Şemî, 27 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Çetîn Arkaş: Divê Rêber Apo demildest azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrsînê bi hezaran kes li mitîngê li hev civiya: Mîmarê aştiyê li Îmraliyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gelê Çûkûrovayê ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ ber bi Mersînê ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Kartay hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Bayram Balci li Enqereyê merasîma cenaze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên siyasî dest bi grava birçîbûnê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Cenazeyê Şehîd Zozan hate veşartin, Diyar Xerîb hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mitînga Wanê: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewlet’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Konfernsa Zimanê Kurdî de daxwaza hevpar: Divê Kurdî bi destûra bingehîn were mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana serxiya Behiye Sevîm û Suleyman Bakir hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serhedî ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan ji bo Yuce û Tokçu hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA wê atolye û meşa şevê lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê jinan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Edaletê ya TJA’yê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên mafên mirovan ji bo Nana Xanim Babazade banga parastina neteweyî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stûna jiyan û têkoşînê: Dilovan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda Hevgirtina Jinê ya Binevş li Geverê hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Hêlîn Umît: Desthilatdarî bi rastî jî demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwaze?
Kurdistan

Hêlîn Umît: Desthilatdarî bi rastî jî demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwaze?

Hêlîn Umît anî ziman ku Rêber Apo bi tifaqa Kurd û Tirkan firsenda derbasbûna nava sedsala duyemîn a Komarê pêşkêş kiriye û got, ji ber gavên nehatine avêtin pirsa 'Gelo desthilatdarî bi rastî jî demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwaze yan na' pirsî.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît beşdarî bernameyeke televîzyona Medya Haberê bû û li ser pêvajoyê nirxandin kir.

 

Di destpêkê de rojbûna Rêber Apo pîroz kir, hurmet û hezkirinên xwe pêşkêş kir û her kesên ku beşdarî pîrozbahiyên rojbûna Rêber Apo bûn silav kir.

NÊZÎKATIYA HIKUMETÊ DÛRÎ CIDIYETA PIRSGIRÊKÊ YE

Hêlîn Umît anî ziman ku di çarçoveya daxuyaniya 27’ê Sibatê de rojeveke girîng li Tirkiyeyê afirî, asteke nîqaşê heye lê belê ev yek têrê nake û got, “Em di konjonktureke girîng, pêvajoyeke girîng de ne. Girîng e ku ev pirsgirêk kete rojevê, tê nîqaşkirin. Lê belê di nîqaşan de rewşên xitimandî hene, aliyên bi pirsgirêk hene. Beriya her tiştî bi dîtina min bi rengekî erênî nayê nîqaşkirin. Sermeseleyê daxuyaniyên ji aliyê desthilatdariyê ve têne dayin bi giranî di çarçoveya ‘Me qedand’ de ne. Rewş daxistine vê astê. Nêzîkatiyeke welê heye ku dibêjin, ‘Bila kongreyê bikin, çekan dînin, bi vî rengî em vî rûpelî bi dawî bikin’. Ev nêzîkatî baş û rast nînin. Ji ber ku pirsgirêka Kurd pirsgirêke 100 salî ya Komara Tirkiyeyê ye. Ev yek divê çarçoveya vê de bê nîqaşkirin. Di çaçroveya pirsgirêka demokratîkbûna Tirkiyeyê de divê bê nîqaşkirin. Eger hûn îro kîjan pirsgirêkê nîşan bidin, mirov dikare bi hêsanî pêwendiya wê bi pirsgirêka demokratîkbûna Tirkiyeyê û pirsgirêka Kurd re nîşan bide. Ev yek pirsgirêkeke welê hilweşîner e. Lewma dikarim bibêjim ku nêzîkatiyên têne nîşandan dûrî fêhmkirina cidiyet û pirsgirêka meseleyê ye.”

Hêlîn Umît destnîşan kir ku rîska herî mezin Rêber Apo hilda ser milê xwe, gava herî girîng ji aliyê Rêber Apo ve hate avêtin, ew bi wêrekî tevgeriya û got, “Bi vê yekê re çi kir? Di demeke ewçend hesas de ku hevsengî li herêmê têne guhertin û konjonktur di her kêliyê de dikare biguhere, kir ku atmosfereke nû ya siyasî biafire. Rê da ber me. Divê rast bê fêhmkirin; weke PKK rewşa me rewşeke lawaz nîne. Ji her alî ve PKK hêza xwe diparêze. Ev yek ji ku tê fêhmkirin, çawa dikare bê pîvandin? Ev rastî çawa dikare bê fêhmkirin? Di rastiya gel de dikare bê fêhmkirin. Em tevgereke gel in. Pîrozbahiyên Newrozê bi beşdariya herî bilind a salên dawî pêk hat. Pîrozbahiyên herî bi coş bû, daxwaz bi şênberî hate nîşandan.”

GELO BAHÇELÎ-ERDOGAN WÊ DEST LI RANTXURÊN ŞER WERDIN?

Hêlîn Umît destnîşan kir ku PKK ji her demê bêhtir xurt e û got, “Bi rastiya gel re karê xwe bi rengekî hevgirtî dimeşîne. Îradeya ku Rêber Apo nîşan da, ji aliyê civakê ve weke çavkaniyeke mezin a kelecan, coş û hêviyê tê pêşwazîkirin. Lewma em dibînin ku Rêber Apo bi wêrekî rîskê dide ser milê xwe, hewl dide gavê bi aliyê hember ve bide avêtin. Lê belê li aliyê desthilatdariyê mirov rewşeke dudil, bi guman û tirsonekî dibînin. Beriya her tiştî divê ev rewş ji holê bê rakirin.

Di rastiya heyî ya Tirkiyeyê de herî dawî Serokkomar Erdogan rabû got, ‘Em vê pêvajoyê dimeşînin. Weke Tifaqa Cûmhûr em muxatab in’. Ev baş e, ji aliyê xwedîderketina li pêvajoyê ve. Lê belê ev yek nikare bê gotin, ‘Di nava me de jî nêrînên cuda hene, cudahî hene, serweriya me nîne’. Eger desthilatdariya heyî, desthilatdariya AKP-MHP’ê bi tiştekî bi vî rengî derkeve pêşberî me, ev yek wê me jî dudil bike. Ji ber ku rastiya desthilatdariyeke welê heye ku di her mijarê de dikare îradeyê nîşan bide, destwerdanê bike û her qanûna dixwaze dikare derbixîne. Lê belê di destpêka vê pêvajoyê de Rêber Apo çi got? Got, ‘Hêza min heye ku vê pêvajoyê ji ser zemîna şer bikişînim pêvajoya hiqûqî û siyasî’. Devlet Bahçelî bi navê Tifaqa Cûmhûr got, ‘Bila bên siyasetê bikin, sûdê ji mafê hêviyê werbigirin’.

Ev daxuyanî li pêşberî tevahiya cîhanê, li pêşberî her kesî kirin. Piştî vê bangê Rêbertî gavên pêwîst avêt. Gelo desthilatdarî dixwaze pêvajoyê bikişîne ser zemîna hiqûqî û siyasî yan na? Pirs di vir de ye. Ji ber ku li Tirkiyeyê gelek rantxurên şer çêbûne, di nava desthilatdariyê de jî hene. Bi rastî jî baskê desthilatdariyê, Bahçelî û Erdogan wê li hemberî van rantxuran destwerdanekê bikin yan na? Bi rastî jî daxwaza demokratîkbûna Tirkiyeyê dikin yan na? Bberiya her tiştî divê biryarê li ser vê yekê bidin. Di vê mijarê de nîqaşek heye. Ev yek baweriyê nade, kes bawer nake, em bawer nakin, derdorên cuda bawer nakin.”

BÊYÎ RÊBERTÎ FESIH NABE

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît bi dewamî bal kişand ser mijara kongreyê û got, “Nîqaş dewam dikin ku dibêjin, ‘Rêber Apo bang li kongreyê kir, PKK çima kongreya xwe pêk nîne?’ Argumaneke bi vî rengî heye. ‘PKK ewqas salan hemû kongreyên xwe bêyî amadebûna Rêbertî pêk anî, bêyî tevlîbûna fîzîkî ya Rêber Apo kongreyên xwe lidar xist’. Rast e. Lê belê rewşa niha cuda ye. Biryarên li ser sefihkirina PKK’ê, guhertina stratejîk û çekdanînê bi biryara Rêbertî dibe. Belê, rast e; PKK’ê biryarên xwe di dema dixwest pêk bîne wergirt, xist pratîkê. Lê belê guhertina stratejîk bi xwe nekir. PKK nikare xwe bi xwe fesih bike. Bêyî Rêbertî nikare vê bike. Tenê Rêbertî dikare vê bike, dikare îqna bike.”

AMADEKARIYA DESTHILATDARIYÊ JI BO PÊVAJOYÊ NÎNE

Hêlîn Umît bal kişand ser banga ji bo sûdwergirtina ji mafê hêviyê û got, “Hem tu yê bibêje bila sûdê ji mafê hêviyê werbigire, bê li nava DEM Partiyê siyaset bike, hem jî tu yê gavekê neavêje, nîşaneya gavavêtinê pêşkêş neke, daxuyaniyeke ji rêzê jî di vê mijarê de nede û zimanê xwe neguherîne. Piştre jî tu yê bibêje, ‘Ji ber ku te kongre nekir, tu pêvajoyê sabote dike’.

Ez niha ji mirovên xwedî wijdan dipirsim. Gelo kî sabote dike? Kî lîstikê dilîze? Kî vê fikarê, lêpirsîn û pirsê dixe dil û mejiyê me? Em bi rastî jî bi nêta baş, bi dilsoziya xurt a bi Rêberê xwe dixwazin perpsketîfa Rêber Apo bixin pratîkê. Di vê mijarê de bila gumana gelê me, dostên me û derdorên bi cidiyeta meseleyê zanin, nebe. Lê belê ev yek nabe bibe çîrokeke bû û qediya. Divê rast bê fêhmkirin. Rewşeke ‘gelekî tengav bûne, pêwîstiya xwe bi vê yekê heye’ nîne. Bi rastî jî divê ev pêvajo baş bê fêhmkirin. Li herêmê ewqas bûyer diqewimin, faktorên rîskê hene, hesab li ser Kurdan têne kirin û Rêbertî firsendek pêşkêş kir, ji aliyê Tirkiyeyê ve bi rengekî dîrokî bi tifaqa Kurd û Tirkan dikare derbasî nava sedsala duyemîn a Komarê bibe. Di pêvajoyeke bi vî rengî de divê aliyê hember, desthilatdarî hîn bêhtir xwedî amadekariyan bûya. Amadekariyên xwe nîne. Bi taybetî ji bo amadekirina zemîna hiqûqî, siyasî û qanûnî ya vê pêvajoyê divê berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Eger ev bibe wê îradeya ku Rêberê me nîşan da Tirkiyeyê demokratîk bike, bike welatekî azad.”

RÎSK HEYE KU SÛRIYE BIBE QADA BIHEVKETINA ÎSRAÎL Û TIRKIYEYÊ

Hêlîn Umît li ser bûyerên li Rojhilata Navîn bi taybetî jî li Sûriyeyê diqewimin anî ziman ku wan beriya niha ragihandibû ku Îsraîl wê li Rojhilata Navîn derkeve pêş, polîtîka li gorî wê diyar bibe û got, “Li herêmê her wiha hegemonya Tirkiyeyê heye; eger bi vî rengî dewam bike wê were hemberî hev. Me tespîteke bi vî rengî kiribû. Pêvajo niha me piştrast dike, vê tespîtê piştrast dike. Bêguman ev tespît di Parêznameya 5’emîn a Rêberê me de beriya bi salan hatibû kirin. Ji ber ku rastiya Şerê Cîhanê û li ser îhtimalên wê hatin nirxandin. Di rewşa heyî de tê dîtin, Îsraîl û Tirkiye hatine hemberî hev. Rewşeke bi vî rengî nîne, dem bi dem Tirkiye û Îsraîl hatin hemberî hev. Yanî dijberiyeke lihevkirî bû. Pêvajoyê bi vî rengî hebûn. Ji ber ku ji aliyê hebûnê ve herdu dewlet bi hev re hatibûn girêdan. Avabûna Tirkiyeyê ji bo Îsraîlê bû. ÎsraÎl ku yek ji netewe dewletên destpêkê bû, piştre hate avakirin. Û beşeke girîng a piştgiriya ji bo Tirkiyeyê ya li nava NATO’yê timî ji bo vê bû. Lê belê di rewşa heyî de hevsengiyên Rojhilata Navîn ên hatin guhertin, jinûve birêxistinbûna Îsraîlê bûn sedem ku di hin mijaran de nakokî rû bidin. Divê bi vî rengî bê dîtin. Ji nakokiyeke sexte wêdetir divê weke şerê wergirtina parekê ji pasta Rojhilata Navîn bê nirxandin. Qada destpêkê ya vê jî li Sûriyeyê tê dîtin. Li Sûriyeyê têkoşîna ji bo bibandorbûnê heye. Ji xwe bi hilweşîna rejîma Esad de yekser Başûrê Sûriyeyê dagir kir. Li aliyê din Tirkiyeyê jî hewl da bi bandor bibe, bi vî rengî hate nîşandan. Heyet çûn û hatin. Herî dawî tê gotin, Şara wê bê Tirkiyeyê.

Çavdêriya me bi vî rengî ye; Li Emerîkayê hewl tê dayin ku di ser Sûriyeyê re Îsraîl û Tirkiye li hev bikin. Ya rast, Tirkiye jî vê dixwaze. Lê belê ji ber şerê berjewendiyan nikarin baş li hev bikin. Di mijara wergirtina parê de nikarin li hev bikin. Di vê mijarê de dixwazim vê bibêjim: Tirkiyeyê salên dawî hem li hundir hem jî li derve li ser polîtîkaya ewlekariyê siyaset hilberand. Em kir hincet û ket nava Iraqê, bi vî rengî ket nava Sûriyeyê. Bi vî rengî bi van argumanan tevgeriya, ji aliyê leşkerî ve xwe bi rêxistin kir. Siyaseta xwe spart vê yekê. Sedemên cuda yên vê yekê dibe ku hebin, dikarin bêne nîqaşkirin.”

Hêlîn Umît destnîşan kir ku eger hêz û bandora Tirkiyeyê ya li herêmê li ser demokratîkbûnê bûya, li ser naskirina gelan bûya û polîtîkaya xwe li ser aştiyê ava kiribûya, hingî wê karîbûya pêşî li êrîş û senaryoyên şer bigrta.

Hêlîn Umît got, “Niha şerê li Rojhilata Navîn gihîştiye vê astê: Gihîşt rageşiya navbera Tirkiye û Îsraîlê. Tê gotin, di hedefê de Îranê heye, her wiha dem jî tê dayin. Îranê daxuyanî da, got ‘Em ji şer re amade ne’. Trump daxuyanî da: ‘Eger di bernameya nukleerê de paşve gavê neavêje, xwe nede ber lihevkirinê, rêya leşkerî di dewrê de ye’. Bi berfirehî tê nîqaşkirin ku amadekariyek heye. Li gel vê yekê Îranê careke din daxuyanî da û got, ‘Tirkiye, eger tu di nav de be, ez ê li te bixim, ez ê li hemberî te şer bikim’. Trump ji aliyê din ê okyanûsê ji Tirkiyeyê re got, ‘Ez dixwazim polîtîkayên xwe yên li ser Rojhilata Navîn bi te re bimeşînim’. Bi kurtasî rîsk ji bo Tirkiyeyê gelekî mezin e. Dor bi rastî jî hatiye Îranê, hatiye Tirkiyeyê, ew ne diyar e. Divê bi rengekî cidî bê dîtin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Anketa li 16 bajaran: Ji sedî 42,5 bawer dikin ku Rêber Apo wê aştiyê pêk bîne
Nûçeya Pişt re Gerîlayê HPG’ê Mazlûm Yekta şehîd bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dayikên Şemiyê ji bo Nûrettîn Çûr edalet xwestin

Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê di hefteya 1055’emîn a çalakiya xwe de, ji bo Nûrettîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Xizmên şehîdan ên Kobanê: Armanca me serketin e, rêya me berxwedan e

Ji xizmên şehîdan ên Kobanê Suphî Beg Bîn Xelîl û Nisrîn Brahîm destnîşan kir ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogûllari: Hewldanên me ji bo aştiyeke bi rûmet e

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari got, "Hêza kesî wê têrê neke ku israr…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Cenazeyê Şehîd Zozan hate veşartin, Diyar Xerîb hate bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Mitînga Wanê: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewlet’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Di Konfernsa Zimanê Kurdî de daxwaza hevpar: Divê Kurdî bi destûra bingehîn were mîsogerkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi girseyî serdana serxiya Behiye Sevîm û Suleyman Bakir hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?