Şemî, 29 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îranê hefteya borî 28 kes darve kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê di hefteya 1118’an a çalakiya xwe de hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna Gulistan Doku: 10 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di serê gavên ji niha û pê ve de divê azadiya Birêz Ocalan hebe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kurdistan û Tirkiyê pêşwazîkirina cangoriyên azadiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Demokrasî ne lutifek ku ji jor ve tê dayîn, bi xwerêxistinkirinê xurt dibe’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ziyad Cebar: Peyama Ocalan ji bo yekîtiya gelê me dilsozane ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê perwerdeya ‘Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeya li Kerboranê didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê taziye di roja 3’yan de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mamoste Şemal li Kifriyê bi merasîmeki girseyî hata bibîranîn, serdana gora wî hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Divê berxwedana me bi qasî xeyalên şehîdan mezin bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘YPJ dikare weke hêzeke taybet entegreyî Wezareta Hundirîn were kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya 3 şehîdên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê banga Rojîn Kabaîş: ‘Mirina wê divê were ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tevgerên Çandê Hêvî Şanoger bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xebata çêkirina peykera Salih Muslim bidawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Xizmên windayan li 5 bajaran kom bûn
Rojane

Xizmên windayan li 5 bajaran kom bûn

Xizmên windayan û ÎHD ji bo pirsîna aqûbeta kesên di demên cuda de di bin çavan de hatine windakirin, li Amed, Êlih, Riha, Îzmîr û Colemêrgê hatin ba hev.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Tebax 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan(ÎHD) a Amedê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin“ di hefteya 916’emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê li dar xist. Hevserokê ÎHD’ê ya Şaxa Amedê Ercan Yilmaz, parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û xizmên windayan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. ÎHD’ê û xizmên windayan di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Osman Buluttekîn ê ku di 23’ê Tebaxa 1995’an de li navçeya Pasûrê ya Amedê ji aliyê kesên ku xwe wek polîs dane nasîn ve ji mala wî bi zorê derdixin û dibin û ji wê rojê ve hê jî aqûbeta wî nayê zanîn, pirsîn.

Çîroka Osman Buluttekîn ji aliyê endama ÎHD’ê parêzer Berfîn Elçî ve hate xwendin.

Daxuyanî piştî deqeyek çalakiya rûniştandinê bi dawî bû.

ÊLIH

Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê jî ji bo ku aqûbeta windayan were zelalalkirin û bi daxwaza darizandina kujeran, di hefteya 752’yemîn de çalakiya xwe li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistanê li dar xist. Di çalakiyê de aqûbeta Mehmet Emîn Çelîk ê ku di 28’ê Tebaxa 1994’an de li Taxa Yenî ya girêdayî navçeya Hezo ya Êlihê hat kuştin, pirsîn.

Çîroka Mehmet Emîn Çelîk ji aliyê endamê rêvebir Huseyîn Elçî ve hat xwendin.

RIHA

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê û xizmên windayan di hefteya 82’yan de çalakiya xwe ya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, faîl werin darizandin” li dar dixin, domandin. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li Parqa Novadayê ya Navçeya Xelîliyê ya Rihayê kom bûn. Di çalakiyê de pankarta ji wêneyên windayan hatiye çêkirin û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. ÎHD’ê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Faysal Kizilirmak ê ku di sala 1992’yan de dema diçû ser kar di encama êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû, hate pirsîn. Endamên saziyên sivîl û gelek xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn.

Çîroka windakirina Faysal Kizilirmak ji hêla Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Rihayê Mehmet Kilinç ve hat xwendin.

Daxuyanî piştî deqeyek çalakiya rûniştandinê bi dawî bû.

COLEMÊRG

Çalakiya Şaxa Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê û xizmên windayan a “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” li kolana Hunerê ya Geverê hat lidarxistin. Di hefteya 242’yemîn a çalakiyê de kujerên Mehmet Ertak yê ku 18’ê tebaxa sala 1992’yan de li Şirnexê hatibû windakirin hat pirsîn.

Metna daxuyaniyê ji aliyê sekreteterê ÎHD’ê yê Colemergê Pinar Şen ve hat xwendin û hat ragihandin ku ev 34 sal e kujerên Mehmet Ertak nehatine dîtin û nehatine darizandin. Di dawiya daxuyaniyê de pirsa “Winda diyar e, kujer li ku ne?” hat pirsîn.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştandinê bi dawî bû.

ÎZMÎR

Komîsyona Windayan a Şaxa Îzmîrê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di çalakiya vê hefteyê de ya ku du hefteyan carekê li ber Sumerbanka Kevn a Konakê pêk tîne, bi boneya 30’ê Tebaxê Roja Windakirina bi Zorê ya Navneteweyî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankartên ‘Windayî diyar in, kujer li ku ne?’ û ‘Winda wijdana te ne, xwedî li wijdana xwe derkeve’ hatin vekirin. Daxuyanî ji aliyê Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Vetha Aydin ve hat xwendin.

Vetha Aydin destnîşan kir ku bûyerên windakirina bi zorê yên ku bi taybetî di salên 1990’î de qewimîn, hê jî nehatine ronîkirin û polîtîkaya bêcezahiştinê didome û wiha got: “Lêgerîna me ya edaletê û heqîqetê li gelek bajaran, bi taybetî ji aliyê Dayikên/Mirovên Şemiyê ve li ber Lîseya Galatasarayê tê meşandin, bi biryarî berdewam dike. Bêyî rûbirûbûna bi rabirdûyê re û bêyî darizandina berpirsan avakirina aştiyeke civakî ya mayinde ne pêkan e; divê dewlet dosyayên windayan û gorên komî bi rêbazên zanistî lêkolîn bike.”

Vetha Aydin bang li dewleta Tirkiyeyê kir ku Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li Dijî Windakirina Bi Zorê îmze bike û windakirina bi zorê di nava pîvanên navneteweyî de wekî sûcekî serbixwe binirxîne û ev tişt vegot: “Em ê heta ku çarenûsa hemû windayan bê eşkerekirin, heqîqet derkeve holê, berpirs bên darizandin û bêcezahiştin bi dawî bibe, têkoşîna xwe bidomînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Îranê hefteya borî 28 kes darve kirin
Nûçeya Pişt re Taziyeya li Kerboranê didome
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Girtiyên siyasî divê tavile werin berdan’

Têkildarî rewşa girtiyên nexweş li Stenbol, Enqere û Edeneyê çalakî hatin lidarxistin û di çalakiyan…

Ji aliyê Stêrk TV

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Hikûmet ji bûyerên li Şirnexê berpirsiyar e

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê got: ‘’Hikûmet ji bûyera tacizê ya li Şirnexê û ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Li sînorê Qamişloyê çalakiya nobetê ya li dijî dagirkeriyê didome

Li ser sînorê Qamişloyê çalakiya nobetê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Ziyad Cebar: Peyama Ocalan ji bo yekîtiya gelê me dilsozane ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Mexmûrê perwerdeya ‘Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê hefteya borî 28 kes darve kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayikên Şemiyê di hefteya 1118’an a çalakiya xwe de hatin ba hev

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?