIŞBIRAN XILAS BIKIN’
Orhan destnîşan kirku wekî rêveberiyên herêmî, di çarçoveya têkoşîna li dijî tiryakê de lêkolînên cûrbecûr dikin û anî ziman ku jimbo pêşî li tiryakê bigirin, zêdetirî saleke bi Platforma Şiyar Be li Amedê li dijî hişbirê xebatan dimeşînin.
Orhan wiha domand: “Ji bo Amedê ji vê tiryakê xilas bibe, ciwanan jê rizgar bikin xebatên cîdî dimeşînin. Navendên rehabîlîtasyonê hatine vekirin. Navendên şêwirmendiyê yên derbarê tiryakê de hatine vekirin. Hevalên me yên dixebitin hene. Di demên diyarkirî de civînên gel têne lidarxistin. Em hewl didin ku mirovan li ser vê mijarê serwext bikinû poştgiriyê bidin wan. Em bawer dikin ku em ê di vî alî de pêşketinek girîng çêbikin.”
‘ÇETEBÛYÎN JIYAN Û EWLEHIYÊ DIXE XETEREYÊ’
Orhan destnîşan kir ku xizanî û bikaranîna hişbirê çetebûyînê mezin dike û bal kişand ser êrîşên çekdarî yên vê dawiyê.
Orhan bibîr xist ku xizanî bi xwe re çetebûyîn tîne û qetilkirinan zêde dike û got, “Çetebûyîn qetilirinê û tiştên din ên xirab jî tîne. Delîlên şênber ên vê yekê hene. Çend meh berê, hn zêrfiroş rastî êrîşên çekdarî hatin. Mixabin, duh dîsa bi çekan êrîşî zêrfiroşekî kirin. Em difikirin ku ev jî bi rewşa heyî ve girêdayî ye. Rewşa xizanî û çetebûyîn bi rastî vediguhere rewşek çavsoriyê. Ev mirovan qetil dikin, gefê li ewlehiya jiyanê û aramiya welatiyan dixwe.”
‘EM Ê JI BO CIVAK Û CIWANAN XEBAT BIKIN’
Adnan Orhan diyar kir ku divê civak li hemberî hişbirê û çetebûnê helwestek hevpar pêş bixe û wiha bi dawî kir: “Dema kesek, malbatek, kolanek, taxek, her kes vê berpirsiyariyê bi cih bîne, em di wê baweriyê de ne ku wê pêşiya van tiştên xirab bigirin. Tiştên ku dikevin ser milê me em ê bikin û em dikin. Em ê ji bo ciwan û civaka exlaqî bixebitin. Em ê ti carî nehêlin ku kes pêşeroja ciwanên me tarî bike.”

