Komîteya Têkoşîna Dijî Terorê ya Rûsyayê, ragihand ku teqîna li xwaringeha Moskowayê ya roja Şemiyê êrîşeke bi bombeyê bû û ji hêla jinake nenas ve li ber derî hatiye pêkanîn. Di êrîşê de 3 kes mirin û 21 kes jî birîndar bûn.
Çapemeniya Rûsyayê, îdîa kir ku armanca êrîşê Fermandarê Hêzên Hewayî yên Rûsyayê General Aleksandr Çayko bû ku rojbûna xwe ya 55’an li wê xwaringehê pîroz dikir. Hinek çavkanî, dibêjin Çayko bi saxî rizgar bûye, lê rayedarên fermî ev agahî piştrast nekirine.
Tiştek fermî li ser girtina berpirsiyariya êrîşê tune ye, lê tê îdîakirin ku dibe êrîş ji hêla Ukraynayê ve hatibe plankirin. Çayko ji ber sûcên şer di lîsteya lêgerînê ya Ukraynayê de ye û di sala 2022’yan de li Buçayê ku bi sedan sivîl lê hatibûn kuştin fermandarî kiriye.

