Çarşem, 12 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Îzmîrê li diî projeyên JES’ê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiya Kedê: Divê dest ji gotina ‘Tirkiyeya bê teror’ bê berdan, gav bê avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Êrişa li ser Kurdên Serêkaniyê êrişeke plankirî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolombiyayê ‘serweriya’ Îsraîlê ya li ser girên Golanê nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Birêz Ocalan her tim aştî xwestiye û gihiştiye van rojan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kêmasiyeke girîng e ku di Qanûna Çarçoveyê de statuya Birêz Ocalan nehatiye diyarkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê fuze avêt baregeha Komele

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê ragihand ku cehşekî destê wî di xwîna şehîdan de hebû hate cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê bang li Iraqê kir: Hêzên leşkerî vekişîne, dest ji kiryarên nedostane berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji HPG’ê daxuyaniya têkildarî Selahattîn Gungen û Îzzet Batmaz

    Ji aliyê Stêrk TV

    Huseyîn Denîz di salvegera 34’emîn a qetilkirina xwe de hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Hozan Mizgîn li Kolnê hat bibîranîn: Bi çanda ku afirand bandorek mezin çêkir
Çand û Hûner

Hozan Mizgîn li Kolnê hat bibîranîn: Bi çanda ku afirand bandorek mezin çêkir

TEV-ÇAND’ê 32’yemîn salvegera şehadeta pêşenga hunera şoreşgerî ya Kurdistanê Hozan Mizgîn bi bîr anî û destnîşan kir ku ew ê layiqî xeta berxwedanê ya Hozan Mizgîn bin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Gulan 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Fermandara ARGK’ê Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) ku yek ji kadroyên pêşeng ên xebatên hunerî yên Kurdistanê ye, di sala 1992’an de li navçeya Tetwan a Bedlîsê di pevçûnekê de şehîd bû. Bi boneya 32’yemîn salvegera şehadeta Hozan Mizgîn ku di xebatên leşkerî û siyasî û bi taybet rêxistina hunerî de di nava refên têkoşîna azadiyê de pêşeng bû, li gelek deverên Kurdistan û Ewropayê çalakiyên bîranînê tên lidarxistin. Li bajarê Koln ê Elmanyayê bi boneya salvegera şehadeta Hozan Mizgîn çalakiya bîranînê hate lidarxistin.

 

Nûnerên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, hunermendên TEV-ÇAND’ê, malbatên şehîdan û gelek Kurdistanî beşdarî bîranînê ya ji aliyê TEV-ÇAND’ê ve hat lidarxistin bûn. Bernameya bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û bi Koroya Zarokan berdewam kir.

‘HUNERMENDÊN TEV-ÇAND WÊ XWEDÎ LI XETA HOZAN MIZGIN Û HOZAN SEFKANAN DERKEVIN’

Piştî konsera koroyê li ser navê TEV-ÇAND’ê Dîrok Diyar axaftinek kir. Dîrok Diyar di axaftina xwe de wiha got: “Bêguman dema ku em hevalên xwe yên ji bo me bûne dîrok, bi bîranînên xwe rêya me ronî kirine û bûne sedema serkeftinên mezin bi bîr tînin. Em wan di dilê xwe de hîs dikin. Xebatên hunerî yên ku heta roja îro li Koma Berxwedan, Awazên Çiya, Rojava, Başûr û Bakur berdewam dikin, li ser vê xetê ne. Bi berxwedana xwe bûne pêşengên me. Xeta ku wan hiştiye bi heman awayî didome. Heval Mizgîn sembolek pir watedar e. Heval Mizgîn nîşaneya rêya azadiyê ye. Gelek hevalên me yên weke Heval Sefkan, Heval Berçem, Heval Şîlan bûne nûnerên vê xetê. Ji bo ku em bigihîjin îdealên wan divê em vê xetê bidomînin. Divê em mizgîniya azadiyê bi serketineke mezin bidin wan. Dengê wan hîn di guhê her kesî de ye û germahiya wan di dilê her kesî de ye. Li Cizîra Botan heval Bêrîvan, li Êlihê jî heval Mizgîn e. Ev cihên pîroz in. Mirov li vir sozan dide û biryarê dide. Nirxên mirovî li cihên ku lê dimînin di asta herî jor de ne. Ji ber vê em weke hunermendên TEV-ÇAND’ê soza xwedîderketina vê xetê didin. Ev xet berxwedan e. Hem hunermendên li vir û hem jî hemû hunermendên li derve em ê piştgiriyê bidin xeta heval Mizgîn, heval Sefkan. Ev peywireke li ser milê me ye. Divê em peywira xwe pêk bînin.”

Piştî axaftinê Hozan Comerd, Zozan Zûdem, KOMAW Elî, Bermal Çem û Memo Gul derketin ser dikê û bi stranên xwe Hozan Mizgîn bi bîr anîn.

Hunermend Xelîl Xemgîn ku piştî konsera muzîkê derket ser dikê, behsa Hozan Mizgîn kir. Xelîl Xemgîn ku bi bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest bi axaftina xwe kir û wiha axivî: Kevneşopiya me ya têkoşînê jî diyar dike ku şehîdên me nemir in. Em ji bo xeta ku dişopînin, dilsoziya wan, jiyana wan, têkoşîn û armancên wan de çiqasî dijwar têdikoşin? Em çiqasî li ser riya ku wan vekiriye dimeşin? Em çiqas layiqê wan şehîdan in? Em heta çi radeyê kar, kesayet û jiyana xwe li gorî rê û armancên wan birêxistin dikin? Bi saya şoreşê gelê me her tim şehîdên xwe bi bîr tîne û xwedî li bîranînên wan drdikeve. Gelê me bi hemû xwe xwedî li nirxên ku afirandine derdikeve.”

‘BI ÇANDA KU AFIRAND BANDOREK MEZIN KIR’

Xemgîn di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser dilsoziya Hozan Mizgîn a ji bo Tevgera Azadiyê, helwesta wê ya Kurdistanî û jiyana wê û wiha domand: “Dema destpêkê xebatên çand û hunerê dest pê kirin, her tişt ji nû ve dihat avakirin. Rêxistin, damezrandina saziyan, her tişt nû bû. Di van qonaxên damezrandinê de hem îdeolojî û hem jî fikir, bi gotineke din her tişt bi hişmendî ava bû. Ev hişmendî di hemû xebatan de hebû. Kesên ku di wê demê de beşdarî xebatên damezrînerî bûyî bêguman kesên cuda bûn. Ew kesên xwedî hêza nûnertiyê bûn. Heval Mizgîn jî yek ji wan bû. Heval Çiya hebû. Heval Çiya jî di avakirina xebatên çand û hunerî de kedek mezin da. Hevalê Sefkan pêşengê van xebatan bû. Yên van saziyan ava kirin û xebat meşandin, van hevalan bûn. Em îro Heval Mizgîn bi bîr tînin. Em van hevalan jî di şexsê wê de bi bîr tînin. Vegotina Heval Mizgîn zehmet e. Keçeke Kurd xwe pêşxist û bandor li mirovan kir… Di rêxistinî, huner û çandê de… Bi çanda ku afirand bandorek mezin çêkir. Bi deng û ruhê xwe bandor li mirovan kir. Bandor li me hemûyan kir. Bi kesayeta xwe dişibiya Şehîd Sefkan. Dema ku min Heval Mizgîn nas kir, min di Heval Mizgîn de temsîliyeta nû ya jina azad wê çawa be, helwesta wêjeyî ya jina Kurd wê çawa be dît. Têkiliyên wê yên bi mirovan re jî wisa bûn. Bi malbatên me yên li vir re jî heman têkiliya wê hebû. Ez şahidê têkilî û hevaltiya wê me. Her tim tunebûna Mizgîn hîs dikim. Her kes dixwaze weke wê bibe şervan, weke wê bibe hunermend. Kesên bi kesayetiya wê pir kêm in.”

Piştî axaftina Xelîl Xemgîn sînevîzyona li ser jiyana têkoşînê ya Hozan Mizgîn hate pêşandan. Çalakiya bîranînê piştî konsera muzîkê ya hunermend Bengî Agirî, Narînxan û Dilara bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOLN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Efganistanê ji ber lehiyê zêdeyî 300 kes mirin
Nûçeya Pişt re Cenazeyê Şehîd Esed Şêxo hat veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çerxerêya Sirînê bi SÎHA’yan hate bombekirin

Dewleta Tirk a dagirker bi SÎHA'yan Çerxerêya Sirînê bombe kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Hejmara kesên bi zorê koçber bûne bû 122 milyon kesî

Li gorî rapora salane ya UNHCR’ê, hejmara kesên ku bi zorê ji cih û warên…

Ji aliyê Stêrk TV

Berdana Nedîme Yaklav a 34 sal in girtî ye, cara 7’an hat taloqkirin

Nedîme Yaklav a ku 34 sal in girtî ye û di Girtîgeha Girtî ya Jinan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?