Sêşem, 17 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji bo girtiyên nexweş li pêşiya Wezareta Edaletê nobeda bêdem destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinardekirina neftê ya ji xeta boriya Kerkûk-Ceyhanê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arzoxliyê nobeda li dijî GES’ê di roja 27’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Mercên Abdullah Ocalan guherî, Sekreterya wî hate xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Tuncel: Bêdengbûna çekan têrê nake, divê maf bêne garantîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME: Divê Can Atalay bi lez bê berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Di çalakiya YRK’ê de 2 Muxafizên Şoreşê hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Şehîdên Merîwanê bûn rêberê siberoja azad

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî ku hate berdan bi 2 salan jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dostaniya gerîla û pezkoviyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hatîce Yakişir a 76 salî: Bila êdî aştî bê vî welatî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Divê ji bo mirinên karkeran li Îlamê lêpirsînek zelal were kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê nobeda jin, edalet û bîrê: Çîroka heft jinan hate parvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Depê jinên hatin qetilkirin hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştî û demokratîkbûn bi tevlîbûna jinan a li pêvajoyên biryardanê dibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê di 10 mehan de zêdetirî 240 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA deklerasyona 25’ê Mijdarê eşkere kir: Em ê têkoşîna jinan derxînin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Lûtkeya Kopenhagê de ji bo mafên jinan banga çalakiya kûrewî hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Hejmara Cotmehê ya Newaya Jin gihîşt ber destê xwendevanên xwe
Jin

Hejmara Cotmehê ya Newaya Jin gihîşt ber destê xwendevanên xwe

Hejmara Cotmehê ya Newaya Jin bi nivîsên li ser komploya 9'ê Cotmehê, mîrateya şehîdên jin, nîqaşên li ser aştî û civaka demokratîk û armanca Destûra Bingehîn a Jinê hate weşandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Rojnameya Newaya Jin ku dengê têkoşîna azadiyê ya jinan e, bi hejmara xwe ya meha Cotmehê gihîşt ber destê xwendekarên xwe. Rojnameyê li ser mijarênİ komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li hemberî Rêber Apo, şehîdên meha Cotmehê yên Tevgera Jinên Kurd, bûyerên rojane yên li qada civakî, hiqûqî û siyasî yên bi perspektîfên ‘Aştî û Civaka Demokratîk’, nîqaşên li ser guherîn û veguherînê û ‘Destûra Bingehîn a Jinê’ ya ku armanceke, dosyayên berfireh amade kir.

BANGA LI JINAN: EM BIBIN HÎMÊ ESASÎ YÊ AŞTIYÊ

Rojnameyê cihekî berfireh da banga “Ji bo avakirina aştiyê, civaka demokratîk û di destûra bingehîn de afirandina gotina jinê, bang e” ya Tevgera Jinên Azad. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku jin hêmana esasî ya aştiya civakî ye û bang li jinan hemûyan hate kirin ku bi bawerî, bi fikarên xwe û rexneyên xwe beşdarî pêvajoyê bibin. Ayla Akat Ata li ser mijarê axivî û got, “Di vê pêvajoyê de ku divê em rîskî bidin pêş çavên xwe û gavên bi wêrekî û biryar biavêjin, gelekî girîng e ku jin di nava zemîna çareserî û siyasetê de hebin.”

‘ŞEHÎD AFIRÎNERÊN DEMOKRATÎKBÛNÊ NE’

Koordînasyona PAJK’ê rola şehîdên jin a li nava têkoşîna azadiyê nirxand û got, “Afirînerên rasteqîn ên şoreşa jinê, şehîdên me ne. Heta ku azadiya jinê pêk neyê eşkere ye ku demokratîkbûna civakê jî pêk nayê.” Di daxuyaniyê de işaret bi komploya 9’ê Cotmehê jî hate kirin û hate gotin, “Li ser bingeha jinûve dagirkirina Şengalê û tasfiyekirina sîstema xweser a Êzidiyan peymaneke nû ya xiyanetê hate îmzekirin.”

‘ARMANCA KOMPLOYÊ TÊKBIRINA TÊKILIYÊN KURD Û TIRKAN BÛ’

Di rûpela forûmê ya rojnameyê de li ser komploya 9’ê Cotmehê ya li hemberî Rêber Apo nirxandin hate kirin. Di civînê de cih ji van gotinên Rêber Apo re hate dayin: “Ji bo têkiliyên Kurd û Tirkan bi temamî bêne qutkirin hatim teslîmkirin. Encamên vê yekê hîn bi şênberî tê dîtin.”

DOSYAYÊN LI SER EKOLOJÎ Û JINEOLOJIYÊ

Sûltan Gulsun di rûpela ekolojiyê de di nivîsa xwe ya bi sernavê “Derfetê aştiya ekolojîk” qala bandorên hilweşîner ên şer li ser ekosîstemê kir. Stran Çelîk jî di nivîsa xwe ya bi sernavê “Efûsniya Jineolojiyê” de bandora atolyeyên jineolojiyê yên li Bakur û enternasyonalîzma jinê vegot.

Di rûpelên Kurdî de Roza metÎna astengiyên li pêşiya pêvajoya aştiyê, Zîlan Vejîn jî têkoşîna ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Îranê û Rojhilat nirxand. Kurdistan Lezgiyeva jî qala jiyana jinên Kurd ên li Rûsyayê kir.

Di rojnameyê de Helîn Dersim qala Emîne Erciyes kir. Her wiha gotara Medya Doza a bi sernavê “Jinên mamosteyên dibistana azadiyê”, portreyên jinan û nivîsên li ser tenduristiyê û mijarên rojane di rojnameyê de hatin weşandin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gelên xwecihî yên Hondurasê piştgirî dan gelê Kurd
Nûçeya Pişt re Rêxistinên Jinên Êzidî têkildarî Şengalê hişyarî dan Bexdayê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Sêwasê karkerên findûqê qeza derbas kirin: 3 jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Bilekan a Sêwasê qezayek trafîkê qewimî. Mînîbûsa ku karkerên findûqê dibir ji kendalek…

Ji aliyê Stêrk TV

Instagram li Tirkiyeyê hate astengkirin

Dewleta Tirk weşana malpera platforma dîjîtal Instagramê asteng kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Baroya Amedê: Di lêpirsîna Narîn Guran de kêmahî hene

Baroya Amedê têkildarî lêpirsîna Narîn Guran a 8 salî ku di 21’ê tebaxê de winda…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Hinardekirina neftê ya ji xeta boriya Kerkûk-Ceyhanê dest pê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Arzoxliyê nobeda li dijî GES’ê di roja 27’an de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Di çalakiya YRK’ê de 2 Muxafizên Şoreşê hatin cezakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?