Sêşem, 14 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tulay Hatîmogûllari: Çar sernavên bingehîn êdî nikarin bêne taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meha Hezîranê li Tirkiyeyê 228 karker mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Îradeya çareseriyê divê bi gavên şênber bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna Komeleya Ahbap: 38 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêlîn Umît: Di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo jiyanê destberdana ji bedena xwe: Greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li Tirkiye û Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi êşkenceyê hate binçavkirin û girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bîranîna 14’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandariya YRK’ê cangoriyên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş beriya 46 salan ji girtîgehê nivîsî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ’14’ê Tîrmehê tarîtiya li ser hebûna gelê Kurd ji holê rakir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    60 girtiyên jin ên din veguhestin Girtîgeha Evînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di 6 mehên destpêkê yên salê de 150 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza pêşeng a veguherîn û birêxistinbûna demokratîk: Bakur

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji destpêka salê û vir ve li Herêma Kurdistanê 31 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Amûdê: YPJ hêza parastina jin û civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Fermandarê efsanewî Senar Garzan
Kurdistan

Fermandarê efsanewî Senar Garzan

Hevrêyê min ê ku li Farqînê ala Egîdan bilind kiriye û qet nexistiye xwarê. Emaneta te ya pîroz li ser destan e û her kesê ku digire bi layiqî li wê ala berxwedanê xwedî derdikeve. Ew al wê tu caran nekeve xwarê; her kesê ku digire wê tim bilind bike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Îlon 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Di gel ku behskirina berxwedana destanî, hevrê Senar ê fermandarê leheng ê destanî minetek e; peydakirina peyv û hevokên ji bo qalkirina wî jî karekî zehmet e. Tişta ku ez jê ditirsim ew e ku dema ez qala wî dikim ez tam heqê wî nedim û nikarim qala wî bikim. Jixwe hevrê Senar weke destanekê jiya; ez çi qasî kêm behsa wî bikim jî rastiyeke gel a te nas dike û li te xwedî derdikeve heye ku ev gel te bi awayên herî watedar zindî digire û îfade dike. Hevrêyê min, te ji berxwedaneke destanî re pêşengtî kir. Hevrê Senar, sembola berxwedanê ye.
 
Belkî ji bo gelek kesan bû hevrê Senar lê belê li gel wê ji pirsa min a ku divê wateya jiyanê, zindîbûna wê û morala wê çawa be re bû bersiv. Bi saya heval Senar ê ku bûye navê sembola cesaret û fedaîbûnê, weke gelek hevalan dersa ku divê em jê bistînin,min jî cara ewil li Farqînê, di şexsê şehîd Senar de fêm kir û fêr bûm. Ji destpêka berxwedana Farqînê û heya kêliya wê ya dawîn ruhê heval Senar di berxwedanê de hebû.
 
Erê, dibe ku heval Senar zû tevlî karwanê şehîdan bû lê belê heya kêliya dawîn jî li ser ziman û dilan bi dirûşmeya ‘’Fermandar Senar nemir e’’ qet kêm nebû. Di kêliyên herî dijwar ên şerî de jî me digot ku ‘’Ger heval Senar bûna wê wisa bikira’’ û em wisa tev digeriyan. Di hemû henek, êş, zehmetî û kêliyên me yên kêfxweşiyê de li ba me bû.
 
Farqîn tê wateya Senar û Çiya, Canfeda, Andok, Rustem û Soroyên li ser rêça wî meşa xwe berdewam kirine. Tê wateya ruhên ku te qet bi tenê nehiştine û weke te tevlîkarwanênemiran bûne. Tê wateya şehîd Denîz ê ku bêyî te nas bike ji te bandor dibe û tevlî berxwedanê dibe.
 
Hevrêyê min ê ku li Farqînê ala Egîdan bilind kiriye û qet nexistiye xwarê. Emaneta te ya pîroz li ser destan e û her kesêku digire bi layiqî li wê ala berxwedanê xwedî derdikeve. Ew al wê tu caran nekeve xwarê; her kesê ku digire wê tim bilind bike.
 
Hevrêyê min ê ku rêçên mezin hiştiye ser dilê min, her çend tu carna ji min re bûyî birayê min ê mezin, carna bav û carna jî hevalê min ê herî nêz jî ya herî girîng ew e ku ti ji min re bûyî hevrêyê ku nîşanî min da bê ka divê di rêya şoreşê de ez çawa bimeşim û tevlî bibim.
 
Dema digot ku ‘’Min hevalê xwe yê weke xwe dît’’ me hemûyan dizanî ku qala şehîd Munzûr dike. A rastî tu çi qasî nîşan nedî jî te bi dilovaniya dayîkekê em diparastin ûte hewl dida ku hemû karan bikî ku te dikir jî.
 
Gelek caran dema ku min tu weke birayê xwe dît, dema ku min xwe ji te hêrs dikir jî a rastî min nedizanî ku tu weke xwişka xwe min diparêzî û ez ji te hêrs dibûm. Piştre min fêm kir ku ew dilsozî ji ber wê bû ku du xwişkên te yên mezin ên şoreşger hebûne. Bi qasî ku kêliya ku min ji te re gotibû ku ‘’Ez ne xwişka te ya biçûk im’’ tê bîra min ez mehcûb dibim, dikenim û fedî dikim. Û dibêjim xwezî min jî birayekî weke te yê fermandarê şoreşger hebûya, hevrêyê min, ez bi nasîna te gelekî şanaz im.

Erê, hevrêyê min ku di demên herî zor û zehmet de jî ji bomin dibû çiyayekî ewle ku min pişta xwe dayê. Kêliyekê jî be ji bîra min naçe, tim tevlîbûna bi hesreta hevrêtiya bêhesab ya li qadên berxwedana te û we pêk bînin û hewl didim layiqî we bim.

Fermandar Senar, bes ne şervanek e; taktîsyen, birayê mezin ê ciwanan, ewladekî ku dayîk ji zarokên xwe zêdetir jê hez dike û tirsa dilê dijmin e. Weke hevrêyên wî, em çi qasî ji wî hez dikin û qîmetê didinê, dijmin jî ew qasî ji wî ditirse û li hemberî Senar tedbîr distand û tim û tim dikete nava hesabên ku ‘’ez ê çawa wî bêbandor bikim.’’

Sibêdeyekê, piştî êrîşên dijmin ên dijwar di çalakiya yekem a encama îradeya nuwaze ya ciwanên ji Farqînê û cesareta wan hate lidarxistin de, kepçeyeke ku dijminî ji bo hilweşandina mewziyan anîbû, agir pê ket û îmha bûbû.  Polîsê ji tîmên taybet ê ku di wesayitê de şewitî, ji ber êrîşa dijmin ji wesayîtê nehate derxistin û hevrê Senar jî tim digot ku ‘’Zilam mir, lê belê xwezî me ew ji wesayitê derxistiba.’’ Weke hevrêyên wî, em li hemberî humanîstiya heval Senar ê ku ji ber cenazeyê dijmin jî ew qasî xemgîn dibû, matmayî mabûn.

Lê belê ji ber ku vê rewşê gelekî zor li dijminî kiribû, navbera dabûşer û pevçûnan û agahî ji heval Senar re şandibû. Şer û pevçûn heya nîvro sekinîn û ji qeymeqam bigirin heya heyetên parlamenteran ketibûn navberê ji bo ku cenazeyê dijmin bistînin. Şehîd Senar got: ‘’Me exlaqeke ku em zulmê li cenazeyan bikin, tune ye.’’ Û pirsî; ‘’Lê belê ger heman rewş ji bo ciwanekî di nava berxwedanê de cih digire, rû bide, hûn ê cenazeyî bêyî pirsgirêk teslîmî malbatê bikin? Dewlet wê vê exlaq û cesaretê nîşan bide?’’

Dijminî bes piştî nîv saetên vê nêzîkatiya dilpak, bi hemû teknîka xwe êrîş kir û piştî du saetan heval Senar bi lehengî şer kir û tevlî karwanê şehîdan bû. Tevî hemû êrîşên dijmin jî hemû gelê Farqînê ji nişka ve berê xwe da Qada Ezîzoglû. Gel, tevî hemû êrîşan jî hatibû xwedî li şehîd û ewladê xwe yên leheng derkeve. Dayikên ku nekarîbûn werin zarokên xwe, beriya zarokên xwe ji bo lehengê ku ji zarokên xwe zêdetir jê hez dikirin, hatin. Wêrojê li wir bi dehan ciwanan soz da şehîd Senar û heya kêliya dawîn li eniyên şer man û şer kirin.

Hevrêyê min, te kêliyên ku navdarên Hollywoodê bi preyên mezin jî nikaribin bikêşin, di hemû kêliyên jiyana xwe de jiya û da jiyîn. Weke ku te hemû caran dianî ziman, eê stêrkên PKK’ê ne. Hemû cîhan me dişopîne; hin ji ber heyranî û hezkirina xwe hin jî ji ber çavnebariya xwe. A rastî te gelekî rast gotiye, hevrêyê min. Ez her roj fêm dikim ku PKK’yîbûn û pêkanîna vê yekê gelekî dijwar e lê belê ew qasî jî watedar e. Em hê jî hewl didin vê yekê pêk bînin; sekinîna serbilindî ya li ser pişta hespê çargavî, gelekî girîng e.

Hevrêyê min ê ku bi saya kelecan, cesaret û keda xwe tim bûyî mînaka herî bedew, hemû tiştên te ew qasî bedew bûn ku, ciwanên ji te hez dikirin, ji tişta ku te jê hez dikir, hez dikin û guh didan te. Muzîka ku te guhdariya wê dikir jî hê jîli ser guhê min e; ji bo ku min weke qesîde fêm kiribû,ez matmayî mabûm, lê belê bi qasî ku guhdariya wê dikim watedartir dibe. Dema gotinên wê jî qala te dikin, qalkirin wêkêm bimîne.

Ez li rûyê te dinêrim, naxwazim bihûştê
Tu ji zarokên li bihûştê bedewtir î, bedew…
Yên ji  te hez nakin evîndar dibin, dîn û har…
Tu ji şewqa Zuhreyê bedewtir î, bedew…
Tu ji Îsivê Kerem bedewtir î, bedew…

Erê, hevrêyê min ê ji dil û can, di hemû stranên ku guhdariya wan dikim de û di hemû kêliyên jiyana xwe de bîranîneke te û perçeyekî ji te qet kêm nebûn. Ez soz didim ku ez ê we di hemû kêliyên jiyana xwe de zindî bigirim.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê TJA, DEM Partî û DBP’ê Jîna Emînî bi bîr anî
Nûçeya Pişt re Artêşa Pakistanê: Di nava 24 saetan de 31 endamên Talîbanê hatin kuştin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Navekî pir bedew û şînwar: Jinwar

Jinwar xwedî wateyeke pir mezin e. Ew jî wateya xwe ji jiyana jinan a komî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Thawrayê pevçûnên dijwar diqewimin

QSD’ê ragihandin ku li devera neftê ya Thawra a li başûrê Tebqayê ya li derveyî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li gundê Xerab Hişkê yê Kobanê komkujî

Çeteyên dewleta Tirk, HTŞ û DAÎŞ'ê li gundê Xerab Hişkê yê Kobanê komkujî kirin. 5…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

YE’yê serenavê duyemîn ê muzakereyên endamtiya Ûkraynayê vekir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi êşkenceyê hate binçavkirin û girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Çar sernavên bingehîn êdî nikarin bêne taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

DYE zexta dîplomatîk li DCN dike: Banga vekişînê li hevalbendên xwe kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?