Li dijî binçavkirin û girtina rojnamevanan, tayînkirina qeyûm li ser saziyên medyayê, astengkirina hesabên medya dîjîtal û malperên nûçeyan di 24’ê Cotmehê roja Şemiyê de li gelek bajaran rojnamevan daketin qadan.
Di çalakiyan de ku bi banga Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê, Komeleya Jinên Rojnamevan a Mezopotamyayê, Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê, Cemiyeta Rojnamevanan a Tirkiyeyê, Konseya Çapemeniyê, DÎSK Basin-Îş, Haber-Sen û Komeleya Rojnamevanan a Hemdem hatin lidarxistin, daxwaza berdana rojnamevanên girtî û bidawîanîna destwerdana li azadiya çapemeniyê hate kirin.
Li Stenbolê rojnamevan û welatiyên li ber Peykerê Ga yê li Kadikoyê li hev civiyan, bi dirûşman heta Qada Îskeleyê ya Kadikoyê meşiyan. Rojnamevanan xwestin, hempîşeyên wan bêne berdan, dawî li tayînkirina qeyûman bê anîn û mafê agahîwergirtinê yê gel bê parastin.
ANF’ê destwerdana li azadiya çapemeniyê û têkoşîna li dijî vê yekê ji rojnamevanên daketin qadan pirsî.
KARVAR: ‘DESTHILATDARÎ MEDYAYEKE JI YEKDENGÎ DIXWAZE’
Rojnamevan Rahîme Karvar anî ziman ku sansur ne tenê kiryareke niha ye, di herikîna dîrokê de û di dema nêz de bi şêweyên cuda hatiye kirin. Karvar diyar kir kir ku astengkirina karên rojnamevanan di heman demê de êrişek li ser mafê agahîwergirtinê yê gelan e û got, “Atengkirina vî pîşeyî di heman demê de êrişeke cidî ya li ser mafê agahîwergirtinê yê gelan e. Nîqaş li ser hilbijartineke dema pêş tê kirin. Qala kûrbûna krîza piştî krîza fon tê kirin. Li gel dewamiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk desthilatdariya ku gavê neavêje di navenda rexneyan de ye.
Li gel vê rewşê bêdengkirina çapemeniyê nîşan dide ku çpaemeniyeke ji yekdengî tê xwestin. Desthilatdarî medyayeke ji yekdengî dixwaze. Çapemeniyeke welê dixwaze ku tenê dengê wê ji gelan re bê ragihandin. Armanc ji êrişên heyî ev e.”
‘NERAZÎBÛNA ÎRO TÊ NÎŞANDAN NERAZÎBÛNEKE DENGMAYÎ YE’
Rahîme Karvar destnîşan kir ku destwwerdanên dawî yên li ser saziyên çapemeniyê nabe ku ji rabirdûyê cuda bê nirxandin û bi taybetî işaret bi sansura saziyên çapemeniyê yên jinan û çapemeniya Kurd kir.
Karvar got, “Girtina Halk TV, danîna qeyûm a li ser wê; girtina T24; astengkirina gelek hesabên medya dîjîtal bi hinceta meseleya LGBTİ+ ya bi operasyona ‘Malbata min ewle ye’… Em dikarin bibêjin ku bi vê yekê re em derbasî qonaxeke nû bûne. Ji ber ku em qala rewşeke hêsanbûyî, kronîkbûyî dikin.
Lê belê li aliyê din em xerîbê vê nînin. Weke jin em ne xerîbê vê ne. Weke Kurd em ne xerîbê vê ne. Berê jî televîzyonên me hatin girtin, malperên me yên nûçeyan hatin astengkirin.”
Karvar diyar kir ku weke rojnamevan divê ew zemîna têkoşîna hevpar xurt bikin û got, weke rojnamevan divê ew ne tenê li çalakiyan bigihêjin hev, divê ew xwedî li mafê agahîwergirtinê yê gelan û vegotina rastiyan dewam bikin.
BAHADIR OZGUR: ‘AVAKIRINA REJÎMÊ Û TASFIYEKIRINA ÇAPEMENIYÊ BI HEV RE DIMEŞE’
Rojnamevan Bahadir Ozgur jî ku beriya çend rojan hate binçavkirin û piştre bi şertê kontrola edlî hate berdan, anî ziman ku demeke dirêj e wî şahidî ji çalakiyeke azadiya çapemeniyê ya ewqasî girseyî re nekiriye.
Ozgur diyar kir ku ne tenê rojnamevan her wiha gelek welatiyên piştgiriyê didin wan jî beşdarî çalakiyê bûne û destnîşan kir ku destwerdana li çapemeniyê parçeyek ji pêvajoyeke siyasî ya berfireh e.
Bahadir Ozgur got, “Bi dîtina min tevlîbûna gelek welatiyan a li çalakiyê ku piştgigrî da rojnamevanan gelekî girîng e, cihê moralê ye. Lê belê li aliyê din jî vê yekê nîşan dide: Ev pêvajo ne tenê pêvajoyeke binçavkirina rojnamevanan an jî girtina wan, yan jî pêvajoyek têkildarî nûçeyan e.
Demeke dirêj e avakirina rejîmê bi tasfiyekirina çapemeniyê tê meşandin. Bi qasî ku tê dîtin bi krîza fonê re tevgera bêdengkirina çapemeniyê ya topyekûn destpê kiriye. Bi hincetekê hevalekî me yê rojnamevan dikare bê binçavkirin û girtin.
Divê em her tiştî bipirsin, ‘Çima hate girtin? Di îfadeya xwe de çi got? Sûcdarî çi ye? Gelo nûçe çêkir? Gelo tweet avêt?’ divê em vê jibîr nekin.”
Bahadir Ozgur ragihand ku destwerdana li rojnamevanan êrişa li ser mafê agahîwergirtinê û tevlîbûna civakê ya li pêvajoya siyasî ye û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Eger rojnamevanekî bi tenê jî girtî be ti ji me azad nîne.”
YASÎN AKGUL: ‘QADÊN KU EM DIKARIN LÊ BIXEBITIN TÊNE TENGKIRIN’
Rojnamevan û nûçegihanê wêneyan Yasîn Akgul ku 19’ê Adara 2025’an hate binçavkirin û girtin, anî ziman ku karên rojnamevaniyê her diçe bêhtir tê astengkirin.
Akgul diyar kir ku qadên karibin nûçeyan lê çêbikin, dîmenan bikişînin û binivîsînin tê tengkirin û ragihand ku ji bo dengê xwe bidin bihîstin neçar man ku dakevin qadan.
Akgul got, “Ez weke rojnamevanek, weke nûçegihanekî wêneyani ji ber ku di dema kişandina dîmen de rastî zextê têm, beriya niha ji ber van zextan hatim binçavkirin û girtin, ji bo heman tişt neyê serê hempîşeyên min îro li vê derê li qadan im.”
OZCAN YAMAN: ‘JI MÛSA ANTER HETA BI METÎN GOKTEPE, HAKAN TOSÛN…’
Rojnamevanê serbest Ozcan Yaman işaret bi rabirdûya zext û sansura li ser çapemeniya li Tirkiyeyê kir û diyar kir ku tenê çêkirina nûçeyan nayê astengkirin di heman demê de rojnamevan bi binçavkirin, êşkence û kuştinê re rû bi rû têne hiştin.
Yaman got, “Demeke dirêj e li Tirkiyeyê li ser çapemeniyê sansur, zext, êşkence, kuştin heye. Ev hemû di dîroka me de hene. Ji Mûsa Anter heta bi Metîn Goktepe, Hakan Tosûn…”
Ozcan Yaman diyar kir ku dema dawî li hemberî kiryarên antî demokratîk rojnamevan ji neçarî daketin qadan û bal kişand ser têkiliya navbera azadiya çapemeniyê û demokrasî û aştiyê. Ozcan Yaman got, “Em nizanin bê ji niha û pê ve çi bikin. Lê belê divê li vî welatî tiştek were kirin. Qala demokrasiyê tê kirin, demokrasî veguheriye otokrasiyê. Têkoşîna şikandina otokrasiyê… Çapemenî nebe azadî nabe, demokrasî nabe, aştî nabe. Ji bo aştî û demokrasiyê çapemenî…”

