Çarşem, 12 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Îzmîrê li diî projeyên JES’ê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiya Kedê: Divê dest ji gotina ‘Tirkiyeya bê teror’ bê berdan, gav bê avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Êrişa li ser Kurdên Serêkaniyê êrişeke plankirî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolombiyayê ‘serweriya’ Îsraîlê ya li ser girên Golanê nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Birêz Ocalan her tim aştî xwestiye û gihiştiye van rojan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kêmasiyeke girîng e ku di Qanûna Çarçoveyê de statuya Birêz Ocalan nehatiye diyarkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê fuze avêt baregeha Komele

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê ragihand ku cehşekî destê wî di xwîna şehîdan de hebû hate cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê bang li Iraqê kir: Hêzên leşkerî vekişîne, dest ji kiryarên nedostane berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji HPG’ê daxuyaniya têkildarî Selahattîn Gungen û Îzzet Batmaz

    Ji aliyê Stêrk TV

    Huseyîn Denîz di salvegera 34’emîn a qetilkirina xwe de hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Hevdîtina Heyeta Îmraliyê-Ozel: Li Tirkiye û Sûriyeyê divê demokrasî serwer be
Rojane

Hevdîtina Heyeta Îmraliyê-Ozel: Li Tirkiye û Sûriyeyê divê demokrasî serwer be

Di dema hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û lîderê CHP'ê Ozgur Ozel de Ozel anî ziman ku ew dixwazin hem li Tirkiyeyê hem jî li Sûriyeyê aştî û demokrasî serwer be.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Endamên Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol li Navenda Giştî ya CHP’ê bi Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel re hevdîtin kirin. Heyetan piştî hevdîtinê civîneke çapemeniyê lidar xistin.

Ozgur Ozel destpêkê axivî û anî ziman ku wan di hevdîtinê de rewşa dawî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, karên komîsyonê bi berfirehî nirxandine. Ozgur Ozel sixêf û heqaretên li siyasetmedar Leyla Zana hatin kirin bi tundî şermezar kir.

Ozel bal kişand ser pêvajoya nivîsandina rapora komîsyonê û anî ziman ku divê ev yek bi lez bê kirin û got, “Di vê mijarê de partî xwedî nêrînên hevpar in. Armanca ‘Tirkiyeyeke bêteror’ a ku her kes dikare qebûl bike, bi hev re dikare bê bicihanîn. Em paşerojeke welê hêvî dikin ku li ser vê xakê rondik nebarin, xwişk, biratî û aştî serwer be, ewladên Kurd jî yên Tirk jî ji paşeroja xwe bi fikar nebin, karibin perwerdeya herî baş werbigirin, bi lez bi pêş ve biçin û bi rengekî wekhev parve bikin. Hem li Tirkiyeyê hem jî li Sûriyeyê ji bo Tirkan, ji bo Kurdan, ji bo Durziyan, ji bo Elewiyan, ji bo Tirkmenan em du dewletan hêvî dikin ku di nava aştî û destûra bingehîn a demokratîk de bin. Em hêvî dikin ku li Tirkiyeyê jî li Sûriyeyê jî aştî, xwişk, biratî û demokrasî serwer be; li her du aliyan aştî pêk were, li herdu aliyên sînor ber bi siberojê ve gavên bi hev re û bi bawer bêne avêtin. Vê yekê hem ji bo Tirkiyeyê, hem ji bo Sûriyeyê, hem ji bo Kurdan, hem ji bo Tirkan, hem jî ji bo tevahiya Rojhilata Navîn û mirovahiyê hêvî dikim.”

PERVÎN BÛLDAN: PIRSGIRÊKA KURD DI SER SIYASETÊ RE YE

Pervîn Bûldan jî diyar kir ku wan hevdîtineke gelekî girîng û berhemdar pêk anîn û got, “Me qonaxên pêvajoyê bi berfirehî nirxand. Di demeke ewçend dîrokî de em rola çêker a Partiya Gel a Komarê bi rastî jî gelekî girîng dibînin. Ji ber vê yekê em îro li vê derê ne. Ji ber ku pirsgirêka Kurd meseleyeke ku di ser siyasetê re ye û çareserkirina vê pirsgirêkê jî wezîfe û berpirsyariya me hemûyan e.”

SANCAR: MUTABAQATA SIYASÎ Û LIHEVKIRINA CIVAKÎ

Endamê heyetê Mîthat Sancar jî ragihand ku wan hevdîtineke girîng kirine û got, “Ev pêvajo pir alî ye û her carê em dibêjin ku bi zehmet e. Nêzîkatiyên cuda, rexne di nava pêvajoyê de dikarin derkevin holê. Lê belê divê careke din bê bibîrxistin ku ruhê vê pêvajoyê muzakere ye.”

Mîthat Sancar destnîşan kir ku pêvajo wê bi muzakere, diyalog û nêrînan bimeşe û got, “Di vê mijarê de mutabaqata siyasî û lihevkirina civakî di asta jiyanî de girîng e. Me careke din dît ku Partiya Gel a Komarê îradeya xwe nîşan da ku wê di vê pêvajoyê de rola xwe ya erênî dewam bike. Ev gelekî girîng e.

Li hemberî rageşî û hewldanên sorkirinê yên nijadperestiyê, em neçar in ku bi hev re, bi hevkariya aştî û demokrasiyê têkoşîneke hevpar bimeşînin. Em di wê baweriyê de ne ku ev yek wê rêya aştî û demokrasiyê li pêşiya me heta dawiyê veke.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Serdana piştevaniyê ya rêxistinên Elewiyan ji bo malbatên Roboskiyê: ‘Êşa me yek e’
Nûçeya Pişt re Şehîd Berfîn Nûrheq li Şengalê hate bîranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Derbarê kesê mirî de lêpirsîna ‘fînansekirina terorê’ hatiye vekirin

Derket holê ku derbarê Cemal Candemîr ê di sala 2020’an de ji ber şewbê jiyana…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Ev meş wê rêya komara demokratîk jî veke’

Meşvanên Azadiyê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û destnîşan kirin, ku ev…

Ji aliyê Stêrk TV

Xetereya jiyanî ya Onder berdewam dike

Dermankirina endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder di lênihêrîna giran de didome…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Îzmîrê li diî projeyên JES’ê çalakî hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Partiya Kedê: Divê dest ji gotina ‘Tirkiyeya bê teror’ bê berdan, gav bê avêtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

KNK: Êrişa li ser Kurdên Serêkaniyê êrişeke plankirî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kolombiyayê ‘serweriya’ Îsraîlê ya li ser girên Golanê nas kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?