În, 18 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Berdana girtiyê nexweş Îzzethan Aykut 3 mehan hat paşxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezîrê Edaletê Gurlek: Sala 2028’an wê hilbijartinên Serokkomariyê bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kûrt: Malbatên ji baweriyên cuda di sersaxiyan de bûn hevrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Osman: Divê Kurd di dema nû de têkoşîna siyasî û dîplomatîk bimeşînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 18’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Amed, Êlih û Dîlokê meşa ziman: Ne waneya bijarte, statuya destûrî!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê dayik û du zarokên wê hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê daxwaza perwerdeya bi Kurdî: ‘Bi milyonan zarok ji zimanê dayikê bêpar têne hiştin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 14 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Demîrtaş: Em dixwazin diyalog û muzakereyê bikin çandeke jiyanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: Heta ku Rêber Apo azad nebe qanûna dewletê nakeve meriyetê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Encamnameya Konferansa Jinan a KESK’ê: ‘Pêwîst e jin bibin kirdeyên avaker’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muxafizên Şoreşê yên Îranê jineke Kurd revandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê banga xurtkirina yekîtiya jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma JÎNA’yê banga domandin û xurtkirina têkoşînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên Dadxwaz û Rêxistinên Jinên Rojhilat serdana gorên şehîdan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên Jin, Jiyan, Azadî: ‘Rêxistinbûna me, azadiya me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > YPJ: Em ê bibin îradeya gelê xwe yê Êzidî yê berxwedêr
Jin

YPJ: Em ê bibin îradeya gelê xwe yê Êzidî yê berxwedêr

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi wesîleya salvegera 12’an a Qirkirina Şengalê daxuyanî da û got, “Em ê tevahiya piştgiriya xwe ya exlaqî û mirovî bixin meriyetê û bibin deng û îradeya gelê xwe yê Êzidiyên berxwedêr.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Tebax 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê li ser malpera xwe bi boneya salvegera 12’an a Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve wek qirkirineke sîstematîk li dijî civaka Êzidî ya Şengalê pêk hat, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyanî wiha ye:

“Di kesayeta şehîdên fermana dawîn de, em hemû cangoriyên ku li dijî hovîtiyê bedena xwe kir mertal bi rêzdarî û hurmet bi bîr tînin. Birîna kûr a ku li dil û hişmendiya gelê me yê Şengalê hatiye vekirin, tenê bi bilindkirina asta têkoşînê, avakirina xweseriyê û birêxistinbûna civakî dikare bê pêçan.

Çeteyên hov ên DAÎŞ’ê, bi piştgirî û plansaziya dewleta Tirk a dagirker, hewl da qirkirina ku li ser civaka me ya Êzidî ya resen a Şengalê dabûn destpêkirin, bixin qonaxa qirkirina giştî ya li dijî tevahiya gelê Kurd.

Ji bo pêkanîna vê stratejiya tarî, ji Kobanê heya Şengal û Mexmûrê, êrişên herî hovane û qirêj birin ser jin, zarok û kalên me. Hêzên mîna PDK’ê ku beriya niha doza parastinê dikirin, di wê kêliya dîrokî de berpirsiyariya xwe red kirin, civaka Êzidî di nav lepên hovîtiyê de hiştin û ew rûbirûyê komkujiyek bêaman kirin. Lê belê ev senaryoya tarî bi berxwedana destanî ya 12 siwariyan re rûbirûyê têkçûneke dîrokî bû. Di şexsê jinên tije bawerî û şerker de, ew hişmendiya baviksalar û destdirêjker a ku dixwest vîna azad dîl bigire, bi tevahî hat hilweşandin. Armanca van êrişan ne tenê tunekirina fîzîkî bû; armanca sereke bêîradehiştina civakê û qutkirina gelê Şengalê ji koka wan a dîrokî û xwebûna Êzdiyatiyê bû. Kiryarên vê koma çeteyan ji kuştin û dîlgirtinê heta wêrankirina hafiza çandî û hewldana tunekirina hebûna olî di bingeha xwe de li dijî nirxên mirovahiyê û felsefeya jiyana azad sûcekî mezin ê dîrokî ye.

Em bang li wijdana giştî ya civaka navneteweyî dikin ku ji bo rizgarkirina bi hezaran jin û ciwanên me yên Êzidî ku hîn jî dîlgirtî ne, berpirsiyariya xwe ya exlakî û dîrokî bi cih bînin; ji ber ku xwedîderketina li gelê Êzidî pîvana bingehîn a mirovahiyê ye. Pêwîst e baş bê zanîn ku gefên li ser Şengalê ne tenê li dijî erdnîgariyekê ne, lê belê rasterast hedefgirtina hebûna siyasî, civakî û nasnameya resen a tevahiya gelê Kurd e. Garantiya tekane û pênasa rastîn a parastina civaka me ya Êzidî, tenê bi kûrkirina pergala xwerêveberiya demokratîk û naskirina fermî ya mafên wan ên siyasî û çandî pêkan e. Parastina berxwedan û îradeya azad a Şengalê, xwedîderketina li cewher û paşeroja hevpar a tevahiya gelên azad e.

Em soz didin ku heta rizgarkirin û diyarkirina çarenûsa hemû jinên me yên hatine dîlgirtin, em ê têkoşîna xwe bê navber û bi biryardariyeke mezin bidomînin. Ji bo afirandina jiyaneke azad, wekhev û aram ku hêjayî civaka me ya Êzidî ye, em ê tevahiya piştgiriya xwe ya exlaqî û mirovî bixin meriyetê û bibin deng û îradeya gelê xwe yê Êzidiyên berxwedêr.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gelo li Moskowayê armanca êrîşa li ser xwaringehê generalê Rûs bû?
Nûçeya Pişt re Li Moskowê ji bo bîranîna Cangoriyên Şengalê civîn hate lidarxistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dayika du Şehîdan Nazîme Morsumbul koça dawî kir

Nazîme Morsumbul ku du kurên wê di nava têkoşîna azadiyê de şehîd ketibûn, jiyana xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo şehîd Elîşêr Feraşîn taziye

Li Wanê ji bo Elîşêr Feraşîn (Sedat Işik) ê li Zapê şehîd bû, taziye hat…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinên Êzidî ji bo xwedîderketina li Şerîfe Mûhammedî bang kirin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya erêkirina cezayê darvekirinê yê Şerîfe Muhammedî daxuyaniyek weşand…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Amed, Êlih û Dîlokê meşa ziman: Ne waneya bijarte, statuya destûrî!

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Osmaniyeyê 4 mêr jinekî ducanî qetil kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Êlihê dayik û du zarokên wê hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Berdana girtiyê nexweş Îzzethan Aykut 3 mehan hat paşxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?