Çarşem, 13 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dersim: Şerê taybet ku ji sal 1937’an û vir ve bê navber dewam dike -VII

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yilmaz: Wezaret xwe nade ber lêkolînkirina kuştinên ‘siyasî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yuksel Genç: Kurd pêvajoyê dimeşînin, ne dewlet

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji derhênerê belgefîlma Bakur Koray Kesîk re ceza birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêber Apo bê mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

     2’yemîn Konferansa Komînan a Mexmûrê bi dawî bû 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîtîkaya rizandinê ya li Êlih û Mêrdînê hatiye birêxistinkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê 2’yemîn Konferansa Komînan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Dema ku gav nayê avêtin, entegrasyona demokratîk bê wate dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Maxmûrê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun sipartin axê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyên jin: Hebûna YPJ’ê garantiya jiyana bi hev re ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin hêz û xweşikbûna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî ji bo tedawiyê bi kefalet hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zirganê bi sedan jin ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîrêj Roj: Hozan Mizgîn bû pêşenga tarzeke ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG’ê, fermandarê fedaî yê Apoyî Baz Azad Pîro bibîr anî
Kurdistan

HPG’ê, fermandarê fedaî yê Apoyî Baz Azad Pîro bibîr anî

HPG’ê, di salvegera şehadeta fermandarê fedaî yê Apoyî Baz Azad Pîro de, wî bi rêzdarî bibîr anî û got, “15 sal li nav refên gerîla, bêhesab, bêyî dudilîbûn û bi awayekî fedaî têkoşîn meşand.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Îlon 2024 Dema xwendinê: 17 dq.
Parvekirin

HPG’ê ragihand ku di Îlona 2020’an de li Herêmên Parastina yên Medyayê fermandarê Apoyî yê fedaî hevrê Baz Azad Pîro di salvegra şehadete wî de bi rêzdarî bibîr tînin û ev tişt hatin gotin:

“Hevrê Baz ê zarokê Amedê yê wêrek, ji dema tevlîbûna xwe heta şehadetê 15 salên ku di rêfên gerîla de bêhesab, bêteredut û bi xwedayînekê bêguman ve têkoşiya. Hevreyê me yê ku halê herî saf û paqij a fedaîtî îfade dike, bi dilê xwe yê paqij, kesayeta xwe ya durist û jidil, hevaltiya xwe ya bêhesab û xurt re di dilê her hevalê xwe yê têkoşînê de cih girt. Di cihên herî zehmet ê qadên gerîla de têkoşiya û bû îfadeya heqîqetbûna vîna Apoyî. Di gelek xebatên stratejik a partiya me yê xwedî bawerî û berpirsyariyê mezin dixwaze de cih girt û bi sekna xwe ya mîlîtanî û kesayeta xwe ya cewherî ve bû layiqî baweriya hevalên xwe. Hevrê Baz ê ku fedaîtî weke şêwazê jiyanê hedibandibû, bi felsefeya partiya me ya lokmayek û xirkayekî re ji Zagrosan heta Amadê, ji Kobanê û gelek deverên Kurdistanê bi çenteyê pişta xwe ve li pey hêviya azadiyê re baz da, têkoşiya û betirs şer kir.

Em weke hevrêyên wî ji ber ku me fermanderek fedaî hevrê Azad Baz Pîro naskir û pê re mil bi mil ji bo heman xeyalan têkoşîn kiriye xwe xwedî şens dibînin. Em soz didin ku em ê bibin xwedî têkoşînekî ku layiqî bîranîna wî be û soza xwe ya serketinê dubare dikin. Bi van hestan di serî de ji malbata hevrê Baz ê bi nirx û ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Baz Azad Pîro bi vî rengî ne:

Nasnav: Baz Azad Pîro
Nav û paşnav: Abdurrahman Aksal
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Fatma – Omer
Dem û cihê şehadetê: 25 Îlon 2020 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Bajarê Amadê yê ku ji dîrokê heta niha her meşaleya azadiyê ya gelê me di destê xwe de girtiye, bû bajarê destpêkê li hemberî êrîşên qirkirinê yê dewleta Tirk ku bertek nîşan dide û bû bajarê ku radibe serhildanan. Gelê me yê Amedê yê welatparêz ku dervayî jiyana birûmet û azad tu jiyanê napejirînê ligel berdelên mezin bi serhildanên ku pêşxistin re bersiva Kurdbûnê da dijmin. Amadê ku bajarên din ên Kurdistanê jî bandor kir, bi pêşengtiya xwe ya ji Serhildanan re kiriye û bi sekna xwe ya berxwedêr ê li hemberî êrîşên dijmin nîşan daye re bû paytexta gelê me. Vê mîsyona xwe di pêvajoyên herî zêde li hemberî gelê me êrîş hebûn de jî parast û bû kelehekî ku ti caran nekeve. Di salên 1970’an de dema gelê me bêpêşeng ma û dijmin xwe ji serketinê re nêzik hîs dikir jî weke volkanekî bi sebir benda dema ku biteqe bû û ji hev nirxdar bi hezaran agît mezin kir. Rêber Apo ji bo çarenûsa gelê Kurd ê ku gelek derdorên wendabûye didît biguherîne derket rê û dema rêwîtiya xwe ya destpêkê li Kurdistanê kir, ligel hemû îdîayan hêvî, bendawarî hesreta azadiyê ya di çavên gelê me de dît. Bi taybetî jî dît ku gelê Amadê hîn li ser piyane û benda çirûska destpêkê ye. Di vê bingehê de sala 1978’an Amadê ku ji avabûna Partiya me re malavanî kir, di heman demê de bû destpêkê derketina têkoşînekî bênavber jî. Weke bersiv derbeya leşkerî ya faşîst pêkanîna dijmin a li Amadê jî ji ber vê ye. Cûntaya faşîst, di şexsê kadroyên pêşeng ên PKK’ê yên li zîndanê li ber xwe dan de plan dikir ku Amed û tevahiya Bakurê Kurdistanê teslîm bigire. Lê ji hevrêyên me yên ku berxwe didan, gelê Amedê ku ji heft heta heftê salî ji vê sekna hevrêyên me bandor bûbû bersivek dîrokî girt. Li pey vê bi têkoşîna gerîla re û gelê Amadê ku ji dijmin re her carî bi serhildanan re têkneçûna Kurdbûna azad nîşan dida, wek paytexta têkoşîna me sekna xwe ya dîrokî parast û heta roja me ya îro jî bi layikî berdewam dike.

Pîranê ku navçeya Amedê yê bi serhildanan li hemberî qirkirinê têkoşînê re dîrok nîvsandî, cihê herî xwezayî û paqij ê çand û kevneşopiya Kurd tê jiyandin e. Hevrê Baz ê ku li Pîranê di malbatekî welatparêz de hatiye dinyayê, di gundekî ku taybetmendiyên civaka exlaqî û polîtîk xurt de mezin bû. Hevrê Baz ê ku sekna Amedê yê li hemberî dijmin serî natewînê di temenê biçûk de ji xwe re esas girtiye, di hemû jiyana xwe de bûyîna şopdarê jiyana birûmet divê pêvajoyê de avêt. Hevreyê me yê ku gerîlayên di salên 1990’î de xebat dimeşand naskir, ji jiyan, danûstandin û herî girîng jî li hemberî dijmin bi awayekî fedaiyane şerkirina van hawariyên Apoyî gelek bandor bû. Hevreyê me yê ku di dibistanên dewleta Tirk de demek kurt xwendiyê, hîn di destpêkê de ferqkir ku dijmin van dibistanan ji bo qirkirinê pêş dixe. Ji ber vê navendê dijmin ên bişavtinê redkir û berteka xwe ya destpêkê li hember dijmin nîşan da. Hevreyê me yê li gund gel malbata xwe şivantî ku pişeya pexember û derweşane re mijûl dibû, di vê pêvajoyê de xweza û hemû zindiyên din ji kur ve hîskir û cihana xwe ya wateyê dewlemend kir. Hevrê Baz ê ku car caran gerîlayên azadiyê didît danûstandina xwe xurtir kiriye, her roj cihana hişmendiya xwe pêş xist. Wek ciwanekî Kurd rastiya dijmin hîn zêdetir lêpirsîn dikir û ket lêgerîna çawa bibe bersiva erk û berpisyariyên li hemberî gel. Bi taybetî ku artêşa Tirk a mêtinger ku derbên giran ji gerîla dixwar, li dijî gelê me komkujî pêk anî û bi hezaran gund şewitandin. Ev yek bû sedem ku hêrsa hevrê Baz hîn zêdetir bibe û vê kir hinceta esasî ya têkoşîn meşandinê.

Bi vê lêhûrbûna ku jiyaye re destpêkê di xebatên ciwanên şoreşger de cihê xwe girt. Di pêvajoyê ku ciwan ref bi ref tevlî têkoşînê dibûn de bijartina xwe ya herî rast avêt û gavên xwe yên destpêkê di têkoşînê de avêt. Hevreyê me yê ku bi xebatê ciwanan re çand û exlaqa Apoyî girt, kesayeta xwe ya xwezayî, sade û durist hîn xurtir kir. Di xebatên ciwanan ê ku demekê cih girt de xwe di milê rêxistinî, bîrdozî û çalakiyê de pêşxist û hîn di vê pêvajoyê de bû xwedî şêwayeke yekpare. Hevreyê me yê ku ji ber pratîkên xwe yên serketî yên xebatê ciwanan balkişand û ket dest dijmin, demekê di zindanê de ma. Li hember hemû êşkence û zextên dijmin bi kevneşopiya berxwedana zindanê ya PKK’ê re girêdayî ma û sekna xwe ya birûmet parast. Piştî ku ji zindanê derket têkoşîna xwe berdewam kir û li hemberî komploya navnetewî ya li Rêbertiyê me pêk hat, weke bersiv gihîştibe asta biryardariya tevlîbûna gerîla jî, ji ber sedemên cuda vê armanca xwe nikaribû pêk bîne. Hevreyê me yê ku piştre ligel ku çend carê din ceriband û serketî nebû, ji hezkirina xwe ya tevlîbûna gerîla ya ku wek hêviya azadiyê pênase dikir venegeriya. Wisa ye ku salekê şûnde hemleya gerîla ya dîrokî ya 1’ê Hezîranê 2004’an şûnde, yanî di sala 2005’an de ku li hemberî dagirkeriyê li hemû herêmên Kurdistanê şerekê zêde hebû de gihîşt armanca xwe û ji Amadê tevlî refên gerîla bû.

Hevreyê me yê ku piştî tevlîbûnê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bûye, perwerdeyên xwe yên destpêkê ya gerîla li vir dît. Tevlîbûnek aktîf li perwerdeyan kir û hîn rojên destpêkê misyona pêşengiyê girt ser xwe. Hevrê Baz ê ku xwedî tecrubeya jiyanek kamil û kûr bû, bi her hevalê ku pê re perwerde didît re mijûl bû û wek fermandarek xwezayî derket pêş. Hevreyê me yê ku di nirxandinekî xwe de gerîla wek hêviya azadiya Kurdistanê îfade kiribû, ji ber dereng tevlîbûna vê kerwanê hêviya azadiyê her tim hayfa xwe anî. Ligel vê jî di demekê kurt de guhertinên girîng di kesayeta xwe de afirand û bi gerîlayên ku destpêkê dîtibû re xwest bibe xwedî jiyanek fedaî. Hevreyê me yê ku pratîka xwe ya destpêkê ya gerîla li Xakûrkê kiriye, di her xebatê ku cih girtî de serketinê esas girt. Bi dîsîplîna xwe ya xebatê û tevlîbûna xwe ya bi tempo re bû mîlîtanek Apoyî ê ku her heval ji xwe re mînak digirt. Hevrê Baz ê ku xwedî îdîayê fedayîtiyê bû û vê di her pratîkê de piştrast dikir, dît ku bi tevlîbûna Hêzên Taybet dikare vê îdîayê xwe pêk bîne. Hevreyê me yê ku jixwe bi sekna xwe ya jiyanê û tevlîbûna xwe ve fedaî bû, bi pêşniyarê ku sala 2007’an kiribû re tevlî xebatên Hêzên Taybet bû. Hevrê Baz ê ku li vir pêvajoyê perwerdeyekî zehmet bi serketî derbas kiriye, di milê leşkerî û bîrdozî de lêhûrbûnên kûr jiyan û bû xwedî vînekî pola. Heta sala 2011’an di berpirsyariyên girîng û stratejîk de cih girt û bû xwedî sekn û tevlîbûnekî ku layiqî baweriya rêveberiya partiya me pê bawer bû. Hevrê Baz xebatên ku di vê pêvajoyê de cih girt û hevalên ku pê re têkoşîn meşand re di derbarê cewhera PKK’ê tecrubeyên pir bi nirx bi dest xist û xwest tevlî pêngava şerê gelê şoreşgerî ya ku li Bakurê Kurdistanê destpêkiribû bibe û erk û berpirsyariyên xwe bicih bîne. Bawer kir ku ancex dikare bi vî awayî mafê keda ku ji bo wî hatibû dayîn û demên bi wate û nirx ê ku bi hevalên xwe re derbas kiriye dikare bide û ji bo wî pêşniyar kir ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe.

Di sala 2012’an de dema li dijî dewleta Tirk a qirker şerekî giran dihat meşandin, hevrêyê me Baz ku pêşniyara wî hate qebûlkirin, bi îdîa, biryardarî û hêviya serketinê ya mezin berê xwe da Amedê ku lê ji dayik bibû û mezin bibû. Hevrêyê me ku di demeke kurt de hînê herêma Amedê bû, bi rengekî çalak tevlî kar bû. Di avakirina binesaziya gelek xebatên girîng de û di hişmendiya xweparastinê ya gelê me de ketiye nava hewldanan û ked daye. Hevrêyê me Baz ê ku weke fedaiyek Apoyî her tim xwe li gorî pêvajoyên zehmet amade kir, kêliyekê jî ji sekna xwe ya leşkerî û bîrdozî tawîz neda, li dijî hewldanên dijmin ên şerê taybet ku hewl dida bi rêbazên şerê taybet gerîla qels bike, her tim hişyar bû.

Di sala 2014’an de çeteyên DAÎŞ’ê bi talîmata dewleta Tirk êrîşî Şoreşa Azadiyê ya Rojava kirin, bi dorpêçkirina Kobanê û hewldana fetisanedina şoreşê re hêrsa hevrêyê me yê fedaiyê gelê Kurd Baz mezintir kir. Weke fermandarekî Apoyî yê fedaî bê teredût, bi hizra divê li cem gelê me cih bigire û li dijî êrîşên qirkirinê şer bike, tevlî berxwedana Kobanê ya dîrokî bû. Hevrêyê me ku bû şahidê gelek hevrêyên xwe yên li vê derê bi fedakarî şer dikin, bi heman îdîa û biryardariyê şer kir. Hevrêyê me Baz ku bi tecrûbeya xwe ya leşkerî û ruhê fedaî yê Apoyî yê têkneçûyî di demeke kurt de pêşengî ji berxwedanê re kir, di serketina berxwedanê de bi wezîfeya xwe ya fermandarê eniyê re roleke mezin lîst. Hevrêyê me ku şerkirina li eniyên pêş her tim ji bo xwe kiriye rêgezê esasî, di pevçûnên bi çeteyan re ji lingê xwe û zikê xwe bi giranî birîndar bû. Tevî vê yekê jî xwe ji têkoşîna xwe venegirt û heta Kobanê azad bû bê navber têkoşiya.

Hevrêyê me Baz ku li Kobanê peywira xwe bi serfirazî bi cih anî, piştre berê xwe dîsa da çiyayên Kurdistanê û xwe gihand warê gerîla ku ew xwe lê bêhtir azad hîs dikir. Hevrêyê me Baz ku dixwest pêvajoya şer a dijwar û pratîka Amedê binirxîne û bi rengekî çalak tevlî serdema nû ya têkoşînê bibe, sala 2016’an di asta akademîk de tevlî perwerdeya leşkerî û bîrdozî bû. Di dema perwerdeya xwe de ji bo bibe fermandarekî serketî, hewl da xwe di aliyê bîrdozî û felsefeya Apoyî de kûr bike. Hevrêyê me ku ket ferqa ancex bi vî rengî dikare ji pêvajoyê re bibe bersiv, bi xurtkirina bingeha xwe ya bîrdozî re xwest hemû erk û berpirsyariyên xwe bi awayekî layiqî pêk bîne. Kêlî bi kêlî kesayeta xwe li hemberî pêvajoyê lêpirsîn kir, hemû nebesiyên xwe bi îdîayek mezin derbas kir û têkoşiya.

Piştî ku perwerdeya xwe bi rengekî serketî qedand, hevrêyê me Baz ku bi baweriya ku dayî hevrêyên xwe di xebatên stratejîk ên girîng de ji bo Partiya me cihê xwe girt, ev pêvajo weke kêlîkên herî hêja yên jiyana xwe nirxand. Hevrêyê me Baz ku giranî û cidiyeta peywir û berpirsyariyên ku bi cih anî weke fermandarekî pêşeng di hemû hucreyên xwe de hîs kir, ji bo ku erka xwe bi awayekî xurt bi cih bîne, xwe fedayê têkoşînê kir. 

Hevrêyê me Baz ê ku bi kesayeta xwe ya gihayî, bipîvan û dilnizm bû Pîr, 25’ê Îlona 2020’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. Hevrêyê me Baz wê bi jiyan, têkoşîn û kênê xwe yê germ her tim pêşengiya me bike. Em hevrêyên wî soz didin ku em ê teqez meşa Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad ê hevrêyê xwe Baz bi ser bixin.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Însiyatîfa Navneteweyî ya Edalet ji bo Nagîhan Akarsel bang kir
Nûçeya Pişt re Têkildarî bejahiya Pasûrê biryara qedexeyê hate dayin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

9’ê Cotmehê li Kantona Firatê bi civînekê hate şermezarkirin

Komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê li kantona Firatê bi civînekê hate şermezarkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

‘Heta ku deriyên Îmraliyê neyên vekirin, demokrasî jî aştî jî pêk nayê’

Parlamentera DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku heta deriyên Îmraliyê neyên vekirin, demokrasî…

Ji aliyê Stêrk TV

Nobeta gel a li ber şaredariyan di roja 2’emîn de ye

Li dijî tayînkirina qeyûm a li şaredariya Colemêrgê, li şaredariyên DEM Partiyê yên li Kurdistanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

 2’yemîn Konferansa Komînan a Mexmûrê bi dawî bû 

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Polîtîkaya rizandinê ya li Êlih û Mêrdînê hatiye birêxistinkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Mexmûrê 2’yemîn Konferansa Komînan destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Karasû: Dema ku gav nayê avêtin, entegrasyona demokratîk bê wate dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?