În, 25 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tûnç Divê pêvajo ji însafa dewletê re neyê hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ew meşiya, piştî wî jî gelek meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 25’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    210 kesan ‘Înîsiyatîfa ji Şer re Na’ ava kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silopiya û Qilebanê ji bo şehîdan bernameyên bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredariya Gimgimê di budçeya tevlîkar de li cîhanê bû duyemîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Riza Altun û 10 şoreşgerên ku li Amedê hatin qetilkirin, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa bîranînê û rêwîtiya Besê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pisporên NY’yê banga bidawîkirina komkujiyên kolberan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li sînorê Îranê kolberekî Kurd hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Darên ku li Amêdiyê tên birîn, ji bo Tirkiyeyê tên veguhastin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Cezayê darvekirinê yê Erxewan Felahî hat rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YJK-E’yê daxuyaniya li ser Enda Kala: ‘Bila berpirsiyarên parastinê bêne lêkolînkirin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê pêşnûme qanûna li dijî tundiya zayendî li komîsyonê hate erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enda Kala li Coesfeldê li stargehekê mirî hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di 22 rojan de 12 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Buldan: Di pêvajoya pêşiya me de wê gavên bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Fermandara YJA Starê Medya Egîd hate bîranîn
Kurdistan

Fermandara YJA Starê Medya Egîd hate bîranîn

Fermandara YJA Starê Medya Egîd li Şengalê bi merasîmeke girseyî hate bîranîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê duh bi daxuyaniyekî şahadeta yek ji fermandarên YJA Starê Medya Egîd eşkere kir ku 19’ê Mijdara 2019’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû. Şehîd Medya Egîd di şerê dijî DAÎŞ’ê de li Kerkûk û di pêvajoyên piştre de jî li Şengalê fermandariyê ji hêzên gerîla û şervanan re kir.

Merasîm ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê ve li şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Berxwedan a çiyayê Kurdistanê hate lidarxistin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji hemû şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê û Şengalê re destpê kir û piştre jî çira hatin pêxistin. Piştî wê jî li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Peyman Şengalî axivî.

Peyman Şengalî sersaxî ji malbata şehîd Medya Egîd û hemû gelê Kurd re xwest û got: “Di dema fermanê de gelek hevalên giranbûha berê xwe dan axa me ya pîroz. Beşek ji van hevalan şehîd bûne û beşek jî hîn jiyan dikin. Ev heval kedeke mezin ji bo rêxistinkirina civaka me dane. Bi saya keda hevalên weke hevala Medya gelê me vedigerin ser axa xwe. Hemû kesên li ber axa me de ked dane û şehîd bûne, şehîdên me ne, em ê li ser xeta wan bin.”

Li ser navê Fermandariya YJŞ’ê jî Axîn Întîqam axivî. Axîn Întîqam destpêkê şehîd Medya Egîd bibîr anî û wiha axivî: “Şehîd Medya yek ji wan fermandaran bû ku di têkoşîna tinekirina DAÎŞ’ê de kedeke mezin da û li her devera welat ji bo parastina gel di çeperên herî pêş de cih girt. Şehîd Medya bi ruhê Apoyî ji Kerkûk heya Mexmûr û Şengalê li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê sekinî û heya kêliya jiyana xwe ya dawiyê erk û berpirsyariyên xwe bicîh anî. Her wiha di avakirina YBŞ û YJŞ’ê de jî bû xwedî roleke mezin.”

Axîn Întîqam da zanîn şahadet giran jî be, wê ruhê têkoşîn û serkeftinê di wan de ava kiriye û wiha pêde çû: “Wek jinên Êzidî em ê timî xwedî li mîrateya ku ji me re hiştiye derbikevin. Keda ku li Şengalê daye, em ê bigihînin lûtkeyê.”

Li ser sernavê Tevgera Azdiya jinên Êzidî (TAJÊ) Dayê Şemê Remo jî şehîd Medya birêzdarî bibîr anî û got: “Her kesek ji bo rêxistinkirina civaka me ked da be em ê ji bîr nekin. Erka me jî ewe em xwedî li rêveberiya xweser derbikevin. Ji ber mîsogerkirina Rêveberiya Xweser xeyalên hemû hevalên me yên şehîd bû.”

Piştî axaftinan li ser jiyan û tekoşîna Şehîd Medya Egîd sînevîzyonek hate nîşandan û merasîm jî bi dirûşmeya, ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê TUAY-DER’ê ji bo piştgiriya bi girtiyan re dest bi kampanyayê dike
Nûçeya Pişt re Roja Mafên Zarokan a Cîhanê: Êşkence li zarokên Kurd tê kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Êlihê berxwedan qet nesekinî

Berxwedana ciwanên Êlihê ku desteserkirina Şaredariya Êlihê protesto dikin, tevahiya şevê berdewam kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Karasû: Desthilatdariya AKP-MHP dixwaze şerê qirkirinê yê li dijî Kurdan bigihîne encamê

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû got, desthilatdariya AKP-MHP hewl dide şerê qirkirinê yê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Wanê bertekên li dijî desteserkirina vînê didomin

Desteserkirin û tayînkirina qeyûmê li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di civîna meha Adarê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Tûnç Divê pêvajo ji însafa dewletê re neyê hiştin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Hinekan xwest jiyana wê diyar bike, lê wê bi xwe rêya xwe diyar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ew meşiya, piştî wî jî gelek meşiya

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?