Ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bigihêje çareseriyeke mayinde û demokratîk, divê gavên dualî bên avêtin û pêvajo bi vîneke hevpar bê meşandin. Bal dikşînin ser wê yekê ku pêvajo bi bendewariya yekalî û bangên yekalî nameşe û ji bo ku Rêber Apo rola xwe ya danûstandin û koordînasyonê bi rengekî çalak pêk bîne, divê şert û mercên pêwîst bên afirandin.
Ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û pêkanîna şert û mercên xebatê yên azad ji bo pêşveçûna pêvajoyê gelekî girîng e. Divê dewlet jî berpirsyariyên xwe yên hiqûqî û siyasî bi cih bîne û gavên şênber biavêje.
Parlamenterê DEM Partiyê Yilmaz Hûn têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî.
‘PÊVAJOYA AŞTÎ Û MUZAKEREYÊ BI YEKALÎ NAMEŞE’
Yilmaz Hûn diyar kir ku ji bo pêvajoyên aştî û muzakereyê berpirsyarî û vîneke dualî pêwîst e û wiha axivî: “Ezmûnên cîhanê nîşanî me dane ku pêvajoyên aştî û muzakereyê ne diyardeyeke yekalî ne. Aliyek tenê hilgirtina berpirsyariyêne rast e.
Her wiha lingekî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ê civakîbûnê jî heye. Rêvebirina yekalî ya pêvajoyê dibe sedem ku lingê wê yê civakî jî kêm bimîne. Ev jî rê li ber pêşveçûna pêvajoyê digire. Pirsgirêkeke ku ji sed salî zêdetir e dewam dike, bi vîna aliyekî tenê nabe goşt û hestî.
Dema em li astengiyên li pêşiya meşandina pêvajoyê dinêrin, em dibînin ku aliyê dewletê pir tirsonek û bi fikar tevdigere; dixwaze hemû bar û berpirsyariyê bavêje ser milê aliyê din. Lê belê sedema bingehîn a pirsgirêkê, polîtîkayên zêdetirî sedsalî yên dewletê ne. Pirsgirêka Kurd ji ber polîtîkayên înkar û redê yên dewletê derket holê. Çareseriya vê pirsgirêkê jî di ji holê rakirina sedemên ku ev yek afirandine re derbas dibe.
Divê dewlet astengiyên li pêşiya çareseriyê bi biryardarî rake û divê vê yekê veguherîne stratejiyekê. Nezelaliya pêvajoyê hevbaweriyê jî ji holê radike.”
‘DIVÊ STATUYA HIQÛQÎ YA BIRÊZ OCALAN BÊ NASÎN’
Hûn anî ziman ku divê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hiqûqî û siyasî bê misogerkirin û destnîşan kir ku Tevgera Azadiya Kurd Birêz Ocalan wekî pêşeng û muxatabê pêvajoyê dibîne û dewlet jî di pratîkê de li gorî vê rastiyê tevdigerin.
Hûn wiha pê de çû:
“Pêvajoya ku bi armanca Aştî û Civaka Demokratîk hatiye destpêkirin, di her şert û mercî de neçar e ku veguhere nasîna hiqûqî, siyasî û misogeriya qanûnî. Di muzakereyan de alî hene û vîna azad a van aliyan heye. Tevgera Kurd wekî muxatab Birêz Ocalan wekî pêşeng û muxatabê pêvajoyê dibîne. Dewlet jî muxatebiyeke bi vî rengî qebûl dike. Pêvajoya pratîkî ya du salan bi vî awayî bi pêş ket. Lê li vir kêmasiyeke girîng heye: Dewlet di pratîkê de Birêz Ocalan muxatab digire, lê bêyî ku statuya hiqûqî nas bike, hewl dide li ser pêwendiyeke defakto muzakereyê bimeşîne. Ev jî dibe sedema xitimandinê û ketina nava qeyranan.
Lingê civakîbûnê yê pêvajoyê jî kêm dimîne. Ji bo ku Birêz Ocalan wekî pêşengê pratîkî yê pêvajoyê ramanên xwe rasterast bi raya giştî re parve bike, li nava civakê zemîna nîqaşê pêk were û bi tevgera xwe re rola koordînasyona siyasî û rêxistinî bimeşîne, pêwîstî bi şert û mercên jiyan û xebata azad heye.
Azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan ji bo gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û pêvajoya ku di navbera aliyan de tê meşandin wê baweriyê ava bike. Civakîbûna pêvajoyê pêk bîne, baweriya navbera aliyan xurt bike û derbaskirina xitimandinên ku car caran derdikevin holê hêsan dike. Bi vî rengî, meseleyeke sed salî bi gavên dualî û rasteqîn dikeve ser rêya çareseriyê. Azadiya Birêz Ocalan ji bo pêkanîna pratîkî ya pêvajoyê jiyanî ye.”
‘DIVÊ DEWLET GAVÊN ŞÊNBER BAVÊJE’
Hûn anî ziman ku divê êdî dewlet dev ji nêzîkatiya xwe ya ku pêvajoyê ji demê re dihêle û berpirsyariyan paşve dixe berde û wiha domand: “Avêtina gavên hiqûqî û siyasî, bidawîkirina sepandinên qeyûman, çareserkirina rewşa girtiyên siyasî û nexweş, nasîna statuya Birêz Ocalan û avakirina şert û mercên xebata azad, ji bo pêşveçûna pêvajoyê pêdiviyên sereke ne. Ji bo baweriya dualî û civakîkirina pêvajoyê, divê dewlet berpirsyariyên dikevin ser milê xwe bi cih bîne.”

