Şemî, 19 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ATK’ê ji bo girtiyê ku 65 kîlo winda kirine got: ‘Dikare di girtîgehê de bimîne’!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îpek: Di mirina zarokên karker de tenê li encama dawî nêrîn şaş e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şebnem Korûr Fîncanci: Pêşketina pêvajoyê girêdayî şert û mercên li Îmraliyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 19’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aydinê şehîd Avşîn û Emîne hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana girtiyê nexweş Îzzethan Aykut 3 mehan hat paşxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şervanê armanca mezin: Armanc Xaçek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê cejnên Êzî û Şêşims bi girseyî hatin pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed, Êlih û Dîlokê meşa ziman: Ne waneya bijarte, statuya destûrî!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê dayik û du zarokên wê hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê daxwaza perwerdeya bi Kurdî: ‘Bi milyonan zarok ji zimanê dayikê bêpar têne hiştin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 14 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Encamnameya Konferansa Jinan a KESK’ê: ‘Pêwîst e jin bibin kirdeyên avaker’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muxafizên Şoreşê yên Îranê jineke Kurd revandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê banga xurtkirina yekîtiya jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma JÎNA’yê banga domandin û xurtkirina têkoşînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên Dadxwaz û Rêxistinên Jinên Rojhilat serdana gorên şehîdan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên Jin, Jiyan, Azadî: ‘Rêxistinbûna me, azadiya me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Hunermend û akademîsyen jî divê tevkariyê li pêvajoyê bikin’
Rojane

‘Hunermend û akademîsyen jî divê tevkariyê li pêvajoyê bikin’

Akademîsyen Can Candan îşaret bi girîngiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û got, “Pêvajo divê tenê ji siyasetmedaran re neyê hiştin. Divê akademîsyen û hunermend jî weke aktorên aktîf tevkariyê li vê pêvajoyê bikin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Tebax 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Filmçêker û akademîsyen Can Candan diyar kir ku akademî û huner jî ji bo avakirina aştiya mayînde, xwedî berpirsyariyên pir girîng e û got, “Zanîngeh, akademîsyen û hunermend bi berhem û gotinên xwe dikarin civakê ronî bikin, mijarên zehmet nîqaş bikin, pêşdarizandinan û qedexeyan bişkînin. Ev pêvajo divê tenê ji siyasetmedaran re neyê hiştin; akademîsyen û hunermend jî divê bikevin hewldanê.”

Filmçêker û akademîsyen Can Candan têkildarî zextên li ser Zanîngeha Bogazîçî, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û berpirsyariyên derdorên akademî û hunerê yên ji bo aştiyê, ji ANF’ê re axivî.

Can Candan diyar kir ku Zanîngeha Bogazîçî di Çileya 2021’an de ji aliyê desthilatdariya siyasî ve hate desteserkirin û li dijî vê yekê akademîsyen, xwendekar, kesên mezûn bûne û xebatkarên zanîngehê bi rêbazên cur be cur berxwedanê raber dikin. Can Candan destnîşan kir ku ew xweseriya zanîngehê, azadiyên akademîk û demokrasiyê diparêzin û ew vê yekê ji bo tevahî zanîngehên Tirkiyeyê dixwazin.

Can Candan bilêv kir ku ji ber zextên li ser zanîngehê gelek mamoste neçarî teqawidiya zû yan jî îstîfayê hatin kirin û got, bêmafiya rêveberiya qeyim ne tenê li hemberî mamosteyan e, di heman demê de li xwendekar û civakê jî tê kirin. Can Candan destnîşan kir ku ew van bêhiqûqî û bêmafiyan qebûl nakin, dest ji pîvanên xwe û têkoşînê bernadin.

‘AKADEMÎ Û HUNER DIVÊ JI BO AŞTIYÊ HILBERÎNE’

Can Candan ragihand ku nebûna şer helbet ji bo aştiya mayînde û veguherîna demokratîk gaveke pir girîng e û got, “Lê belê, gelek tişt hene ku divê di vê pêvajoyê de bên kirin. Ez difikirim ku akademî û huner jî ji bo avakirina aştiya mayînde, xwedî berpirsyariyên pir girîng e. Zanîngeh, akademîsyen û hunermend bi berhemên xwe û gotinên xwe dikarin civakê ronî bikin, mijarên zehmet nîqaş bikin, pêşdarizandinan û qedexeyan bişkînin, rêyên nû, nêrîn û fikrên nû hilberînin û mîna di pêvajoya avakirina aştiyê de civakê hîn pêşdetir bibe. Ji bo evane pêk werin jî, divê li pêşiya azadiyên akademîk û azadiya îfadeyê ti astengî nebin.”

Can Can destnîşan kir ku têkiliya huner û hevrûbûnê hem weke giştî ji bo hunerê hem jî weke taybet ji bo sînemayê girîng e û got, “Li Tirkiyeyê gelek belgefilm tên hişê min ku meseleya wan a sereke hevrûbûn e. Mesele belgefilmên ‘Dersim 38’ û ‘Girtîgeha Hejmar 5’ ên Çayan Demîrel, ‘Strana Nahîde’ û ‘Kerboran’ ên Berke Baş û ‘Hukmê Qanûnê’ ya Nejla Demîrcî tên hişê min. Di pêvajoya îro de jî fêmkirina hevdû û hevrûbûna bi rastiyan, xwedî cihekî pir girîng e.”

‘TÊKOŞÎN PIR GIRÎNG E’

Can Candan diyar kir ku desteka ji bo hunermendan her diçe kêm dibe û anî ziman ku zext hunermendan diwestînin. Candan da zanîn ku lewma hin hunermend – mîna hin akademîsyenan – dikevin nava hewldanê ku ji dervey Tirkiyeyê jiyanekê ji xwe re ava bikin û got, “Tevî her tiştî mayîna li vir, hebûna hunermendên ku têkoşînê didomînin û li ber xwe didin jî, pir girîng e.”

Can Candan destnîşan kir ku ciwan di bin zextên cur be cur ên şer û rejîma siyasî de mezin dibin û got, “Divê ciwan jî tevlî pêvajoyên ku siberoj têde tê diyarkirin, bibin, berpirsyarî bigirin û tevkariyê bikin. Divê hêza xeyalkirinê û ciwan li plana pêş bin.”

Can Candan ragihand ku pêvajoya aştiyeke mayînde, di heman demê de tê wê wateyê ku hemû astengiyên li pêşiya azadî û mafên esas bên rakirin û got, “Pêvajo divê tenê ji siyasetmedaran re neyê hiştin. Divê akademîsyen û hunermend jî weke aktorên aktîf tevkariyê li vê pêvajoyê bikin. Ji bo vê jî divê hawira tirs û zextan demildest ji holê were rakirin, biryarên daraza siyasî bên sererastkirin û azadiya îfadeyê were parastin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Pakistanê li pêşiya qereqola polîsan êrişa xwekujî: Herî kêm 14 kes mirin
Nûçeya Pişt re Lêpirsîna derbarê Şaredariya Etimesgutê de: 40 kes hatin girtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Artêşa Îsraîlê careke din kete nava xaka Sûriyeyê

Yekîneyeke artêşa Îsraîlê kete nava gundê Konda yê li bejahiya Quneytrayê.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê protestoyên li dijî bêdaletiyê

Li gelek bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê karmend, mamosta, kedkar û çalakvanên siyasî ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

Li rojavayê Siwêdayê şer

Li rojavayê Siwêdayê bi taybetî li derdora bajarokê Welgayê, di navbera hêzên hikûmeta demkî ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Şervanê armanca mezin: Armanc Xaçek

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ATK’ê ji bo girtiyê ku 65 kîlo winda kirine got: ‘Dikare di girtîgehê de bimîne’!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îpek: Di mirina zarokên karker de tenê li encama dawî nêrîn şaş e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Şebnem Korûr Fîncanci: Pêşketina pêvajoyê girêdayî şert û mercên li Îmraliyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?