Pêncşem, 8 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji girtiyên Apoyî daxuyaniya ji bo ‘9’ê Cotmehê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi AKP’ê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG’ê Gûrbetellî Ersoz bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Li pêşiya azadiya Rêber Apo ti astengî nemaye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Divê em ji bo têkoşîna sala 29’an armancên mezin deynin pêşiya xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KON-MED’ê li dijî komploya 9’ê Cotmehê banga tevlîbûna çalakiyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Binarê Qendîlê 28’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana taziyeya Şehîd Zozan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa gel a Şengalê: Bi sekn û helwesta Rêber Apo hemû komplo hatin têkbirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bêdengiya li hemberî talankirina xwezayê sûcekî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    PDK ji bo rêyên li xaka xwe, destûr ji Tirkiyeyê digre

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê: Qanûna çarçoveyê divê şênber û di asta bicihanînê de be
Rojane

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê: Qanûna çarçoveyê divê şênber û di asta bicihanînê de be

Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Cîhan Aydin got, qanûna çarçoveyê ya ji bo pêvajoya bêçekbûnê tê plankirin divê eşkere û xwedî çarçoveyeke hiqûqî be ku komên çekdar hemûyan di nava xwe de vehewîne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Cîhan Aydin anî ziman ku Tirkiye ji pêvajoyeke girîng derbas dibe û destnîşan kir ku ji bo pêvajoya bêçekbûnê pêwîstî bi garantiya hiqûqî heye. Aydin got, gelekî girîng e ku qanûna tê xwestin bê derxistin di asta bicihanînê de be û ev tespît kir, “Em bi taybetî destnîşan dikin ku divê li ser kaxizê nemîne, ji bo karibe bi cih bê anîn divê bi Birêz Abdullah Ocalan re muzakere bê kirin.”

Aydin anî ziman ku di dîroka komarê de daxwazên Kurdan û beşên cuda yên civakî her tim di çarçoveya polîtîkayên ewlekariyê de hatin nirxandin û got, “Di dîroka sed salî ya komarê de Kurd timî li derveyî hiqûqê hatin hiştin. Mafên azadî û wekheviyê ya Kurdan û welatiyên din ên maqbûl nehatin dîtin, mixabin timî bi qanûnên têkoşîna li dijî terorê û polîtîkayên cuda yên ewlekariyê rast hatin. Em îro li ser wê yekê diaxivin ku Kurd, komên din ên etnîkî û civakên cuda yên baweriyê bi rengekî demokratîk bi Komarê re bibin yek. Daxwaz jî ev e. Daxwaza Kurdan ew e ku weke welatiyekî wekhev ê Komarê bi ziman û çanda xwe weke parçeyekî vê Komarê bijîn û ev daxwaza wan bê qebûlkirin.”

Aydin diyar kir ku bêçekbûn bi tena serê xwe wê neyê wateya çreseriyê û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Di asta heyî de bêguman bêdengbûna çekan girîng e. Lê belê mesele ne tenê tasfiyekirina çekan e. Mesele ne tenê tasfiyekirina rêxistinê ye. Ya ji vê girîngtir ew e ku wê bersiv ji mafên çandî, daxwazên nansameyê û daxwazên tevlîbûna li rêveberiyê re bê dayin an na. Mijara esasî ya ji niha û pê ve bê nîqaşkirin ev e.”

‘QANÛN DIVÊ BI MUZAKEREYÊN BI BIRÊZ OCALAN RE BÊ AMADEKIRIN’

Cîhan Aydin destnîşan kir ku gava destpêkê qanûneke çarçoveyê ya berfireh e û got, “Ya ku niha di rojevê de; weke ku bloka desthilatdariyê û siyasetmedarên Kurd dibêjin, tê payin ku ev qanûn di nava meha Tîrmehê de bikeve rojeva Meclîsa Millet a Mezin a Tirkiyeyê. Xusûsa herî girîng a vê yekê ew e ku qanûn di asta bicihanînê de be. Lewma em bi taybetî destnîşan dikin ku divê qanûn li ser kaxizê nemîne û ji bo karibe bi cih bê anîn pêwîste bi Birêz Abdullah Ocalan re bê muzakerekirin.

Derxistina qanûneke ku asta xwe ya bicihanînê tine be û bicihneanîna vê yekê dibe ku rîska hilweşîna mîmariya pêvajoya çareseriyê bi xwe re bîne. Lewma em vê mijarê gelekî girîng dibînin. Li gorî me, divê qanûn bi taybetî di encama muzakereyên bi Birêz Abdullah Ocalan re bê amadekirin û xusûsên ku li ser li hev bê kirin di nav de hebe.”

‘GIRÎNG E ÇARÇOVEYEKE ŞÊNBER A HIQÛQÎ BÊ DESTNÎŞANKIRIN’

Aydin çarçoveya qanûnê jî nirxand û ragihand ku divê qanûn bi ti awayî cihêkariyê neke, komên çekdar hemûyan di nava xwe de vehewîne û guhertineke welê bê kirin ku eşkere be û ji şîroveyê girtî be. Aydin diyar kir ku tecrûbeyên berê girîngiya garantiya hiqûqî radixe pêş çavan û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Di mijara pratîka îdarî û dadgeriyê ya Tirkiyeyê de, li gorî tecrûbeyên xwe yên rabirdûyê em dibêjin; em bi tabloyeke cihê baweriyê re rû bi rû nîne. Mînak, di pêvajoyên berê de milîtanên vegeriyan piştî demekê li destwerdana dadgeriyê re rast hatin. Doz li hemberî wan hate vekirin û cezayên cuda li wan hate birîn. Lewma vê carê divê teqez çarçoveyeke hiqûqî ya şênber bê destnîşankirin. Yên ku vegerin divê baş zanibin ku li vî welatî kîjan pêvajoya hiqûqî li benda wan e. Divê helwestek li derveyî çarçoveya hiqûqî ya hatiye diyarkirin neyê nîşandan.”

‘QANÛNA ÇARÇOVEYÊ DIVÊ ŞÊNBER Û TEVGIR BE’

Aydin ragihand ku belavbûna bêçekbûn û vegerê li pêvajoyê dikare rîskên nû bi xwe re bîne û got, “Ji ber vê jî qanûna çarçoveyê divê eşkere, şênber û tevgir be. Naxwe rîsk heye ku di nava dijberiya heyî ya li Tirkiyeyê de derdorên ku li dijî pêvajoyê siyasetê dikin, xurt bibin. Ji ber vê jî em dubare dikin: Qanûna bê derxistin divê her kesî teqez di nava xwe de vehewîne. Bêçekbûn û pêvajoya vegerê divê bi sererastkirineke qanûnî bi lez û şênber bi encam bibe. Naxwe rîskên cidî li benda me ne.”

‘KOMARA DEMOKRATÎK BI DESTÛREKE BINGEHÎN A DEMOKRATÎK DIBE’

Cîhan Aydin destnîşan kir ku çareseriya mayinde ne tenê bêçekbûn e û diyar kir ku pêvajoya demokratîkbûnê divê reformên destûra bingehîn û qanûnî jî li xwe bigire. Aydin got, “Em zanin ku komara demokratîk, civaka demokratîk û çareseriya mayinde bi destûreke bingehîn a demokratîk û sererastkirinên qanûnî yên xurt dibe. Eger mirov pêvajoyê bi kurteberî bînin ziman; ev pêvajoyeke demdirêj e. Niha bi giranî li ser bêçekbûn û meseleya vegerê axaftin tê kirin. Lê belê di qonaxên ji niha û pê ve de ji bo rakirina sedemên bingehîn ên meseleyê, pêwîstî bi veguherîneke demokratîk a berfireh heye.”

‘DIVÊ PÊVAJO BI LEZ BÊ MEŞANDIN’

Aydin ragihand ku ev veguherîn divê ji guherîna destûra bingehîn heta bi veguherîna zîhniyeta civakî ji bo qadek berfireh be û anî ziman ku mesele divê ne tenê weke bêçekbûn an jî tasfiyekirina rêxistinê were dîtin.

Aydin got, “Em hîn di qonaxa destpêkê ya pêvajoyê de ne” û bi vî rengî dewam kir, “Tecrûbeyên navneteweyî nîşan didin ku heta bawerî neyê afirandin, sererastkirinên hiqûqî yên pêwîst neyên pêkanîn û garantiyên berfireh ên têkildarî sedemên bingehîn ên pirsgirêkê neyên afirandin, gihîştina vê astê zehmet e. Lewma asta heyî gelekî girîng e. Divê haya dewletê ji vê hebe û lezê bide pêvajoyê, reformên demokratîk ên tevgir bixe meriyetê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN NAVENDA NÛÇEÇYAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xelkê Qamişloyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo daketin qadan
Nûçeya Pişt re ‘Ji bo xatirê ciwanên jiyana xwe ji dest dan, divê mirov bi berpirsyarî nêzî pêvajoyê bibe’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hevserokê CDK-F’ê ji bo Rojava banga lezgînî kir

Hevserokê CDK-F'ê Şahîn Polat banga çalakiyên lezgînî li her kesî kir û diyar kir ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Derhêner Bahare Lellehi di girtîgehê de hat qetilkirin

Derhêner Bahare Lellehi ya di serhildanên “Jin, Jiyan, Azadî” de hatibû girtin, li girtîgehê hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Liv û tevgera artêşa Iraqê ya li dora Mexmûrê zêde bû

Hêzên artêşa Iraqê ku dor li wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê girtine, liv û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ji girtiyên Apoyî daxuyaniya ji bo ‘9’ê Cotmehê’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta Îmraliyê bi AKP’ê re civiya

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DFG’ê Gûrbetellî Ersoz bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêveberiya Tevgerê: Li pêşiya azadiya Rêber Apo ti astengî nemaye!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?