Yekşem, 23 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Macid Adîne li Îranê hate îdamkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zonguldakê êrîş li ser karkerên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da Erxewan Felahî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo girtiyên nexweş Aktaş, Maral û Yanik banga berdanê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta Mehmet Gunkan hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Orhan: Divê hemû sazî li dijî hişbirê bi hev re têbikoşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Nisêbînê li dijî tiryakê banga têkoşînê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bager Andok li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Tara û Hêro di salvegera 2’emîn a şehadeta xwe de hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hezaran kes serdana taziyeya Şehîdên Azadiya Kurdistanê kiri

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan banga hevrûbûn û edaletê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJK-E: Gotarên aştiyê û krîmînalîzekirin nikarin ligel hev bên domandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Ji kar dûrxistina Îkra Avci biryareke neqanûniye

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 sal ceza li hunermenda Îranî Hîva Seyfîzade hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê meşa li dijî tacîz û destdirêjiyê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê aqûbeta 2 jinan nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amnesty: Iraq nikare jinan li hemberî gefên mirinê biparêze

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Hevrêtiya şoreşgerî
Kurdistan

Hevrêtiya şoreşgerî

Huseyîn Aykol ê ku di saetên ewil ên sala 2026’an de koça dawîn kir, bes ne bi nasmameya xwe ya rojnamegeriyê; bi zanebûna xwe ya şoreşgerî û hevrêtiya xwe jî di bîra me de zindî ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Çile 2026 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Huseyîn Aykol di 14 Cotmeha 2025’an de ji ber xwînariya mejîyî bi lez û bez rakirin nexweşxaneyê û vê yekê rê li ber bendemayîneke bi fikar vekiribû. Ji wê rojê heya kêliya mirinê malbata wî, hezkiriyên wî û hemû hevrêyên wî di nava bendemayîneke bi vî rengî de bûn. Di kêliyên ewil ên sala nû de bijîşên wî ragihandin ku wî jiyana xwe ji dest daye û ev bendemayîn jî bi dawî bû.

Ger hewceyî bi gotinê hebe, ger bes di çarçoveya pîvanên pîşeyî de were nirxandin, Huseyîn Aykol ji her kesî zêdetir heq  dike ku weke rojnamegerekî were bibîranîn. Lê belê ew bes bi nasnameya xwe ya rojnamegeriyê nehate naskirin û pejirandin;  xwe jî bi wî rengî neda naskirin. Destpêkê xwendekarê tibê bû; piştre xwest beşa Zanistên Siyasî bixwîne. Esasî jî kesekî wisa bû ku hemû kêliyên xwe ji xwegihandina îdealên xwe re bexşandibûn û bi hişmendiyeke şoreşgerî û sosyalîst tev digeriya.

Kesên ku wî nas dikin jî bi piranî wî bi rojnamegeriya wî bi bîr dixin û dema qala wî dikin vî aliyê wî derdixin pêş.  Bêguman tiştên ku derheqê wî de tên gotin, rast in û nayên lêpirsîn. Hûseyîn Aykol, çawa ku hevalê kar ê gelek rojnamegeran e di heman demê de roleke weke mamostetiya rojnamegeriyê jî lîst. Hest ramanên xwîneran gihan derdorên gel ên herî berfireh; bêyî li rastî astengiyekê were hê di destpêkê de bedêla ku were dayîn, qebûl dikir. Bi vî awayî nehişt ku rastî di tarîtiyê de bimînin. Derheqê wî de cezayên hepsa giran ên bi sedan salan û cezayên pereyî yên gelekî mezin hatin birîn. Jialiyê polîsan ve hate şopandin; êşkence dît û di zîndanan de ma. Di serî de mirin li hemberî tu gefan serî netewand û di rêya ku jê bawer dikir de meşiya.

Huseyîn Aykol, meşa temenê xwe ya herî dirêj li gel Çapemeniya Azad û Alternatîfa Demokratîk kir.  Ji ber vê taybetmendiyê Çapemeniya Azad, bû perçeyekî jiyana wî. Dema ku qala Çapemeniya Azad tê kirin, tişta ku beriya her tiştî tê bîra mirovan sekneke li dijî serweriya mêran, olperest, netewperest û endustriya bêyî nirxên exlaqî û piştgiriyê dide azadiya jinan, antî kapîtalîst , xwişk-biratiya gelan, sosyalîzm, demokrasî û azadiyan. Huseyîn Aykol, tim di nava vê têkoşînê de bû xwedî û lêgerînê fikra şoreşgerî û terzê tevgerê yê sosyalîst.

Çapemeniya Azad, li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê di warê fermî de yekem pêngavên xwe di sala 1988’an de li gel kovara ‘’Vejîna Civakî’’ avêt. Her çend piştî demeke kurt ev pêngav hate astengkirin jî ji rêya xwe vebegeriya. Rojnameya heftane ya bi navê ‘’Rastiya Gel’’ bû qonaxeke girîng a vê rêwîtiyê. Rêwitiya Huseyîn Aykol a li gel Çapemeniya Azad a bê navber, di vê pêvajoyê de dest pê kir. Piştre di hemû rojnameyên ku derketin de cihê xwe girt û rola xwe lîst; ji Gurbetellî Ersozan re, ji Yucel Halîsan re û Seyît Evranan re bû hevrê. Mîrasa Apê Mûsayan, Cengîz Altûnan û Hafiz Akdemîran dewr girt, qetilkirina wan, bombebarankirina bînayên rojnameyan û êşa zarokên rojname belav dikirin tim hîs kir, jiya û ji bîr nekir. Di hatina Çapemeniya Azad a van rojan de bû pêşeng û mamoste; bi hebûna xwe bû sembola hevrêtiya şoreşgerî ya şênber û zindî. 
 
Hêrêtiya şoreşgerî, têgeha herî baş e ku Huseyîn Aykol pênase dike. Çimkî ew, cudahiyên ku weke dewlemendiyê dibîne li pêşiya hevparbûnê weke astengî nabîne; ji bo xwegihandina îdealên xwe  ne bi tena serê xwe bi hemû hebûna xwe li gel hevrêyên xwe tev digere. Dema diaxivî, dinivîsî û fikra xwe dianî ziman jî ev taybetmendiya xwe diparast. Têkiliya xwe ya li gel girtiyên şoreşger ên di zîndanan de tên ragirtin û gelên tên îstîsmarkirin tu caran qut nake; tim dibe deng û pênûsa wan.

Tişta ku têkiliya Huseyîn Aykol a li gel Kurdistanê diyar dike, fikr, çalakî û terzê jiyana wî ye. Li navçeya Salîhlî ya girêdayî Manîsayê ji dayîk bûye; dema ji dayîk dibe nifûsa Kurdan a wê herêmê ne bi qasî roja îroyîn e. Tişta ku ew bi tiştên ku tên serê gelê Kurdistanê re daye naskirin hişmendiya wî ya sosyalîst û şoreşgerî û pirsgirêka Kurd a di salên xwendinê de bi rêya APOYIYAN anîn rojevê bû.

Huseyîn Aykol di atmosfereke bi vî rengî de bû kesekî ku têkiliya neteweyên bindest-serdet fêm kiriye û ji bo çareserkirina vê yekê jî xwe bes bi gotinê re sînordar nekir. Ahenga gotin û pêkanînê parast, di şert û mercên ku şovenîzm û şovenîzma civakî gelekî zêde bû de jî ji vê helwesta xwe tawîz neda. Bû xwediyê sekna ku gelên Anatoliya û Mezopotamyayê hesreta wan dikir. Di fikra sosyalîst de, rizgariya gelê xwe li gel rizgariya gelên bindest didît; weke şoreşgerekî ku erk û berpirsiyariyên xwe li gorî vê yekê bi cih dianî, bi bîra kolektîf de cihê xwe girt.

Roja îrojîn, lêgerîn û hewleke ku bidawîkirina şerê  qirkirinê armanc dike hete ku li Kurdistanê di salên 1800’yan de dest pê kiriye û hê jî berdewam dike. Lê belê ew hewl û lêgerîn zêdetir bi pêngavên yekalî yên Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdistanê re sînordar in. Hêzên desthilatdariyê yên serwer yên heyî li gel muxalefet û desthilatdariya xwe hewl didin ku vê pêvajoya heyî bi taktîkên gîrokirinê pûç bikin. Li hemberî van yekan xwedîderketineke derdorên demokrat û çepgir a sînordar hebe jî sekneke bi bandor a zorê li hêzên desthilatdar bike û kêm neyê dîtin, tune ye. Berovajî wê CHP û hin derdorên xwe li ser bingeha dijberiya Kurdan bi cih kiriye, rûpoşa ‘’çepgiriyê’’ li xwe kirine û li rastî astengiyên wan tên. Ev hêz weke paşerojê roja îroyîn jî israr dikin ku bê navber êrîşên qirkirinê berdewam bikin.  Tew di nava wan de dema ku hin kes qala gotina aşitiyê dikin, hêrsbûna xwe jî tînin ziman.

Di pêvajoyeke ku dengê kesên ku gotina aşitiyê derdixin pêş tê qutirin de, Huseyîn Aykol bi awayekî fîzîkî ji nava me veqetiya.  Lê belê ew di pêvajoya ku êrîşên komkujiyê bi awayê herî dijwar dihatin kirin, bi milyonan însan bi darê zorê ji cih û warên xwe hatin derxistin, bi hezaran gund hatin valakirin, xanî dihatin wêrankirin, daristan dihatin şewitandin, çiya dihatin bomebarankirin,  çûna zozanan dihatin qedexekirin, çandinî û ajelkarî dihatin tunekirin de bi kurtasî di pêvajoyeke ku jiyan dihat sekinandin de li rex gelê Kurdistanê bû. Li hemberî vê yekê jî -ku wî jî di nav de cih digirt-  Çapemeniya Azad; wêneyên cenazeyên gerîlayan ên ku di bin pêlavên leşkaran de dihatin pelaxtin, li pişt panzer û tankan dihatin kaşkirin û bi awayekî tazî dihatin nîşandan,  weşandin û li gel nûçeya xwe ya bi sernavê ‘’MIROVAHÎ TÊ KAŞKIRIN’’ erka xwe ya dîrokî bi cih anî.

Di pêvajoyeke ku Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdistanê têkildarî gotina ‘’Aşitîyê’’ ji bilêvkirinê wêdetir  pêngav avêtin de dîsa bêdengî derket pêş. Weke ku beriya niha jî pêk hat hin derdorên şovenîst û şovenîstên civakî ku rûyê xwe bi rûpoşa ‘’çepgiriyê’’ girtine û dîsa navê ‘’demokratên civakî’’ li xwe kirine, li rex desthilatdarî û muxalefeta wê sekinîn.

Ferqa Huseyîn Aykol, di vê pêvajoyê de zêdetir derket holê. Cudahiya wî ne bi nasnameyên etnîk, çandî yan jî bawerî re; girêdayî nêrîna wî, prensîbên îdeolojîk û têkoşîna doza wî bû. Ew hemû caran li rex aliyê mafdar, kesên li dijî dagirkerî û zextê, ji bo azadî, wekhevî û edaletê têkoşîn didan meşandin. Ji ber vê yekê Huseyîn Aykol bes ne rojnamegerek e; bûye hêvrêyekî şoreşger ê rastîn yê ku hevparbûnên xwe derxistine pêş, ferq û cudahî li pêşiya xwe weke astengiyê nedîtine û bi hemû hevrêyên xwe re yekîtiyek ava kiriye.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xelkê Qeredaxê piştgirî da berxwedana Rojava, li Helebceyê meşê destpê kir
Nûçeya Pişt re Dewleta Îranê xetên telefonê yên li girtîgehan birî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Parêzvaneke Girtîgeha Eqtanê qala berxwedana bêhempa kir

Parêzvaneke Girtîgeha Eqtanê Dîlan Cuma anî ziman ku wan ji bo parastina gelê herêmê ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Romayê Festîvala Çand û Dîroka Kurd hate lidarxistin

Li paytexta Roma Îtalyayê, Festîvala Çand û Dîroka Kurd ku 3 rojên dawiyê vê hefteyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Îsraîl: Serokê Hamasê yê li Xezeyê hate kuştin

Hikûmeta Îsraîlê ragihand ku serokê Hamasê yê li Xezeyê Muhammed Sinvar hatiye kuştin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Orhan: Divê hemû sazî li dijî hişbirê bi hev re têbikoşin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ciwanên Nisêbînê li dijî tiryakê banga têkoşînê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bager Andok li ser gora xwe hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rojnamevan Tara û Hêro di salvegera 2’emîn a şehadeta xwe de hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?