Çarşem, 15 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kalkan: Yên li ber guherîna demokratîk rabin wê winda bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 15’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji KJK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Hêzên YJA Starê 8’ê Adarê pîroz kirin: Dîroka têkoşîna me dîroka lehengiyê ye
Kurdistan

Hêzên YJA Starê 8’ê Adarê pîroz kirin: Dîroka têkoşîna me dîroka lehengiyê ye

Li çiyayên azad ên Kurdistanê dengê dirûşmeyên azadiyê bilind dibe. Bi sedan gerîlayên jin ji bo 8’ê Adarê pîroz bikin, hatin gel hev û xwezaya biharê bi rengên gerîla yên xweşik ve xemilandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Adar 2026 Dema xwendinê: 20 dq.
Parvekirin

Dîroka têkoşîna azadiya jinê xwe dispêre reh û rîşên pir qewîn û berxwedêr. Her çiqas di her serdemê de xwestibin bivir li wan reh û rîşan bidin jî nekarîbûn bi temamî qut bikin û ji axa kevnar biqetînin. Her ku çû jî mîrateyên ku hatine avakirin hîn xurttir bûn û rehên xwe berdan nava dilê welatê rojê. Her jinek û her kezîyek bû qêrîn ji bo azadiyê… Dema ku ev qêrîn bûn birîn, jinên Kurd ên çiyayî di pêşengiya Rêber APO de xwe gihandin hemî jinên ku li benda azadiya xwe ne. Gerîlayên jin bi salên dû û dirêj şer kirin, li hember her cure paşverûtî û êrîşên dijminên jinê berxwe dan û ji cîhanê re bûn mînak û sembolên azadiya jinê. Di her gaveke xwe de dîrok nivîsandin. Vaye îro jî bi van gavên dîrokî bûn “xwedî mîrateyeke pir mezin.”

Li çiyayên azad ên Kurdistanê dengê dirûşmeyên azadiyê bilind dibe. Bi sedan gerîlayên jin ji bo 8’ê Adarê pîroz bikin, hatin gel hev û xwezaya biharê bi rengên gerîla yên xweşik ve xemilandin. Bi amadekariyên gelek mezin ve gerîlayên jin ev roja jinên kedkar ên cîhanê bi pîrozbahiyeke girseyî, bi pêşandanên cur bi cur ve pîroz kirin.

Her gerîlayeke jin cîhaneke coş û moralê bû. Hem kêfxweşî hem jî biryardariya xwe ya têkoşîna azadiyê bi ked û amadekariyên xwe yên şahiyê, bi al û dirûşmeyên xwe ve dan nîşandan. Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-Star’ê Zozan Çewlîg jî tevlî pîrozbahiya gerîlayan bû û bi gerîlayên YJA-Star’ê re civîneke berfireh lidar xist. Ji pêvajoya aştî û civaka demokratîk heta êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê gelek mijarên sereke nirxandin.

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-Star’ê Zozan Çewlîg di nirxandinên xwe de wiha dibêje:

“Roja 8’ê Adarê bi berxwedaniya jinan hatiye qezenckirin. Rêber APO got: ‘Ne tenê 8’ê Adarê, ew ê her roj bibe roja jinê, bibe 8’ê Adarê.’ Em di vê wateyê de minetdarê Rêber APO ne û em 8’ê Adarê destpêkê li Rêber APO pîroz dikin. Em wekî şervanên azadiyê yên jin, bi wesîleya 8’ê Adarê wan jinên ku hatine qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin. Em wekî Tevgera Azadiya Jinê li 8’ê Adarê xwedî derdikevin, jixwe em xwe wekî mîrateya wan dibînin. Em xwe wekî berdewamiya berxwedana 8’ê Adarê dibînin.

Em ne tenê bi navê jinên Kurd, em îro bi navê tevahî jinan li pêşberî dîrokê ne û em ji pergala desthilatdar hesab dixwazin. Bêguman hemû heval dizanin, têkoşîna me bi navê Sakîne Cansiz dest pê kir, lê îro ne tenê li Bakurê Kurdistanê, îro li tevahî parçeyên Kurdistanê, li hemû qadan û li Rojhilata Navîn bi ruhê ‘Jin Jiyan Azadî’ têkoşîna jinê wê her dem bibe roja jinê; her dem bibe roja wekhevî, demokrasî û jiyaneke azad. Em dibêjin: ‘Bijî Têkoşîna Azadiya Jin û Şoreşa Jinê, Bijî Neteweya Demokratîk, Şehîd Namirin, Jin Jiyan Azadî, Bijî Rêber APO!’”

Di vê pîrozbahiyê de me nêrîn û hestên endamên Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-Star’ê jî pirs kirin û bersivên gelek giranbiha girtin.

Yek ji Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-STARê Şafak Aryen jî di roja 8’ê Adarê de bal kişand ser êrîşên li ser jinê û wiha dest bi nirxandinên xwe kir: “Bi daxwaza jiyaneke azad roja têkoşînê li hemû jin û dayikan pîroz dikim. Her çendîn Rêber APO pîrozbahiya 8’ê Adarê weke neheqî û kêmayiyekê dinirxîne û tenê rojekê ji bo jinan red dike, lê di encama keda bi salan a Rêber APO de hemû dem bûye dema jinan û ev yek jî weke serdema lehengiya jinê da pênasekirin. Careke din şerê cîhanê Kurdistan kiriye navenda xwe û ev vegeriyaye şerekî pir kûr. Çendîn gelek hêz cihê xwe di vê şerî de bigirin jî, lê di esasê xwe de ev di nasnameya bîrdozî de weke eniyekê were destgirtin wê zêdetir wateya xwe bigire. Bêguman ev jî di cewhera xwe de şerekî li dijî paradîgmaya Rêber APO ye.”

Fermandar Şafak Aryen li gel vî şerê kûr ku li herêmê tê meşandin têkoşîna jinan girt dest û wiha anî ziman: “Di serdema qehremantiya jinê de felsefe û pîvana jina azad weke encam bi xwe re afirand û ev jî bi neteweya demokratîk ku weke nasnameya jina azad hate destnîşankirin. Li beramberî vê yekê di şexsê jinê de giştî pirsgirêka civakê dayîna çareserkirinê esasê têkoşînê ye. Modela azad a ku em qal dikin li Rojavayê Kurdistanê hatiye rûnişkandin; beramberî vê pergal bi her awayî êrîşên xwe pêş dixe, ev êrîş jî beramberî jiyana demokratîk in. Di sala 1998’an de jî Rêber APO bîrdoziya rizgariya jinê weke diyarî ragihand. Di wê demê de jî Rêber APO êrîşên li ser jin û qeyranên ku wê rû bidin anîbû ziman û xelasiya civakê bi ya jinê re pênase kiribû.”

Şafak Aryen bi pîrozkirina roja têkoşîn û soza jiyana azad ve dawî li nirxandinên xwe anî û wiha anî ser ziman: “Felsefeya me ji êrîşkarên jinan tolgirtin e. Bi pergala neteweya demokratîk ve xwe avakirin ji bo me bingeha têkoşînkirinê ye. Soz û peymana ku me daye şehîdan em ê bi afirandina jina azad ve bînin cih; bi dilsoziya Rêber APO ve hemû jinên ku bûne qurbanî tola wan rabikin.”

Fermandar Arjîn Dersîm jî 8’ê Adarê li Rêber APO û hemî jinan pîroz kir û wiha dest bi axaftinên xwe kir: “8’ê Adarê roja berxwedana jinê ye, roja têkoşîna jinê ye. Roja ku jin bi nasnameya xwe ji bo azadiya xwe rabûye, rojeke di wê wateyê de ye. Yê ku herî zêde ji 8’ê Adarê re wate da qezenckirin jî Serok APO ye. Em jî îro wekî hêzên parastina jin, di qadan de eger îro vê derfetê ava dikin, vê rojê pîroz dikin, bi coşeke mezin, bi kelecaneke mezin sala 2026’an pêşwazî dikin. Di vir de di serî de keda Rêber APO ya ku ji bo azadiya jinê daye, jin anî vê astê; asta ku jin êdî xwe biparêze, nasnameya xwe biparêze, hebûna xwe biparêze. Em deyndarê Serok APO ne. Careke din silavên xwe ji vir heta Îmraliyê rê dikin. Pê ve girêdayî gelek keda jinên ku di dîrokê de heta roja me ya îro, heta artêşa me ya YJA STARê ked daye, berxwedanî kiriye, şehîd bûye, bedel daye, wate daye avakirin; jiyan bi hebûna wan, bi têkoşîna wan watedar bûye. Em wan jî bi rêzdarî û bi minetdarî bi bîr tînin.

We jî di pirsa xwe de da diyar kirin, ji ber vê ev ked û berxwedaniya ku beriya Tevgera Apoyî û bi Tevgera Apoyî re jî wekî nasnameya jina azad derketiye, ji bo vêya misoger bike, hîn mayînde bike, Serokatî ev serdema ku em tê de derbas dibin wek serdema lehengiya jinê binav kir. Bi rastî jî gelek jinên bênav ku esas di dîrokê de xwedî nav in, xwedî mîsyon in, ji bo ku em xwe bigihînin vê rojê bûn berdêl, bûn mîras, bûn dîrok, bûn wate. Ji bo vê jî di vê serdemê de em bi wê pênaseya Rêbertî, bi wê erkê radibin, wê wateyê lê bar dikin. Vê serdemê em dibêjin serdema lehengiya jinê. Gelek jin hene di dîrokê de berxwedanî kirine, ji bo azadiya xwe têkoşiyane. Belkî navê wan nîne, lê mîrasa wan ji bo me nexşerê ye, pêşiya me ronî dike. Ji bo vê jî em vê serdemê bi vî rengî digirin dest. Di artêşbûyîna jinê bigre û beriya wê jî di dîroka me de, taybet di dîroka azadiya jinê de gelek pêşengên me wekî Heval Sara, wekî Heval Azîme, wekî Heval Delal, wekî Heval Gulçiya, wekî Heval Berçem û herî dawî wekî Heval Ruken, Heval Sara, Heval Asya heta roja me ya îro, di vê xeleka dîrokê de jin bûye xwediyê vê berxwedaniyê.

Em wek hêzên jin di dîrokê de xwedî mîrateyeke pir mezin in. Ji Heval Sara heta Heval Delal û Heval Asya, îro jî ev têkoşîn li pey şopa wan hevalan tê meşandin. Ji bo vê jî em wekî hêzên parastina jin, xwedî nasnameya jin, jiyana jin û wateya jinê ne. 8’ê Adarê 2026 bi rastî jî wate û girîngiya xwe pir cuda ye. Salek tije dibe ku pêvajoya Rêbertiya me da destpêkirin; pêvajoya aştî û civaka demokratîk. Di vê çarçoveyê de zanista jinê, nameya Serokatî ku ji me re gihand, silavên Serokatî ku ji me re şand, kelecan, coş û erkê me hîn mezintir kir. Em jî weke hêzên parastina jin dixwazin di sala 2026’an de, di serî de azadiya fîzîkî ya Rêbertî û azadiya jinê, jiyana jinê di nav tevahiya gelan de em pêk bînin. Di aştiyeke mayînde de jin bijîn. Heta ku li ser jinê êrîş, tundî, çanda tecawizê û her wekî din polîtîkayên şerê taybet ên ku bi aqlê mêr-dewlet tên meşandin hebin, wek hêzên parastina jin em xwedî erk û mîsyon in ku em beramberî vê tundiyê seknekî birûmet raber bikin. Careke din bi minasebeta vê rojê em silav û hezkirinên xwe ji Rêber APO, hemî jinan û hevalan re dişînin, 8’ê Adarê pîroz dikin.”

Fermandar Batufa Çekdar jî taybet balê dikşîne ser pênaseya Rêber APO ya ‘serdema lehengiya jinê’ û bi vî awayî nirxandinên xwe dike: “Em di serdemeke dîrokî ya wiha de derbas dibin ku me dîrokeke bi têkoşînê tije li pey xwe hişt. Dîroka têkoşîna me dîroka lehengiyê bû. Ji bo vê jî ji Besêyan heta Gulçiyayan, Azîmeyan, Sarayan û tevahiyan dîrokeke wisa ya lehengiyê û pêşengiyê hate xuliqandin; gav bi gav bi ked û fedakariyên evqas mezin hate hûnandin ku mirov dikare bêje gotina Rêber APO dîroka têkoşîna me bi pênaseyeke gelekî cewherî tîne ser ziman. Ji ber ku her gaveke dîroka têkoşîna jinê bi lehengiyê tije bû, ji bo vê gotina Rêber APO pênaseya vêya tevahiyê kir. Ev rûmeteke gelek mezin bû ku me peyamek û gotinek ji Rêber APO careke din bihîst. Ji bo vê jî em dikarin bibêjin em li ser dîroka xwe ya lehengiyê, dema lehengiya jinê dibêjin “Niha dema jinê ye”. Em dixwazin li ser dîroka xwe ya lehengiyê dema jinê, dema azadiya jinê bihûnin. Em tevahî qadên xwe yên têkoşînê rêxistin bikin.

Pêvajoya Aştî Û Civaka Demokratîk a ku Rêber APO da destpêkirin, Rêbertî pêşengiya vê pêvajoyê dubare da pêşeng û lehengên jinê, da Tevgera Jinê, da her jineke şoreşger, da her jineke têkoşer. Em bi vê jî serbilind in ku Rêber APO careke din rol û mîsyoneke bi vî rengî da ser milê me û em ê jî ji bo layiqî vê baweriya Rêber APO bibin di jiyan û têkoşîna xwe de bi vê berpirsiyariyê û bi vê zanebûnê nêz bibin. Îro em jî hêzeke gelek mezin a artêşa YJA STARê, şervanên azadiya jinê hatine li gel hev, pîrozbahiya 8’ê Adarê dikin. Bi şahiyeke xweş, dewlemend û bernameyeke li gor xweseriya demê, li gorî wateya rastiya têkoşînê hatiye amadekirin.”

Batufa Çekdar pênaseya “rêhevaltiya komînalîst” jî bi vî awayî dinirxîne: “Rêber APO got ‘rêhevalên komînalîst re silavên xwe dişînim’. Em weke hevalên jin herî zêde dixwazin bibin rêhevalên Rêber APO yên komînalîst. Hemî hewldan û têkoşîna me wê ev be ku em bibin endamên komîna Rêber APO ya felsefeyê. Ji ber ku Rêber APO pir caran got ‘ez dixwazim bi jinê re bi awayekî felsefîk jiyan bikim, felsefeyê bi jinê re nîqaş bikim’. Em jî dixwazin di wê şopê de bimeşin. Bi vê zanebûnê û vê berpirsiyariyê têkoşîna xwe bidomînin. Ji bo vê jî rojeke gelek bi wate ye. Jixwe bi rojan e di çarçoveya pêngava ‘Niha dema jinê ye’ de çalakiyên cur be cur li seranserî Kurdistanê û her cihê ku Kurd lê ne û jinên herêmê, jinên azadîxwaz bi hev du re vê pîroz dikin. Careke din em cejna tevahî jinan pîroz dikin. Em bawer dikin em ê bi vî ruhî dakevin her kolanê, komîna xwe ya demokratîk jî bi vî ruhî ava bikin.”

“EM DEYNDARÊ SEROK APO NE, EM DEYNDARÊ ŞEHÎDAN IN”

Vejîn Dersîm jî da diyarkirin ku ew vê rojê, vê cejnê diyarî Rêber APO dikin û kelecan û coşa xwe bi van nirxandinan bi me re parve kir: “Destpêkê yên ku van rojan ji me re dane avakirin ango şehîdên me; em destpêkê şehîdên xwe di şexsê Heval Sara de bi bîr tînin. Serokatî ev pêvajo wek serdema lehengiya jinê binav kir. Rastî jî bi berdêlên mezin, bi berxwedaniyeke pir mezin ev çêbû. Di vî milî de em deyndarê Serok APO ne, deyndarê şehîdan in. Ji bo vê jî têkoşîna me ya vê serdemê, serdema qehremantiya jinê, hewldana layiqbûyîna şehîdan û Serok APO wê berdewam bike. Em vê rojê li hemî jinên cîhanê pîroz dikin û taybet jî dayikên şehîdan, dayikên Kurdistanê, dayikên gerîla, hemî hevalên ku çeperên xwe diparêzin li her çar parçeyên Kurdistanê em pîroz dikin. Hewce bike em ê derdora Rêber APO xeleka govendê bigirin, hewce bike em ê bibin xelekeke ji agir, heya em Serokatî fîzîkî azad bikin û bi Serokatî re van rojan pîroz bikin. Ev roj wekî dîrokî jî bi berdêlên mezin ava bû. Tevgera Azadiya Jinê jî berdewamiya vê mîrasê ye. Vê mîrasê bi têkoşîneke mezin didomînin. Ji vir û şûn de jî têkoşîna me ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO wê berdewam bike. Em ê bikaribin bibin bersiva hemî tundî û şîdeta li ser jinê. Têkoşîna me ne tenê ji bo jinên Kurd e, ji bo hemî jinên cîhanê ye. Di vî milî de em wek jinên Kurd bi şans in ku em di nav tevgera PAJK’ê de cihê xwe digirin, me di nav tevgera PKK’ê de cihê xwe girt. Wek mîlîtanên Rêber APO em jiyan dikin, hewl didin layiqî Rêber APO bibin. Di vî milî de em xwedî şans in û em bi kelecan in. Ji vir û şûnde jî em ê têkoşîna xwe bi heman kelecanê berdewam bikin. Dubare ez 8’ê Adarê li tevahî jinan, taybet jî dayikên şehîdan û dayikên gerîla pîroz dikim.”

Fermandar Jînda Ronahî jî di vê rojê de nêrîn û nirxandinên xwe bi me re parve kir. Coş û kelecana 8’ê Adarê wiha diteyîse nirxandinên Fermandar Jînda Ronahî: “Em 8’ê Adarê li giştî jinan pîroz dikin, taybet dayikên me yên Kurdistanê û Rojhilata Navîn. Di nav şerekî pir giran de ne lê li ber xwe didin, hezkirin û şewqa jiyanê wunda nakin. Herî zêde jî em li Serokatiya xwe, Serok APO pîroz dikin. Em bi coş in. Lê 8’ê Adarê di milekî de rojeke bi êş e. Jinên kedkar hatine qetilkirin, hatine şewitandin lê hem jinên berxwedêr wek Rosa Luxemburg hem jî berdewamiya wê her wiha di Rêber APO de ew şîn bû, berdewam kir. Xwestin jinê bişewitînin, bikin xwelî lê jin careke din ji xweliyê xwe şîn bûn, niha jiyanê diafirînin, jiyan ava dikin. Li hember faşîzmê, li hember her cure zor û zordariyê berxwedaniyê ava dikin, hêviya serkeftinê ava dikin. Wek meha Adarê şîn dibin, şîn dikin; zanist şîn dibe, ronahî şîn dibe, hêviya aştiyê şîn dibe, hêviya yekîtiya gelan şîn dibe, ya civakê şîn dibe. Ev hemû di me de coş çêdike. Xwezaya Kurdistanê şîn bûye, ev jî di me de coş ava dike. Hemî hevalên me de kelecana jiyana azad hîn zêdetir bûye. Ev di me de gelekî coş çêdike.”

Gerîlayên YJA STARê pîrozbahiya ku di saetên sibehê de dest pê kiribûn, bi bername, govend, şano, stran û amadekariyên cur be cur ve heya saetên nava rojê bi kelecan û coşeke mezin ve berdewam kirin. Di saetên şevê de bi pêxistina findan şahiya gerîla bi dawî bû. Em hîs û fikrên gerîlayên YJA STARê re bûn şahid. Me hewl da em van hîsan bigihînin her devera Kurdistanê. Her gerîlayekî diyar kir ku ew vê rojê destpêkê diyarî Rêber APO dikin. Her wiha ew ê ji bo azadiya jinên Kurd û gelê Kurd heya serkeftinê têkoşîneke bênavber bidin meşandin.

         

        

PÊŞKÊŞVAN-BERJÎN ONUR – DÎLARA NÛRHAQ

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Bexdayê dronek ket baxçê malekê
Nûçeya Pişt re Efrîniyên ji warê xwe bûne ji Qamişloyê ber bi Hesekê ve bi rê ketin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çalakiyên Nobeta Edaletê bênavber didomin

Nobeta Edaletê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Şaredariya Sêrtê qertê veguhestina taybet ji bo jinan: ‘Jînqert’

Şaredariya Sêrtê ji bo ku jin di xizmetên veguhestina komî ya nava bajêr de bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Eyn Îsa Newroz bi coş hat pîrozkirin

Cejna Newrozê li Eyn Îsa yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi coşek mezin hat pîrozkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Kalkan: Yên li ber guherîna demokratîk rabin wê winda bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?