Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin, berxwedana Rojava hate silavkirin
Kurdistan

Êrîşên dagirkeriyê hatin şermezarkirin, berxwedana Rojava hate silavkirin

Êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyan hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de işaret bi girîngiya xwedîderketina li Rojava hate kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Nerazîbûna li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin.

Li Wanê bi pêşengiya TJA’yê têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava civîneke çapemeniyê hate lidarxistin. Nûnerên gelek partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên demokratîk û bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Rojava em in, em ji bo Rojava dimeşin” û dovîzên “Bijî berxwedana Rojava”, “Na ji dagirkerî, talan û komkujiyên li Rojava û Sûriyeyê re”, “Rojava Jin jiyan azadî ye”, “Em ji bo Rojava li ber xwe didin” û “An jiyaneke azad yan jî berxwedaneke biheybet” hatin hilgirtin.

Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Jin Jiyan azadî, azad dike Rêbertî” û “Bi berxwedanê ber bi serkeftinê ve” hatin berzkirin û sirûdên “Girtiyên Azadiyê”, “Gulên  Sor”, “Li Mêrdînê, li Bagoke”, “Sirûda Rojava” bi yekdengî hatin xwendin. Metna çapemeniyê ji hêla Rêvebera DBP’a Wanê Evîn Babûr ve hate xwendin.

Evîn Babûr diyar kir ku bi hedefgirtina bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re krîza li Sûriyeyê girantir bûye û wiha domand: “Xwedîderketina li Rojava û dijderketina li hemberî polîtîkayên şer û qirkirinê ne tenê berpirsyartiya gelê Kurd lê berpirsyartiya gelên Tirkiye û cîhanê jî ye. Ji ber ku hedefgirtina Rojava, hedefgirtina daxwaza azadî û demokrasiyê ya gelan e. Hedefgirtina Rojava, di heman demê de derbekî li dijî pêkvejiyan û hevjiyana azad e. Erk û berpirsyartiyeke dîrokî ya her kesî ye ku li dijî van êrişan bisekine. Di vê çarçoveyê de em bang li hemû hêzên demokrasiyê û raya giştî ya navneteweyî dikin ku li dijî êrişan bêdeng nemînin, li dijî şer derkevin û deng bidin têkoşîna azadiyê.”

Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt jî destnîşan kir ku hêzên serdest, kapîtalîst û emperyal li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê bi destê hêzên paramîlîter şerekî qirêjî dimeşînin û ev tişt anî ziman: “Bedela herî giran a van şeran jî jin û zarok didin. Li Rojava bi pêşengtiya jinan felsefeyeke jiyana azadîxwaziya jinê û ekolojîk hate avakirin. Em bûn şahid ku piştî ev modêl ketî meryetê, welatî di nava aramiyê de jiyan. Divê her kes rêzê ji bo mafê jiyana demokratîk a li Rojava bigire û piştgiriyê bide. Sedema esasî ya êrişên li dijî Rojava, li dijî modêla jiyana demokratîk e. Rojava, rûmeta me ye. Di serî de jin û ciwan, banga me li her kesî ew e ku li dijî vî şerê qirêjî xwedî li Rojava derkevin û piştevaniyê bikin.”

Daxuyanî, bi çepik û dirûşman bi dawî bû.

ŞIRNEX

Li navçeya Cizîr a Şirnexê bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meşekê hatin şermezarkirin. Endam û rêveberên rêxistinên DEM Partiyê yên navend û navçeyan, Meclisa Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJA’yê û bi sedan kes tev li bûn. Di meşê de pankarta “Rojava rûmeta me ye” hate vekirin. Her wiha dovîzên “Bijî berxwedana Rojava” û “Rojava şoreşa jinê ye” hatin hilgirtin.

Girseya ku li ber avahiya DEM Partiyê ya Cizîrê ku bû heta Kawşaxa Dortyolê meşiya. Di meşê de dirûşma “Bijî berxwedana gelê Kurd” hatin birêzkirin.

Metna çapemeniyê ji aliyê hevseroka DEM Partiyê ya Şirnexê Nûrcan Alturk ve hate xwendin. Nûrcan Alturk, diyar kir ku divê modela neteweya demokratîk a li Rojava hatiye avakirin bê parastin û wiha axivî: “Armanca me ya bingehîn ew e ku em vê tekoşînê mezintir bikin. Yekemîn hedef û armanca me ev e. Xwedî li Rojava derketin û li dijî polîtîkayên şer sekinandin ne tenê di berpirsyariya gelê Kurd, di berpirsyariya hemû gelê cîhanê ye. Çimkî hedefgirtina Rojava hedef girtina daxwaza azadiyê û demokrasiyê ye. Li hemberî vê hişmendiyê sekinandin peyvira me hemûyan a dîrokî ye.”

Nûrcan Alturk, di berdewamê de bang kir ku hemû hêzên azadîxwaz û demokrasîxwaz li dijî qirkirinê û şerê sûc dengê xwe bilind bikin.

Daxuyanî bi çepik û dirûşman bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Omer Ocalan: Abdullah Ocalan got, ‘Em di pêvajoyeke dîrokî de ne’
Nûçeya Pişt re Li Malibuyê ji ber şewatê 6 hezar 300 kes ji malên xwe bûn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Divê ji bo jinan her roj mîna 8’ê Adarê were dîtin’

Gerîlayên YJA Starê Nûjiyan Çiya û Delîla Argeş, diyar kirin ku rêxistinbûn ji bo jinan…

Ji aliyê Stêrk TV

Seroka IFJ’ê Pradaîê: Artêşa Tirk mîna mafya êrîşî rojnamevanan dike

Seroka IFJ’ê Pradalîê, destnîşan kir ku qetilkirina rojnamevanên Kurd sûcê şer e û got, “Artêşa…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kerkûkê baregeha Heşdî Şabî hate bombekirin

Li nêzî Balafirgeha Kerkûkê baregeha Heşdî Şabî doh bi şev hate bombekirin. 2 kes birîndar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?