Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li Dihê û Dîgorê Newroz bi coş hat pîrozkirin
Rojane

Li Dihê û Dîgorê Newroz bi coş hat pîrozkirin

Li navçeya Dihê ya Sêrtê û nevçeya Dîgorê ya Qersê pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin û banga çareseriya demokratîk hat kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Adar 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Li navçeya Dihê ya Sêrtê pîrozbahiya Newrozê bi coşeke mezin hat lidarxistin. Pîrozbahiya ku parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan beşdar bû de gel bi berzkirina dirûşman û gerandina govendê Newroz pîroz kirin.

Di tevahiya pîrozbahiyê de girseyê dirûşma “Jin, jiyan, azadî” û “Newroz pîroz be” berz kir. Welatiyên ku bi fularên kesk, sor û zer û cilûbergên Kurdî hatin qadê, heta demekî dirêj li ber dahol û zirneyê govend gerandin. 

Parlamenter Omer Ocalan di pîrozbahiyê de axivî û wiha got: “Em ê deriyê şer bigirin. Pergala demokratîk ji bo gelan jiyaneke nû ye. Birêz Ocalan ji bo vê, ji bo we dixebite. Lê belê provokasyonan dikin. Duh li Kobanê ji malekê 7 zarok, dayik û bavê wan hatin qetilkirin. Ma ev gel dê vê çawa qebûl bike? Kuştin û qetilkirinê qebûl nake. Divê ev provokasyone bên bidawîkirin. Dema hûn ji Kurdan re dibêjin ‘em bira ne’ wê demê li gorî wê tevbigerin. Mirinê li Kurdan ferz nekin. Di pergaleke demokratîk de bijîn. Pergala ku em ê li ser vê xakê biafirînin, ji pergala dewletê mezintir e. Gelê Kurd pergala xwe di dil û zîhna xwe de ava kiriye.”

Ocalan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di dîroka Kurdan û Kurdistanê de Dihê bi tîpên zêrîn hatiye nivîsandin. Em ê xwedî li vê nirxê derkevin. We têkoşîna xwe çawa pêş xistibe, dê wisa çareseriya xwe jî pêş bixin û welatê xwe û birêz Ocalan jî azad bikin.”

Li navçeya Dîgorê ya Qersê agirê Newrozê hate hilkirin. Bi sedan welatî tevlî pîrozbahiyê bûn. Parlamenterê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hun di pîrozbahiyê de axivî û got: “Gelê me ji bo Newroza xwe azad pîroz bike gelek bedel da. Îro li her çar parçeyên Kurdistanê agirê Newrozê hil e. Ev agir, heta azadiyê dê her wê hil bibe.”

Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş jî diyar kir ku di serdemeke dîrokî de ne û wiha got: “Di vê Newrozê de banga aştiyê ya birêz Abdullah Ocalan hat. Mizgîniyeke mezin da. Ev bang, xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Ji bo hemû gelan bangekî birûmet e. Heke pirsgirêka Kurd çareser bibe, dê hemû pirsgirêkên aborî û siyasî bên çareserkirin.”

Piştî axaftinan, Dayikên Aştiyê agirê Newrozê pêxistin. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû..

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN SÊRT/QERS

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Newroz li Agiriyê hat pîrozkirin: Divê dewlet bersivê bide bangê
Nûçeya Pişt re KCK’ê komkujiya dewleta Tirk a li Kobanê bi tundî şermezar kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Partiya Sosyalîst: PKK’ê gaveke girîng avêt, divê Erdogan vê şensê baş binirxîne

Partiya Sosyalîst a Swîsreyê derbarê pêvajoya aştiyê de daxuyanî da û daxuyand ku PKK’ê gaveke…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevdîtina Heyeta Îmraliyê-Erdogan destpê kir

Hevdîtina navbera Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokkomar Tayyîp Erdogan destpê kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Li herêma Bêtkar a Qilêbanê rojane nêzî 700 ton dar têne birîn

Dewleta Tirk a dagirker li herêma Bêtkar a navçeya Qilêbanê bi destê cerdevanan rojane derdroa…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?