Pêncşem, 26 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş di roja 10’emîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji pêkhateyên 1001 îmze ji bo pêvajoya aştî banga wekhevî û ‘mafê hêviyê’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Devlet Bahçelî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên hiqûqê xwestin lêkolîn li ser hestiyên li şikefta Farqînê bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji AYM’ê hukmê ku di biryara Îmamoglû de binpêkirin tune ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bi yekrêzî û yek helwestiyê destketiyên neteweyî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên PDK’ê li Soranê rojnamevanek û 2 welatî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwendevanên Mexmûrê bi meşaleyan kareografiya Hakî Karer çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikumeta Herêma Kurdistanê: Em zimanê leşkerî û gefan red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Swîsreyê jin li dijî tundiyê li qadan bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demirel: Jin wê bibin ‘çavê sêyemîn’ ê pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Jin êdî mexdûr nînin, pêşengiyê ji têkoşînê re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin li Taksîmê banga mezinkirina têkoşîna li dijî tundiya jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Wanê meşiyan: ‘Em hêz û vîna cewherî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Gaziyên Jin: Em ê tola şehîdên xwe rakin
Rojava

Gaziyên Jin: Em ê tola şehîdên xwe rakin

Gaziyên jin diyar kirin ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li hember çeteyên hov di pêşengiya Ziyad, Leyla û Denîzan de berxwedaneke bêhempa hate kirin û gotin, "Em ê tola wan şehîdên giranbiha teqez rakin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Çile 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Ji gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şîlan Kobanê û Viyan Gabar Efrîn têkildarî êrîşên çeteyan ên li hember taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û berxwedana li hember wan êrîşan nêrînên xwe anîn ziman. 

Şîlan Kobanê diyar kir ku armanca êrîşan jiholêrakirina rêveberiya xweser û doza azadiyê ya di pêşengiya jinan de ye û got, “Çeteyên ku piraniya wan DAÎŞ’î û girêdayî dewleta Tirk in, êrîşeke herî hovane li hember gelê me yê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêk anîn. Li wan taxan tenê hêzên asayîşê û gelê sivîl hebû. Li hember wan êrişên bêrehm û hovane hate kirin.”

Şîlan Kobanê anî ziman ku çete welê difikirîn ku wê gel û hêzên asayîşê di demeke kurt de teslîmî wan bibin û wiha domand, “Lê belê tişta wan çeteyan û yên piştgiriya wan dikirin hîn jî fêm nekirine ew e ku ti carî jin û xortên bi fikir û bîrdoziya Rêbertî xwe perwerde kirine teslîmî kesî nabin. Ev êrîşên çeteyan bi berxwedaneke bêhempa ya di pêşengiya fermandarê nemir Ziyad Heleb û Denîzan de hatin têkbirin.”

Gazî Şîlan Kobanê ragihand ku berxwedana li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berxwedaneke dîrokî ye û got, “Hevalên me yên jin Leyla Qasim, Gerîla Amara, Denîz Efrîn li hember êrîşên nemerdane heya dawiyê têkoşiyan. Wan hevalan israra gelê Kurd a azadiyê bi serketinê tacîdar kirin. Fermandarê hêja Ziyad Heleb û hevrêyên wî berxwedana wê bi sedê salan were behskirin pêş xistin. Em heya dawiyê deyndarên wan hevalên xwe yên hêja û pîroz in.”
Şîlan Kobanê di dawiya axaftina xwe de jî anî ziman ku wê ti carî dest ji doza xwe ya azadiyê bernedin û got, “Weke hevalên gazî li her cihî li hember êrîşan em ê gelên xwe biparêzin. Wesiyeta wan hemû şehîdan ji bo me ew e. Dema ber bi nemiriyê ve çûn, dizanîn wê hevrêyên wan al û çekên wan li erdê nehêlin. Em soz didin armanc û hedefên şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin.”

‘EM Ê HETA DAWIYÊ ALA SERKETINÊ BILIND BIKIN’

Viyan Gabar Efrîn jî bal kişand ser zîhniyeta tarî ya çeteyên êrîşkar û got, “Ew qatil û çeteyên xwedî zîhniyeta qatilê kastîk in, xwestin li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê doz û têkoşîna azadiyê ya gelên me ji holê rakin. Ev zîhniyeta bi hezarê salan e bi rê û rêbazên cuda didome, dijminê jinên afirîner û azadîxwaz in. Ew çeteyên herî zêde ji jinên berxwedêr û têkoşer ditirsin li hember cenazeyên hevalên jin bêrêzî û hovîtî kirin. Me ew kiryarên hovane di êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li Şengalê û gelek deverên din de jî dîtin.”

Viyan Gabar Efrîn diyar kir ku taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di şexsê fermandar Ziyad, Denîz û Leylayan de şahidî ji berxwedaneke teslîmiyetê red dike re kir û wiha axivî, “Wan çeteyên xwedî zîhniyeta qatilên kastîk li dijî kelehên berxwedanê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê êrîşên hovane pêk anîn. Şopdarên çanda dayika xwedawend li dijî wan êrîşan berxwedaneke bilind pêş xistin. Serî ji Dehaqan re nedanîn.”

Viyan Gabar Efrîn axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Em ê tola wan şehîdên giranbiha teqez rakin. Weke şopdarên Ziyad û Denîzan soz didin şehîdên xwe û gelê xwe ala serketinê heya dawiyê em ê bilind bikin. Bi ruh û îradeya Denîz, Feraşîn û Gerîla Amara de em ê welatekî azad ava bikin. Em ê tola hemû cangoriyên xwe rakin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji ber êrişan 120 hezar kes ji cih û warê xwe bûn
Nûçeya Pişt re Çete bombeyan li gundên li derdora Bendava Tişrînê dibarînin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Em ê êrîşên faşîzmê yên li ser jinan qebûl nekin

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, êrîşa organîze ya ku di trîbûnan de li dijî Leyla…

Ji aliyê Stêrk TV

Banga ji Bestayê: Destpêkê bila bi darên me re li hev bikin!

Şêniyên ku li hemberî talankirina xwezayê li Bestayê ketin nobedê, bal kişandin ser qirkirina ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Heresta gorek komî hat dîtin

Li bajarê Heresta yê parêzgeha Gundewarê Şamê goreke komî ya 6 cenazeyan hate dîtin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Urmiyê jinek hat kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê wê di mitînga karkeran de bimeşin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Hate îdîakirin ku Koreya Bakur piştgiriya leşkerî ya ji bo Rusyayê sekinandiye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Partiyên li Kobanê piştgirî dan Başûrê Kurdistanê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?