Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > FED-GEL: Divê rojeva sereke ya Kurdan pêngava azadiyê be
Rojane

FED-GEL: Divê rojeva sereke ya Kurdan pêngava azadiyê be

FED-GEL, da xuyakirin ku divê rojeva sereke ya Kurdan pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî' be û destnîşan kir ku yên dixwazin gelê Kurd krîmînalîze bikin, divê bi şêwaza çalakiyên demokratîk re bersiv were dayîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Adar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Federasyona Gelên Kurdistanî (FED-GEL), têkildarî êrîşên nîjadperestên Tirk ên li hember Kurdên li Belçîkayê daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku, divê gelê Kurd di çarçoveya zagonên demokratîk de li dijî êrîşan mafê xwe biparêze û hat gotin ku divê kes guh nede bangên takekesî yên bi rêya medyaya civakî tên kirin.

Di daxuyaniya FED-GEL’ê de ev tişt hatin gotin: “Pêngava me ya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ ku me di 10’ê Cotmeha 2023’yan de li Strasboûrgê dabû destpêkirin, gerdûnî dibe û ji aliyê hemû beşên civakê ve xwedî lê tê derketin. Pêngava me ya ku zorê dide serketina mutlaq, bi hêza xwe ya awarte bloka faşîst a AKP-MHP’ê jî li hundir û derve dide zorê. Tevî hemû sûcên şer, komkujî, qirkirinên siyasî û girtinên komî, rastiya ku nekarî encamê bi dest bixe, bû sedem ku ev bloka faşîst planên tarî bike. Eşkere ye ku hewldana komkujiyê ya li gelê me di vegera pîrozbahiyên Newrozê yên li Belçîkayê de jî parçeyek ji vê planê ye.

Di demekê de ku pêvajoya pêngavê xurt dibe û xwedîderketineke girseyî pêk tê, bûyera li Belçîkayê xefikeke ku dewleta faşîst dixwaze me bikişîne nava wê ye. Li Ewropayê di demekê de ku em encamên şênber ji pêngava azadiyê digirin, divê helwesta me ya li hemberî kesên ku hewl didin me di çavê raya giştî de krîmînalîze bikin, tenê şêwazê çalakiya demokratîk be. Yên ku dixwazin girseyên me bikşînin kolanan, wê bi helwesta me ya rêxistinbûyî û feraseta hevpar, têk biçin. Çawa ku ji êrîşên dagirkeriyê yên li Kurdistanê encam negirtin, wê ti carî encamê ji vê lîstik û plana qirêj jî negirin. Bloka faşîst a AKP-MHP’ê dixwaze pratîka şerê qirêj ê 9 salan û têkçûna xwe bi provokekirina me û kişandina nava kolanan re, veşêre.

EM Ê RÊ NEDIN TUNDIYÊ

Li ber ronahiya van geşedanan, em ji bo hemû gelê xwe û pêkhateya xwe ya rêxistinkirî careke din girîng dibînin ku em van xalan binirxînin:

* Çi dibe bila bibe, em ê ti carî dest ji mafên xwe yên demokratîk û şêwaza çalakiyên demokratîk bernedin.

Heta ku ji saziyên me daxuyaniyên pêwîst neyên dayîn, em ê tu çalakiyan nekin. Em ê rê nedin kesên dixwazin me provoke bikin û sedem çi dibe bila bibe em ê nekevin nava pêkanînên ku bigihêjin asta şerekî.

* Di serî de ciwanên me, hemû beşên civakê wê lîstikên vê bloka tarî rave bikin û wê li ser esasê hîmên demokratîk nerazîbûna xwe nîşan bide.

* Di rewşeke ku êrîşeke dijber were kirin de ji atmosfera panîkê wêdetir, em ê gilî bikin û pêvajoya hiqûqî bişopînin.

* Em ê ji pêkanînên ku çarçoveya makezagonî-hiqûqî ya welatê ku em tê de dijîn dûr bisekinin û her ku pêkanînên bi vî rengî bên ferqkirin divê saziyên me ya rêxistinî bê agahdarkirin. Divê bangên takekesî di medyaya civakî de neyên guhdarîkirin û ev bangên takekesî werin teşhîrkirin. Em ê li hemberî nêzîkatiyên provakatîf ku li dijî ruhê pêvajoyê ne bisekinin û rê nedin tundî li kolanan pêşbikevin.

Gelê hêja; Rojeva me ya sereke ew e ku em pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ bi awayekî demokratîk mezin bikin û xurt bikin. Li aliyê din rojevên çêkirî, wê nekarie rojeva me ya sereke bandor bike. Di van rojên dîrokî de divê hemû gelê me û saziyên me yên rêxistinî bi aqilê selîm û hevpar tevbigerin û ji bo meylên provokatîf nebin amûr. Rojeva me pêngava me ye. Rojeva me azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me û çareseriya siyasî ya pirsa Kurd e. Li ser vê bingehê em hemû avaniya xwe ya rêxistinbûyî û gelê xwe silav dikin û soza xwe ya mezinkirina xebat û têkoşîna xwe dubare dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KCK: Yên li Belçîkayê êrîşî Kurdan kirin DAÎŞ’ên Tirk in
Nûçeya Pişt re Milîsên HBDH’ê li Kocaeliyê 2 çalakî kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Koma nivîsandinê ya Komîsyona Meclîsê li hev civiya

Koma nivîsandinê ya Komîsyona Meclîsê ku têkildarî meseleya Kurd hate avakirin, ji bo civîna xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Hêzên Ewlekariya Hundirîn çûn Efrînê

Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) Mehmûd Xelîl û Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên parêzgeha Hesekê…

Ji aliyê Stêrk TV

Navê Kurdên ji aliyê Îranê ve hatine qetilkirin, eşkere bûn

Nasnameya 54 girtî û 17 Kurdên ku di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?