Bi pêşengiya Nûnertiya Komeleya Hevgirtin û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) ya Mûşê, ji bo Îmdat Bîngol ê ku piştî 30 sal û mehekê ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Dumlû ya Erzîromê hat berdan, pêşwaziyeke girseyî hat lidarxistin.
Bîngol ê ku li ketina Gimgimê hat pêşwazîkirin, piştre derbasî mala malbata xwe ya li gundê Gomagorgo ku lê ji dayik bûye, bû. Bîngol li vir tevî malbata xwe, ji aliyê nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ve hat pêşwazîkirin.
‘TÊKOŞÎNA GIRTIYAN HÊZÊ DIDE ME’
Hevberdevkê Nûnertiya TUHAY-DER a Mûşê Bariş Kiliç di pêşwaziyê de axivî û diyar kir ku têkoşîna girtiyan a ku bi salan e li girtîgehan didomînin hêzê dide wan.
Piştre Îmdat Bîngol axivî û diyar kir ku hem li girtîgehan hem jî li derve têkoşîn dewam dike û got, “Baweriya me gav bi gav mezin dibe. Serketina gelê Kurd nêz e. Lê heta ku Rêberê me û hevalên me yên girtî ji girtîgehê dernekevin em nikarin qala azadiyê bikin. Dema ku hevrêyên me yên li çiyê û zindanan vegeriyan, em dikarin bibêjin ‘em bi ser ketin’.”
Bîngol anî ziman ku wî silavên hevalên xwe yên girtîgehê anîne û wiha berdewam kir, “Moral û baweriya wan jî gelekî bilind e.”
30 SAL Û MEHEKÊ DI GIRTÎGEHÊ DE MA
Bîngol ê ku di sala 1992’yan de tevlî nava refên gerîla bû, 4 sal şûn de hat girtin. Bîngol di sala 1996’an de li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ya Amedê hat darizandin û cezayê heta hetayê lê hat birîn.
Bîngol li girtîgehên Mûş, Panos, Gumuşxane, Dîlok û Trabzonê ma. Bîngol piştî 30 sal û mehekê ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Dumlû ya Erzîromê hat berdan.

