Platforma Şiyar be a ku ew demeke dirêj e li Rihayê bi armanca têkoşîna li dijî tiryak û fûhûşê xebatan bi rê ve dibe, avakirina xwe îlan kir. Platformê daxuyaniya xwe li bînaya KESK’ê da û li gel rêxistinên civakî nûnerên partiyên siyasî jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Teksta daxuyaniyê ji aliyê Hevberdevka Paltforma Şiyar Be a Rihayê Zûhal Parlak ve hate xwendin.
Zûhal Parlak diyar kir ku li Kurdistan û Tirkiyeyê temenê bikaranîna tiryakê gelekî daketiye û ev yek anîn ziman: ‘’Peydakirina tiryakê ya zarokan polîtîkayeke şerê taybet e. Nabe ku mijara tiryakê bes li gel operasyonên likolanan tên kirin, kesên tên girtin û cezayên tên birîn were dîtin. Pirsên ku divê werin kirin ev in: Zaroka çawa dikarin tiryakê peyda bikin? Organîzasyonên li pişt vê bazirganiyê çawa dixebitin? Li dijî torên sûcî yên zarokan bi kar tînin û îstîsmar dikin bi têra xwe têkoşîn tê meşandin?’’
DAXWAZ
Zûhal Parlak daxwazên Platforma Şiyar Be a Rihayê wiha rêz kirin:
‘’*Bi awayekî çalak eşkerekirina organîzasyonên ku li pişt bazirganiya tiryakê, torên wan ên fînansmanî û avaniyên ku zarokan bi kar tînin,
*Sînordarkirina xwegihandina medyaya dijîtal,
*Bi awayekî birêkûpêk kontrolkirina bînayên kevn, avahiyên hatine terikandin, park, jêrebihur û derdora goristanan,
*Li Rihayê li taxên birîsk zêdekirina xizmetên civakî yên têkildarî zarokan, pistgiriya derûnî ûxexatên parastinê,
*Zêdekirina qadên civakî yên ku ciwan tevlî werzîş, huner, çand û jiyana civakî bibin,
*Bêyî eşkerekirina kesên bengî tedawîkirina wan û dayîna xizmetên rehebîlîtasyonê.’’

