Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê têkildarî zext û binpêkirinên rejîma Îranê yên hefteya borî agahiyan parve kir.
Li gor agahiyên hatine parvekirin, di hefteya borî de herî kêm 28 cezayên darvekirinê ji aliyê rejîma Îranê ve pêk hatine. 58 welatiyên ji bajarên Mehabad, Şino, Pîranşar, Nexede û Derşar hatine binçavkirin û cezayên nû li wan hatine birîn.
Hatiye diyarkirin ku 30 welatiyên din jî li parêzgeha Fars bi tometa tevlî xwepêşdanên dema dawî bûne, hatine binçavkirin.
Her wiha hatiye gotin ku herî kêm 11 welatiyên ji pêkhateya Behayî li parêzgehên cûda hatine binçavkirin û şandine girtîgehan.
Hatiye diyarkirin ku bicihanîna cezayê darvekirinê yê Mecîd Adîne li Kerecê û birîna cezayê darvekirinê ji bo du ciwanên din ên nerazî yên bi navên; Emîrmihemed Micelel Çûberî û Hisên Nezerî hatiye tomarkirin. Her wiha dosyaya Leyla Hesenî ku cezayê darvekirinê lê hatibû birîn, ji bo Dadgeha Bilind a Îranê hatiye şandin. 28 darvekirinên ku çêbûne jî li girtîgehên Qizilhesar, Zahîdan, Şîraz, Reşt, Xoremabad, Tewrêz, Îsfahan û Yezdê pêk hatine.”
Her wiha di rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê de hatiye diyarkirin ku li ser asta civakî û akademîk, zextan berdewam kiriye û şeş xwendekarên Zanîngeha Şerîf û xwendekarekî Behayî ji Zanîngeha Bîrcendê hatine derxistin. Her wiha zêdetirî 40 civînên nerazîbûnê yên teqawidbûyan û karkeran li bajarên cûda pêk hatin û nêzîkî 305 karker ji kargehên Borûcerd û Mahşehrê hatine derxistin an jî rûbirûyê bêkarî û nediyariya paşeroja karê xwe bûne.

