Çarşem, 10 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di Konferansa Rêveberiyên Herêmî de biryarên girîng hatin wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di êrişa Pakistanê de li Efganistanê 11 jê zarok 13 sivîl hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Civata Giştî ya 24’emîn a KNK’ê hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hişyar Ozsoy bang li Konseya Ewropayê kir: Ji bo mafê hêviyê bi berpirsyariyê rabin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Eger qada siyaseta demokratîk tine be, yên ku çek danîne wê çawa bên?’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 10’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xelkê Mexmûrê ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT: Artêşa Tirk li Amêdiyê nasnameyên leşerên Iraqê kontol dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Mexmûrê ya ji bo azadiya Rêber Apo di roja 1055’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elyakut piştî 30 salan hat berdan: Baweriya heta dawiyê bi pêvajoyê heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Gel a Şengalê ji bo pêkanîna ‘Mafê Hêviyê’ bang li KE’yê kir 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hafiz Akdemîr li kolana ku lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îzmîrê jinan ji bo mafên nafaqayê çalakî li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di girtîgehên Îranê de êşkenceyên derûnî li jinên çalakvan û malbatên wan tê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Talîbanê jinek Kurd û keça wê ya 15 salî qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran jinan giliyê Rahmî Koç kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Konferansa Jinan a Rêveberiyên Xwecihî 10 biryar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamgeriya Jinê ya Gûrbetellî Ersoz destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lorientê zarokan temaşeyî ‘Şînok’ a bi zimanê Kurdî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê bi hezaran kes di şeva piştevaniya Rojava de li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Kampanyaya na ji darvekirinê re: Gefên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê zêde bûn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Adalet Kaya: Nediyariya di pêvajoyê de pirsên civakî zêde dike
Rojane

Adalet Kaya: Nediyariya di pêvajoyê de pirsên civakî zêde dike

Parlamentera Amedê ya DEM Partiyê Adalet Kaya diyar kir ku nediyariya di pêvajoya aştiyê de pirsên civakî zêde dike û got, ji bo çareseriya mayînde divê temînatên hiqûqî werin avakirin û kanalên ragihandinê yên li Îmraliyê werin vekirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Tevî îradeya bêçekbûnê ya Tevgera Azadiya Kurd a piştî ‘’Banga Aştî û Civaka Demokratîk’’ ya Rêber Apo ya 27’ê Sibatê jî neavêtina pêngaveke şênber a ji aliyê desthilatdariyê ve mijara nîqaşê ye.

Di serî de başkirina şert û mercên Rêber Apo yên xebitîn û ragihandinê, naskirina mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê, rakirina astengiyên di qada siyasetê de û sererastkirinên têkildarî girtiyên nexweş û siyasî di nava raya giştî de gelek daxwaz bi dengekî bilindtir hatin kirin û a niha jî her kesî berê xwe daye pêngavên hiqûqî û demokratîk yên têkildarî pêvajoyê werin avêtin.

Parlamentera Amedê ya DEM Partiyê Adalet Kaya têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî.

‘AŞTÎ NE BI ZIMANEKÎ XERAKER BI VEKIRINA DERIYÊN NÛ TÊ AVAKIRIN’

Adalet Kaya di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew di xebatên xwe yên qadî de gelek bi endîşeyên hemwelatiyan ên têkildarî pêvajoyê re rû bi rû mane û ev yek anîn ziman: ‘’Em bi ku ku ve biçin, bi kê re biaxivin bi heman pirsan re rû bi rû dimînin. Ji ber ku însan bi mehan e pêşketineke şênber nabînin pirs dikin bê ka pêvajo xitimiye yan na yan jî dewlet bi awayekî zanebûnî xwe gîro dike. Di rastiyê de sabîtbûna ku civak hîs dike, em jî hîs dikin.

Li hemberî me aqilekî siyasî yê ku pêvajoyê ne bi perspektîfa aştiya civakî ya mayînde; bi hesabên hilbijartinê, encamên anketan yan jî pêşketinên herêmî dinirxîne heye. Lê belê ji aliyê me ve helwesteke ku bes rexne dike yan jî xwe dispêre hêrsê bi têrê nake. Berovajî wê, hewcehî bi mezinkirina hêviya civakî, bibîrxistina berpirsiyariyan û avakirina zimanekî ku rêyên çareseriyê xurt dike, heye. Ji ber ku Aşitî li gel vekirina deriyên nû û avakirina qadên diyalogê tê avakirin.’’

‘SIYASET NIKARE XWE JI JIBERKIRINÊN BERÊ RIZGAR BIKE’

Adalet Kaya piştre bal kişand ser sedemên derengmayîna pêngavên yasayî û demokratîk, diyar kir ku divê ev yek bes weke ketina rika hev neyê nirxandin û got: ‘’Li vir em gelekî dibînin ku saziyên siyasetê nikarin xwe ji jiberkirinên berê rizgar bikin. Li Tirkiyeyê di mijara çareserî û demokratîkbûyînê de hewcehî bi derbasbûna serdemeke nû heye; lê belê li hemberî vê derbasbûnê hê jî qadên asteng ên cidî hene. Li şûna gîrokirina çareseriyê yan jî birêvebirina wê ya li gel rewşên fiêlî, avakirina temînatên hiqûqî hem berpirsiyasriya dîrokî hem ya desthilatdariyê hem jî ya hemû saziyên siyasetê ye.’’

‘ÎRADEYA AŞTIYÊ YA CIVAKÊ XURT E LÊ BELÊ NEDIYARÎ PIRSAN ZÊDE DIKE’

Adalet Kaya di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku helwesta civakê ya têkildarî aştiyê û kemilîbûna gel ya nîşan dide balkêş e û ev yek anîn ziman: ‘’Însanên li çar aliyên welêt ji bo girtina birînên berê û avakirina pêşerojeke hevpar îradeyeke xurt nîşan didin. Lê belê heya ku pêvajo li gel pêngavên şênber xuyanibûna xwe zêde neke û nediyarî berdewam bike li gel însanan pirs derdikevin holê. Ne ku hêvî ji holê rabûye; lê belê însan bi awayekî mafdar dixwazin bibînin ku pêngavên ku hatine avêtin xwe bigihînin temînateke yasayî. Hêviya avakirina hiqûqî ya hewla Birêz Ocalan nîşan daye û îradeya yekalî pêş ketiye her ku diçe mezin dibe. Divê temînatên maf û siyasetê yên hemû derdorên civakê di nava xwe de digirin, bibin rojeva pêşanî. Nêzîkatiyeke teng a bes berê xwe dide bêdengbûna çekan nikare çareseriya mayînde pêş bixe. Temînatên hiqûqî çi qasî bi hêz bin, wê zemîna aşitiyê jî ew qasî saxlem be.’’

‘DIVÊ KANALÊNRAGIHANDINÊ YÊN LI ÎMRALIYÊ WERIN VEKIRIN’

Adalet Kaya piştre diyar kir ku divê kanalên ragihandinê yên li Îmraliyê werin vekirin û got: ‘’Ji bo ku civak têkildarî pêvajoyê agahiyên rast bi dest bixe divê nêrînên muxatabên sereke li gel raya giştî werin parvekirin. Aşitî bes ne meseleyek e ku bes serok yan jî partî di nava xwe de bi rê ve bibin. Dema ku hevdîtin tên kirin divê zimanekî siyasetê yê nû yê rewabûna civakî mezin bike, were afirandin, kanalên zelal û berfireh werin vekirin. Ev berpirsiyariya me hemûyan a hevpar e.’’

‘MAFÊ HÊVIYÊ EGEREKE HIQÛQA GERDÛNÎ YE’

Adalet Kaya di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku nîqaşkirina ‘’mafê hêviyê’’ yali Meclîsê gelekî girîng e û ev yek anîn ziman: ‘’Berdewamkirina bêstatubûnê û astengiyan, encama fêmnekirina giraniya vê meseleya dîrokî ye. Lihevkirineke rastîn û mayînde, ne bi astengkirina muxatabê xwe; li gel avakirina zemîneke adil ya ku ew bikare bi civakê re bi awayekî azad bikeve têkiliyê pêkan e. Divê mafê hêviyê weke egereke hiqûqa gerdûnî were naskirin. Ev pêngav welatî lawaz nakin; berovajî wê rêya pêşerojeke civakî ya demokratîktir, bihêztir û pêkvejiyaneke li gel cudahiyan  vedike. Erka me jî mezinkirin û civakîkirina ev îradeya erênî ye ku Birêz Ocalan nîşan daye.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hişyar Ozsoy bang li Konseya Ewropayê kir: Ji bo mafê hêviyê bi berpirsyariyê rabin
Nûçeya Pişt re Encamnameya Civata Giştî ya 24’emîn a KNK’ê hate eşkerekirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Aysel Dogan hate bîranîn

Endama Koma Aştiyê ya Duyemîn Aysel Dogan di salvegera 3'emîn a koça dawî de li…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinên ji Amedê: Bûyerên diqewimin sûcê şer e, bêdeng nemînin

Jinên ji Amedê diyar kirin ku li Rojava, Îran û Helebê êriş li jin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Çîn, Îran û Rûsyayê xwestin ku pêkanînên li ser Tehranê bên rakirin

Çîn, Îran û Rûsyayê di hevdîtinên sê alî yên li Pekin’ê lidar xistin de, bang…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Di Konferansa Rêveberiyên Herêmî de biryarên girîng hatin wergirtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di êrişa Pakistanê de li Efganistanê 11 jê zarok 13 sivîl hatin kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Encamnameya Civata Giştî ya 24’emîn a KNK’ê hate eşkerekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hişyar Ozsoy bang li Konseya Ewropayê kir: Ji bo mafê hêviyê bi berpirsyariyê rabin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?